Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne

  • rojane
  • 09:20 22 Gulan 2024
  • |
img

RIHA - Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Ogur bang li hilbijêrên Curnê Reş ên derveyî navçeyê kir û wiha got: “Bi dengekî her tişt diguhere. Dê bike ku şaredariya ev 45 sal in weke şîrketa malbatekê tê bikaranîn bikeve destê gel. Xwe bigihînin me, werin dengê xwe bidin.” 

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê didomin ku biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn. Partiyî her roj gund bi gund, derî bi derî digerin û dibin mêvanên gel. Di serdanan de şewitandina sindoqan û betalkirina hilbijartinê tê teşhîrkirin û peyama serkeftina 2’yê hezîranê tê dayîn. Gelek parlamenterên DEM Partiyî jî di xebatan de cih digirin û ji vê armanc ew e ku hemû hilbijêran bibin ser sindoqan. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de DEM Partiyê bi 521 deng ferq bi ser ketibû. Komîsyona Hilbijêrên Bitevger ku di hilbijartina 31’ê Adarê de hatibû avakirin, amadekariyan dike ku herî kêm 2 hezar hilbijêran ji derveyî navçeyê bîne ser sindoqan. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 27 hezar û 686 hilbijêran 22 hezar û 74 jê çûbûn ser sindoqan. Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 79.73 bû û DEM Partî ji bo vê rêjeyê zêde bike, çû serdana karkerên demsalî yên li Hatay, Edene, Yozgat û Konyayê û banga hatina ser sindoqan lê kir. 
 
Berdevkê Komîsyonê Mehmet Ogur têkildarî xebatên hilbijêrên veguhestî axivî û banga tevlibûnê kir. 
 
Ogur, bi bîr xist ku di 31’ê Adarê de DEM Partî bi ser ketiye lê ji ber ku xizmên namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik û komeke ji 50 kesan sindoq şewitandin, hilbijartin hatiye dubarekirin. Ogur, wiha domand: “Me xebatên xwe bibiryartir dan destpêkirin. Divê her kes li dijî vê derhiqûqtiyê li cem DEM Partiyê cih bigire. Em li vir in, em carekê bi ser ketin û dê dîsa bi ser kevin. Bi hezaran kesên ji Curnê Reş hene ku li ser înşaetê dixebitin, li dibistanan dixwînin an jî karkerên demsalî ne. Me xwe gihand nêzî 2 hezar kesan. Dê xebatên me yên hilbijêrên veguhestî bidomin.”
 
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI NAVÇEYA XWE DERKEVE’ 
 
Di berdewamê de Ogur anî ziman ku dê xebatên wan heta 30’ê gulanê bidomin û wiha pê de çû: “Divê her kes xwedî li navçeya xwe derkeve. Divê em îradeya xwe ya hatiye binpêkirin dîsa rakin ser pêyan. Li Curnê Reş axeke berhemddar heye lê gelek kes weke karkerên demsalî diçin derveyî bajar. Xaka me ya herî berhemdar di bin Bendava Ataturkê de hatin hiştin. Li ber serê me Firat heye lê bi hezaran donimên erd bêav in. Welatiyên me yên ku bi hezaran donim erdên wan hene niha weke karkerên demsalî diçin Behra Reş. Ev polîtîkayeke bizanebûn e. Dema me şaredarî dîsa bi dest xist em ê kooperatîfan ava bikin. Ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê projeyên me hene. Em ê qadên îstîhdamê ava bikin da ku gelê me ji xaka xwe bar neke.” 
 
'EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’
 
Ogur, da zanîn ku her dengê tê bikaranîn girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Bi dengekî pir tişt diguherin. Dengek dikare pergalekê biguherîne. Dê bike ku şîrketa ev 45 sal in weke şîrketa malbatekê tê bikaranîn bibe şaredariya gel. Divê Şaredariy Curnê Reş dîsa bibe ya gel. Bendewariya me ev e. Em di 31’ê Adarê de bi ser ketin û dê dîsa bi ser kevin. Em ê destûrê nedin ku bêhiqûqtiya hatiye kirin dîsa dubare bikin. Ji bo vê jî hûn li ku jî bin xwe bigihînin me. Curnê Reş a me ye û dê wisa bimîne. Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re birêve bibin. Xwe li ser telefonê jî bigihînin me. Hejmara telefonê ya komîsyona me 0544 235 69 60 ye. Her kes dikare li ser vê hejmarê xwe bigihîne me.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

24/05/2024
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat