27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin

  • rojane
  • 12:43 14 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Spanyayê 27 parlamenter û senatoran ji bo şande ji Îmraliyê re bên şandin ji CPT’yê re name şandin û gotin: “Bendewariya me ya ji we ew e ku hûn berpirsyartiyên xwe pêk bînin.” 
 
Palamenter û senatorên ji partiyên siyasî yên cuda ên di Kongreya Nûneran a Dewleta Spanyayê de û parlamenterên parlamentoya xweser têkildarî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mitchell re name şandin. 
 
27 KESAN NAME ŞANDIN
 
Di nameyê de wiha hate gotin: “Lîderê kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 mehên dawî li Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta tirk ve di nava rewşeke tund a qutkirina têkiliyê de tê ragirtin. Di nava vê tecrîda li derveyî mirovahiyê û li dijî qanûnan de birêz Ocalan ji têkilî û hevdîtina bi parêzeran û endamên malbatê bêpar hatiye hiştin, ji cîhana derve hatiye qutkirin, lewma di pratîkê de 'hatiye windakirin' û di nava valahiyeke 'tunebûnê' de tê hiştin.
 
ÎMRALI VEGUHERANDINE DARBESTEKÊ
 
Di nava vê demê de Tirkiyeyê hewl da Girava Îmraliyê veguherîne 'darbesteke li ser avê.' Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi rêya tecrîdê li îşkenceyên zalimane rast tê lê belê di nava sê salên dawî de têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê tu agahî nayê dayin û ev rewş jî bûye cihê tirs û fikaran. Niha nikare bê tespîtkirin bê li ku ye, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek kurdên ku wî weke nûnerê dengê xwe yê neteweyî dibînin mijareke gelekî hesas e.”
 
‘TAVILÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’
 
Di berdewam nameyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber van sedemên zehmet û giran, weke CPT em ji we rica dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Tenê bi vî rengî tirs û fikarên me wê bi dawî bibin. Weke CPT hûn xwedî wî mafî ne ku serdana girtîgehên li dewletên endam bikin û Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek erkê dide we ku hûn tîma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikûmet wî mafî dide we ku hûn serdana cihê girtina birêz Ocalan bikin û bi wî re bi rengekî taybet hevdîtinê bikin. Bi vî rengî bêyî ku bikeve bin zextekê dikare di nava nepenîtiyê de têkiliyê bi we re dîne.
 
Em dixwazin ku CPT li gorî xala 3'emîn a Statuya Konseya Ewropayê tevbigere; 'Her endamekî Konseya Ewropayê qebûl dike ku di nava pîvana serweriya hiqûqê û qada xwe ya erkdar de her kes sûdê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn werbigire.' Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên mirovan bêpar tê hiştin, sê salên dawî jî nikare parêzer û malbata xwe bibîne û bi vî rengî ji mafên qanûnî yên bingehîn bêpar tê hiştin.”
 
‘ŞANDEYEKÊ BIŞÎNIN ÎMRALIYÊ’
 
Di dawiya nameyê de parlamenter û senatoran ev tişt anîn ziman: “Em ji dil ji we dixwazin ku ji bo dîtina birêz Ocalan û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariya xwe tavilê bi cih bînin. Li gel vê yekê heke hûn Tirkiyeyê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên Konseya Ewropayê û CPT destûrê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin, em ê gelekî kêfxweş bibin. Ev yek wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan bibe alîkar ku bi milyonan kurdan eleqedar dike. Di heman demê de ji bo çareserkirina aştiyane ya meseleya kurd a li Tirkiyeyê wê ruhê lihevhatinê yê pêwîst nû bike.”
 
KESÊN ÎMZEYA WAN DI NAMEYÊ DE HENE
 
Kesayetên ku name îmze kirin ev in: 
 
"Àgueda Micó i Micó, València parlamenter, (GSUMAR),
 
Agustín Santos Maraver, Madrid parlamenter, (GSUMAR)
 
Francisco Sierra Caballero, Sevilla parlamenter (GSUMAR)
 
Gerardo Pisarello Prados, Barcelona parlamenter (GSUMAR )
 
Javier Sánchez Serna, Murcia parlamenter (GCUP-EC-GC)
 
Jorge Pueyo Sanz, CHA parlamenter, (GSUMAR)
 
Marije Fullaondo La Cruz, Bizkaia parlamenter EH Bildu (GEH Bildu)
 
Martina Velarde Gómez, Granada parlamenter, (GMx)
 
Nahuel González López, Valencia parlamenter (GSUMAR)
 
Néstor Rego Candamil, Coruña parlamenter, Galizia Nazional Blok BNG (GMx)  
 
Noemí Santana Perera, Gran Canaria parlamenter, Berdevkê koma Podemos (GCUP-EC-GC)
 
Oskar Matute Matute García de Jalón, Bizkaia parlamenter (GEH Bildu)
 
Carme Da Silva Méndez, senator, BNG Galicia Nazional blok BNG (GPPLU)
 
Estefanía Beltrán de Heredia Arroniz, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)
 
Gorka Elejabarrieta Diaz, senator, EH Bildu (GPERB)
 
Igotz López Torre, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)
 
Josu Estarrona Elizondo, senator, EH Bildu (GPERB)
 
Laura Castel i Fort, senator ERC Catalunya Çep a Komarger (GPERB) û endama PACE
 
Luis Jesús Uribe Etxebarria Apalategi, senator
 
Nerea Ahedo Ceza, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV), endama PACE
 
Olaia Duarte López, senator, EH Bildu (GPERB) EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)
 
Irati Jimenez Aragón, Parlamenter, Parlamenta Navarrayê,
 
Diana Urrea, Pais Vasco parlamenter,
 
Edurne Benito Antolín, Pais Vasco parlamenter,
 
Igor Zulaika, Pais Vasco parlamenter,
 
Oihana Etxebarrieta, Pais Vasco parlamenter
 
Pernando Barrena Erza, Parlamenterê Ewropayê."
 

Sernavên din

14/05/2024
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû