Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê

  • rojane
  • 10:03 14 Gulan 2024
  • |
img

RIHA - Hevdîtinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê yên bi parêzerên xwe re dikirin, ev 3 sal in bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” tên qeydkirin. 

 
Şaxa komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê di 29’ê adarê de têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê rapora xwe eşkere kiribû û gotibû ku dîmen û dengê hevdîtinên girtiyên siyasî yên bi parêzerên wan re tên qeydkirin. Hat zanîn ku sepana heyî didome. Hûrgiliyên nû yên di sepanê de derketin holê. 
 
Li gorî agahiyan; biryara têkildarî qeydkirina dîmen û dengên hevdîtinan, piştî serlêdana rêveberiya girtîgehê ya di sala 2021’an de ji bo dozgeriyê kirî dest pê kiriye. Dadgeriya Înfazê ya Tokatê di 2021’an de biryar da û qeydkirina dîmen û dengê hevdîtinan erê kir. Biryar ji bo 3 mehan bû lê ev dem 11 caran hate dirêjkirin. Lê belê ev biryar bi girtî û parêzeran re nehate parvekirin. 
 
Parêzer Ahmet Taş ku çendek roj berê li girtîgehê çû serdana miwekîlê xwe, li dijî vê rewşê îtîraz kir. Rêveberiya girtîgehê jî biryara hatiye dayîn ji parêzer Taş re şand. Di biryarê de her wiha daxwaza bi nîşaneya “nepen” a rêveberiya girtîgehê ji dozgeriyê re şandî jî heye. Di daxwazê de hatiye gotin ku heke heke biryar bê dayîn bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” bila ev biryar bi girtiyan, parêzeran û malbatên girtiyan re neyê parvekirin. 
 
Di biryara hatiye teblîxkirin de hûrgiliyên biryara dadgeriyê jî hene. Di biryarê de tê gotin ku divê hevdîtina girtiyên siyasî ya bi parêzeran re de bi cîhazên deng û dîmen bên qeydkirin, di dema hevdîtinê de peywirdarek amade be, mînakên belge, dosya û axaftinên di navbera wan de bên qeydkirin û desteserkirin. Her wiha dadgerî dibêje ku divê hevdîtin saetekê derbas neke. 
 
Piştî şandina biryarê, parêzer Taş di 7’ê gulana 2024’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tokatê îtîraz kir. Hat zanîn ku pêvajoya îtîrazê hêj didome. 
 
PARÊZER TAŞ: BIRYAR DERHIQÛQÎ YE
 
Têkildarî mijarê em bi parêzer Taş re axivîn. Taş, da zanîn ku sepana behsa xeberê tenê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê heye. Taş, got ku divê biryar bê betalkirin û wiha domand: “Bi temamî ji ber hincetên razber hatiye dayîn. Dibêjin ‘agahiyên ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê’ lê di nava 3 salan de tu delîlên şênber bi dest nexistine. Ji ber ku ev biryar bi miwekîlan re nehatiye teblîxkirin, weke teqezbûyî nayê hesibandin. Ev 3 sal in biryareke neteqezbûyî di meriyetê de ye. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku nehatiye teblîxkirin, rewşa îtîrazê jî dernakeve holê. Bisînorkirina demê tune ye lê îdare li gorî keyfa xwe her 3 mehan carekê dirêj dike. Dibêjin ‘ferman tên dayîn’ lê di vê mijarê de heta niha derheqê tu parêzer û girtiyan de lêpirsîn nehatine vekirin. Ev yek nîşan dide ku îdiayeke bêbingeh e.” 
 
'MEHREMIYET TÊ BINPÊKIRIN’
 
Taş, anî ziman ku li Tokatê rejîmekî hiqûqê ya cuda hatiya avakirin û wiha bi dawî kir: “Li gorî destûra bingehîn divê hevdîtinên parêzer û miwekîlan veşarî bin û belge neyên desteserkirin. Mehremiyet girîng e. Lê li wir qadeke bi kamerayan û otorîter heye. Peywirdarek di dema hevdîtinê de li wir disekine û guhdar dike. Ev yek binpêkirina jiyana taybet e. Dibêjin divê hevdîtin saetekê derbas neke. Girtî tenê bi rêya parêzer bi derve re peywendiyan datîne. Dibe ku di dema hevdîtinê de agahiyên taybet bên parvekirin. Mehremiyet tê binpêkirin. Heman sepan did ema OHAL’ê de hebû. Divê her kes li dijî vê sepanê dengê xwe derxîne. Divê hemû rêxistinên hiqûqê li dijî vê derkevin û ji bo betalkirina wê tevbigerin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

14/05/2024
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû