Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin

  • jin
  • 11:31 13 Gulan 2024
  • |
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ya geşedanên di rojevê de nirxand, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, ew ê bi biryardarî hemû çalakiyên xwe bidomînin.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Amedê geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Bahçecî, anî ziman ku divê were dîtin tundî û mîlîtarîzma ku di sedsala 21’emîn de zêde dibe û didome; ji dubendiya jin û mêran ne cihê ye û wiha got: “Modernîteya kapîtalîst û feraseta mêrsalar a ku hêza wê ya pêşeng e, di heman demê de pişta xwe dispêre nijadperestî, zayendperestî, dînperestî û polîtîkayên şerê taybet û tundiyê zêdetir dike. Ji ser pergaleke nû ya baviksalariyê hewl dide civakê û bi taybetî jinan beralî bike û hebûna xwe li ser êrîşên bi pergal bidomîne. Ev êrîşên bi pergal li Êlihê dibe êrîşa bi unîforma ya ku tecawizî Îpek Erê kiribû, li Dêrsimê dibe windabûna Gulistan Dokû ya ku ji aliyê hêza bi unîforma hatibû windakirin. Di heman demê de li Şirnex û Wanê jî dibe tacîz, tecawiz û êrîşên ku ji aliyên kesên bi unîforma ve tên kirin. Ligel ku li Enqereyê danişîna 4’emîn a zarokeke êzidî ya 9 salî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin hate kirin jî, di dozê de tu kesên girtî tune ne, ev jî dibe dawiya êrîşên li dijî nasname û bedena jinê.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET ÊN LI KURDISTANÊ
 
Bahçecî, destnîşan kir ku gelekî eşkere ye ku polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin, beriya her tiştî têkoşîna rêxistinkirî ya jin û ciwanan dike hedef û wiha domand: “Di hilbijartinên herêmî de jî bi zanebûn ferasetên ku hewl dide pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bêwate û bêqîmet bike, li hinek deran derket holê û hate deşîfrekirin jî, li hinek deran tê kamûflekirin. Li dijî jinan ji aliyê kê û ji ku êrîş werin jî, em ê bi bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya bi rêxistinkirî li dijî van êrîşan bin û ev rêgeza me ya sereke ye. Dema li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî jinên kurd sûcên êrîşa zayendî tên kirin, hinek aliyên mûxalif û medyaya alîgirê desthilatdariyê bêdeng dimînin. Ev jî diyar dike ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi qestî tên kirin û sîstematîk in.”
 
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’ 
 
Bahçecî, bi lêv kir ku di serdemeke ku li Kurdistanê êriş û tundiya li dijî jinan zêde bûye de, diyar dikin ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê xwedî girîngiyeke cuda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd û gelê kurd ên ku li dinyayê tiştekî yekemîn kirin, di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de jî li ser esasê ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, pêvajoyeke hilbijartinê qedand in. Ji kesên ku pergala Hevserokatiyê di nav fermîyetê de dixeniqînin, ji tifaqên paşverû yên wekî AKP, MHP û Hîzbulkontra ku pergala hevserokatiyê dikin hedef, tehamula wan ji destkeftiyên jinan re tune û hewl didin rengê çarşefa jinan diyar bikin re em vî tiştî dibêjin; Pergala hevserokatiyê li dijî polîtîkayên we yên mêrane û dixwaze jinan bike kole; hêvî bi xwe ye. Em careke din diyar dikin ku di serî de pergala hevserokatiyê, em ê dev ji tu destkeftiyên xwe yên ku çavkaniya xwe ji felsefeya ‘jin, jiyan û azadiyê’ digire, bernedin.
 
‘EM Ê TEV LI DANIŞÎNA BIRYARÊ YA DOZA KOBANÊ BIBIN’ 
 
Di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de me hevserokatî û pergala fermûarê xist meriyetê. Niha jî li her cihê ku em lê ne, em ê ji bo jin, zarok û ciwanan bikin bajarên ku mirov dikarin lê bijîn. Bêguman destkeftiyên me, ne bi tenê ev tişt in. Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan girêk bi girêk şoreşek tê ristin. Jinên ji Rojava yên ku li dijî netewe-dewletê di avakirina modernîteya demokratîk de bûne hêviyek, bingeha civaka exlaqî û polîtîk datînin û pergala xwe ya hiqûqî ava dikin. Li Rojava li hemberî modela ‘Makeqanûnê’ bi ‘Peymannameya Civakî’ re li ser esasê azadiya jinan, mafê zarokan, jiyana ekolojîk û mafên wekhev hiqûqekê ava dikin û bi xebatên qanûnên jinan, mafên jinan diparêzin. Li hemberî van geşedanan li Tirkiyeyê jî desthilatdariya siyasî xebatên makeqanûna nû daye destpêkirin û dixwaze temenê xwe dirêj bike. Makeqanûna sala 1982’yan a darbeyê heta niha 19 caran hatiye guherandin û pînekirin lê nebû peymannameya civakî. Ji ber ku li vî welatî dema desthilatdarî dikevin nav krîza rêveberiyê, guherandina makeqanûnê ji xwe re kirine alava guherandina rojevê.  Ji bo ku mirov fêm bike hiqûqa serdestan çi ye, mirov li berdana mêrên ku faîlên tundiyê ne û li tacîza darazê ya li ser mûxalifan binêre, bes e. Yek ji van dosyeyan jî Doza Kûmpasê ya Kobanê ye. Em ji vê derê careke din diyar dikin ku di 16’ê Gulanê de em ê tev li danişîna biryarê ya dozê bibin ku gelek hevalên me yên jin lê tên darizandin û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê em ê xwedî li îradeya jinan a ku bûye hêvî, derkevin.”
 
‘TECRÎDA MUTLEQ A LI ÎMRALIYÊ’ 
 
Bahçecî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wiha domand: “Tê zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze tecrîda mutleq a li Îmraliyê wekî pergalekê li her derê bidomîne, pê re jî hewl dide wê pergalê di serî de zindan li ser hemû civakê pêk bîne. Li dijî vî tiştî di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re, azadî ji Doza Kurdan re Çareseriya Demokratîk’ de ya bi Meşa Azadiyê dest pê kir û bi hêza ku sînerjiya civakî ya ku di 8’ê Adarê, Newroz, hilbijartinên 31’ê Adarê, li Wanê dema gel bi berxwedanê xwedî li îradeya xwe derket û di 1’ê Gulanê de derkete holê; em balê dikişînin ser vî tiştî ku heta azadiya fizîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan pêk were, em ê bi biryardarî hemû çalakiyên xwe bidomînin. Wekî ku tê zanîn girtiyên siyasî yên di zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiyên xwe derbasî asteke nû kirine. Girtiyên siyasî bi dirûşma ‘Jiyana di bin şertên wekî yên rêzdar Abdullah Ocalan de’ dernakevin hevdîtinên bi malbatan re, dadgehan boykot dikin û û mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar naynin. 
 
NOBETÊN EDALETÊ
 
Di heman demê de di serî de dayikên di Nobeta Edaletê de, xizmên girtiyan bi daxwaza ‘Azadî ji rêzdar Abdullah Ocalan re’ bi mehan e Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û li gelek bajaran bi dirûşmeyên ‘Deng bide azadiyê’ û ‘Dawî li tecrîdê bîne’ nobeta xwe, bi çalakiyên cuda didomînin. Em weke Meclisa Jinan a DBP’ê dibêjin ku daxwazên girtiyan û yên malbatan daxwazên me ne û em ê di hemû çalakiyan de bi malbatan re bin. 
 
Di heman demê de daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar a ku li pêşiya Wezareta Edaletê ji sed rojan zêdetir di Nobeta Edaletê de ye jî, daxwaza me ye.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN’ 
 
Bahçeciyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê girîng dibînin ku bi periyodên diyar xebatên xwe bi we re par ve bikin. Li ser vî esasî di 8’ê Adarê de di serî de li Riha, Amed û Sêrtê em jin li gelek bajaran daketin qadan. Jinên ku bi coş û serhildana 8’ê Adarê daketin qadan, dîsa bi heman coş û biryardariyê di Newroz, 31’ê Adarê û herî dawîn di 1’ê Gulanê de li qadan bi awayekî eşkere peyamên xwe anîn ziman. 
 
Li Kurdistanê tevî qirkirina siyasî ya li dijî jinên kurd, êrîşên wisa hene ku her roj di nav civakê de bi sedan jin tên qetilkirin, ber bi fihûşê ve tên birin, tacîz û tecawiz li wan tê kirin. Ji xeynî tundiya fizîkî, li dijî cîhana me ya ruhî, fikrî û hestîyariyê jî her dem tundî tê kirin. Li dijî van êrişên tundiyê û feraseta mêrsalar; zanebûna xweparastinê û xwerêxistinkirina wê, tekane rêya rizgariyê ye. Ji vî alî ve ji bo ku civak bigihêjin feraset û pergala demokratîk, alavên herî bingehîn in. Xweparastin dibe zanebûn, rêxistinkirin û çalakbûn. Li ser vî esasî em Meclisa Jinan a DBP’ê di pêvajoyên pêşiya me de, li her kolan, tax û bajarê ku em lê dijîn, wê hedefa me ya sereke rêxistinkirina komîsyon û meclîsên jinan be. Di heman demê de li dijî êrîşên şerê taybet ên ku li ser jin û ciwanan tê ferzkirin û li hemberî polîtîkayên cezanekirinê yên di tundiya li dijî jinê de; em ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze xebatên xwe yên rêxistinkirinê û bîrbûna xwepararastinê ya di Berxwedana Wanê û Şirnexê de derket pêş, têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin, jiyan, azadî!”
 
 
 

Sernavên din

14/05/2024
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû