Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye

  • jin
  • 14:24 12 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Dayikan çalakî hatin lidarxistin. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye.” 

Meclisa Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan li pêşiya avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî dan. Partiya Herêmên Demkratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz di daxuyaniyê de got ku zarokên wan li cem wan nînin lewma Roja Dayikan ji bo wan weke “roja reş” derbas dibe. Eryilmaz, wiha domand: “Dema zarokên me hatin cem wê demê ev roj dê ji bo me bibe Roja Dayikan. Li ser serê me balafir difirin û me aciz dikin. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Em dixwazin ev pirsgirêk êdî bi dawî bibin. Hem pirsgirêka dayikên kurd hem jî ya dayikên tirk heman e. Banga min a ji bo her kesî ev e; şer tiştekî baş nîne. Bila aştî bê, ji girtîgehan cenaze dernekevin, dayika hêsiran nebarînin, bila aştî û aramî bê welatê me.” 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û partiyiyan piştî daxuyaniyê qurnefîl dan dayikan. 
 
ÎZMÎR
 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi boneya Roja Dayikan li Qada Konakê hatin gel hev û heta Îskeleyê meşiyan. Di meşê de bi zimanê kurdî û tirkî pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş piştî meşê axivî û got ku îroj ji bo wan roja xemgîniyê ye. Gumuş, anî ziman ku zarokên wan li girtîgehan hatine qetilkirin û wiha domand: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.” 
 
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî Roja Dayikan li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî tev li daxuyaniyê bûn, pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan” hate vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de dayika Aştiyê Behiye Nayir axivî. Nayir, Roja Dayikan li tevahiya dayikên cîhanê pîroz kir û daxwaz kir ku roja dayikan bibe wesîleya aştiyeke mayinde.
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan, anî ziman ku ji bo dayikan xelatê herî mezin aştî ye û wiha got: “Li Kurdistanê dayikbûn zehmet e. Ji ber ku dayikên li ser vê erdnîgariyê bi salan bi kedeke mezin zarokên xwe mezin dikin û piştre jî ew zarok yan tê kuştin yan jî tên girtin. Îro li tevahiya cîhanê şer heye, dayikên Ukrayne, Filistinê, Rojava û Kurdistanê heman êşê dikşînin. Ji ber wê ti ferqa dayikan tune ye. Yê ku ferqê dixe navbera dayikan ev şerê desthilatdaran e.”
 
 ‘ÇARESERÎ ÎMRALI YE’ 
 
Ûysal, di berdewama axaftina xwe de got ku encax bi çareserkirina pirsgirêka kurd wê dilê dayikan şad bibe û wiha domand: “Îro li girtigehan jî ev şer didome. Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Girtiyê nexweş hene û înfazên wan tên şewitandin. Çalakiya ku îro hatiye destpêkirin li dijî vê neheqiyê û berdewamkirina tecrîdê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha dayik êşê dikêşin. Ji bo bidawîkirina şer pêdivî bi çareseriyê heye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çavkaniya vî şerî ye. Girtî jî ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Weke çareserî birêz Ocalan destnîşan dikin. Dayikên ku zarokên wan di bin wesayîtên zirxî de man, dayikên ku zarokên wan girtî ne, dayikên ku zarokên wan li çiyê çareseriyê daxwaz dikin. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan, aştî ye. Lewma divê deriyên zindanan bên vekirin, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û tavilê çareserî pêk bê.” 
 
Piştî axiftinan daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”  bi dawî bû. 
 
ÊLİH
 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li avahiya meclisê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partiyê jî tev li bûn. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek di daxuyaniyê de axivî û xwest tecrîd li girtîgehan bi dawî bibe. 
 
Ji xizmên girtiyan Sadiye Yardim jî got ku herî dawî di Cejna Remezanê de bi kurê xwe re axiviye û piştre tu agahî jê negirtiye. Yardim, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Vê zilmê bi dawî bikin. Em edaletê dixwazin, aştiyê dixwazin.” 
 
SÊRT
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Girê Kizlarê yê Sêrtê çalakî li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP û DEM Partiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Roja dayikan pîroz be” hate hilgirtin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Aşkera di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hêvîdarim ku êdî dilê dayikan neşewite. Bila îro ji bo hemû gelan bibe wesîleyan aramiyê.” 
 
Maşallah Aslan jî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê axivî û wiha got: “Dayika Makbule di zindanê de ye. Ka qedrê me li ku ma? Heke qedrê me hebûya dayikeke 83 salî girtî nedibû. Zarok gul û diyariyan didin zarokên xwe. Zarokên me girtî ne. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn bê rijandin û dayik bigirin. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Dayikên me hestiyên zarokên xwe dixwazin. Kezeba me dişewite, em aştiyê dixwazin. Divê dayikên leşker-polîsan jî aştiyê bixwazin. Hêvîdarim êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.” 
 
'DAYIKÊN DI GIRTÎGEHAN DE HENE’
 
Piştî axaftinan, hunermendên Komeleya Botanê (Botan-Der) stranên kurdî gotin. Parlamenter Sebahat Saritaş Erdogan piştre axivî û wiha got: “Dayikên Aştiyê hêj li zarokên xwe digerin. Li vî welatî dayikên di 83 saliya xwe de di girtîgehê de hene. Dayikên Aştiyê li vî welatî hene. Ev dayikên ku kezeba wan di şewite çiqas bedel bidin jî dîsa daxwaza aştiyê dikin. Li her derê li dijî zilm û derhiqûqtiyê disekinin. Li her derê pêşengtiya azadî û yekitiyê dikin. Roja derhiqûqtî tune be, ew roj ji bo me pîroz e. Heta ku hêsirên çavên dayikan disekinin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wê rojê diyarî hemû dayikan bikin.” 
 
Piştî axaftinan, çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16/05/2024
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman