DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e

  • rojane
  • 11:11 11 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê têkildarî edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ji hêla Asayîşa PDK’ê ve haterevandin û 200 roj in tu agahî jê nayên girtin daxuyanî da. DFG’ê diyar kir ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi bêdengiyê sûc dikin û bang li PDK’ê kir ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed ê di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe, ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 200 roj in agahî jê nayê girtin.
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî agahînegirtina ji rojnamevan Silêman Ehmed daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêzin û daxuyaniyeke ku fikarên malbata wî û hempîşeyên wî ji holê rabin nade. DFG’ê destnîşan kir ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê helwesta xwe sûc dike û bang li PDK’ê kir ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.
 
200 ROJ IN AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN 
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Ev bû 200 roj… Ji rojnamevanekî 200 roj in agahî nayê girtin. Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in agahî nayê girtin. Malbata wî hempîşeyên wî ji bo aqûbeta Silêman Ehmed hîn bibin 200 roj in her roj dipirsin, lê tevî ev qas roj derbas bûne jî PDK û Herêma Kurdistana Federe bêdengiya xwe didomînin. Pirsên Silêman Ehmed li ku ye? Rewşa wî çawa ye? Jiyana wî di bin xetereyê de ye? bê bersiv tên hiştin. 
 
RADESTÎ TEŞKÎLATA ÎSTÎXBARATÊ PARASTINÊ HATE KIRIN 
 
Silêman Ehmed ê 5 sal in li Herêma Kurdistana Federe dijî di ajansa nûçeyan a Rojnewsê de edîtorî dikir. Di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li deriyê sînor yê Pêşxabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê hate binçavkirin. Tevî ku têkildarî derbasbûna Ehmed ya başûrê Kurdistanê tu astengiyên qanûnî nebûn jî hêzên PDK’ê ew binçavkirin û radestî teşkilata îstîxbaratê Parastinê kirin. 
 
BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ HATE BINÇAVKIRIN 
 
Silêman bi awayekî bêhiqûqî hatibû binçavkirin û nedihate qebûlkirin ku di bin çavan de ye jî. Lê di encama hewldanên parêzerên wî bi biryara ku dadgehê dayî, neçar man qebûl bikin ku di bin çavan de ye. Tevî van geşedanan û bang û hewldanên malbat, parêzer û saziyên çapemeniyê jî PDK derbarê Ehmed de agahiyeke pêbawer nade rayagiştî. 
 
REVANDINA EHMED JI ALIYÊ RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ YÊN ROJNAMEVANAN VE HATE ŞERMEZARKIRIN
 
Revandina Silêman Ehmed ji aliyê rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê yên navxweyî û navnetewî ve ku Rêxistina Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas jî di nav de hate şermezarkirin. Ji rêveberiya PDK’ê ku ji bilî rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl ên civakî jî bang lê dike têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedan. Rayedarên Rojnewsê, têkildarî aqûbeta edîtorên xwe Ehmed bi daxwaza rayagiştî demildest were agahdarkirin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Mînayê jî di 12’ê nîsanê de ji bo diyarkirina aqûbeta Ehmed bi daxwaza lezgîn serî li Komîteya Windakirina bi Darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.
 
PDK BI VÊ HELWESTA XWE SÛC DIKE
 
Tevî van hemû bangan jî rêveberiya PDK’ê di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêze û daxuyaniyeke ku fikarên malbata wî û hempîşeyên wî ji holê rabin nade. PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê helwesta xwe sûc dike. Ji bo ku sûcdar in jî tiştên qewimîne paşguh dike û naxwaze bibîne û bibihîze. Lê hemû rayagiştî li bendê ye ku derbarê aqûbeta Silêman Ehmed de demildest daxuyaniyek were dayîn. 
 
EM DIXWAZIN DEMILDEST AGAHIYEKÊ BIBÎHIZIN
 
Ev helwesta PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe li dijî hiqûqa gerdûnî ye û ev nêzîkatî berhema polîtîkayeke qirêj û xetere ye. Ev rêbaz azadiya çapemeniyê ji holê radike. Weke rojnamevanên vê erdnîgariyê em tu carî rêbazê bi vî rengî yên bêhiqûqî û faşizan qebûl nakin. Fikarên me yên têkildarî jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û em dixwazin demildest ji wî agahiyekê bibihîzin. 
 
Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.” 
 

Sernavên din

11/05/2024
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin