Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye

  • rojane
  • 12:18 15 Gulan 2024
  • |
AMED - Platforma Zimanê Kurdî ya li Qada Şêx Seîd têkildarî Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da, xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha got: "Em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi kurdî bikin. Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema zimanê kurdî ye."
 
Platforma Zimanê Kurdî têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aştî, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarvan, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bi zaravayê kurdî kurmancî, Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî bi zaravayê kurdî yê kirmanckî daxuyanî dan.  Şerefxan Cizîrî yê bal kişand ser derketina Kovara Hawarê, wiha got: "Sal 1932, di Kovara Hawarê ya yekemin de ev sernivîs hatibû nivîsandin 'Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, wê hebûna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê hebûnê yê pêşîn e.' Em weke Platforma Zimanê Kurdî heta niha li ser xeta Kovara Hawarê meşîyan e. Me bi xebata xwe xwestiye vê xetê hergav zindî bihelîn û hişmendîya zimanê kurdî her bi pêş ve bibin.
 
BI RIHÊ NETEWÎ CEJNA ZIMAN TÊ PÎROZKIRIN
 
Cizîrî axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan berdewam û mayînde bibe, hezkirîyên Zimanê Kurdî di sala 2007'an de 15'ê Gulanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' îlan kiribûn. Ji wê salê û vir ve, ev roj e bi rihê netewî, hezkirin, bi nirx û hişmendiya zimanê kurdî tê pîroz kirin.
 
Em hemû baş dizanin! Baş jî eşkere bûye! Pirsgirêka ku bi sedan salan weke pirsgirêka kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de siyasetên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî têne meşandin, bi taybet xwe di xwestina asimîlasyona kurdan de didin der. Ev siyaseta dewletê dixwaze pêşiyê zimanê me tune bike, zimanê me ji holê rake, îrade û berxwedana kurdan bişikîne. Ji bona tunekirina nirxên kurdan bi berfirehî dewletê bi awayekî fermî û hevbeş plansazîyeke asimîlasyonê xistine rojeva xwe. Vê yekê jî bi gelek rêbazên parzûnandî didine meşandin." 
 
Cizîrî, diyar kir ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avakirina Komara Tirkîyê ve bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û wiha lê zêde kir: "Gelê me hergav ji bona mafê zwe li ber xwe daye, teslîm nebûye. Doza wî her zindî maye. Siyaseta înkarê ya li dijî nirxên neteweyî yên gelê kurd, gelek caran bûne sedema şer û pevçûnan. Ev yek jî îro baş tê zanîn."
 
'EM DIXWAZIN ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'
 
Cizîrî, bi lêv kir ku ji bo welatekî demokratîk, wekhev, pêşketî û di nava aramiyê de, divê beriya her tiştî pîvanên pêkvejîyanê hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê di nava pêkhateyên welat de hevdû qebûl kirin hebe. Divê maf û azadî hebin. Di vê tevgirêdanê de, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşîya azadîya Zimanê Kurdî asteng in, bên sererast kirin: Em hemû kurd bi hevbeşî dixwazin ku zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi. Ji ber ku zimanê kurdî yê hemû kurda ye. Bi vê mebestê em jî bi yek dengî dibêjin; Zimanê me nasnameya me ye, rengê me ye, taca serê kurda ye, hebûna me ye. Pejirandina zimanê me xeta me ya sor e."
 
'EM Ê DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE SIYASETÊ JÎ BI KURDÎ BIKIN' 
 
Cizîrî yê got ku "Li malan, li bazaran, li kolanan, li dibistanan, li şaredarîyan, li nexweşxaneyan, li mizgeftan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê; em ê herdem bixwazin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin, bi kurdî bijîn" axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev hemû jî nîşaneyên kurdbûna me ne. Bi vê helwesta xwe em dixwazin hişmendîya zimanê kurdî li her der ê berz bikin û zimanê Kurdî bikin beşek ji nasnameya xwe. Ji ber vê sedemê em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi kurdî bikin. Em ê xebata çandî, hunerî û têkilîyên civakî jî bi kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin. Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema zimanê kurdî ye."

Sernavên din

17/05/2024
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin
16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’