Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin

  • jin
  • 11:05 22 Gulan 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser Doza Kobanê û got: "Xwestin gelê kurdceza bikin, destkeftiyên gelê kurd û ên jinan û şoreşa Kobanê ceza bikin."

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Turkoglû di destpêka axaftina xwe de berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û peyama "Têkoşîna we têkoşîna me ye" da. 
 
Turkoglû anî ziman ku bi biryara Doza Kobanê re wan bêhiqûqî dîtine û got: “Em jin pêvajoyên asayîbûnê yên hikûmetê herî baş dizanin. Desthilatdariya ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê têkçûneke mezin xwar, polîtîkayên xwe yên  'normalkirin û nermkirinê' bi cezayên ku di doza kupasê ya Kobanê de li hevalên me barandin nîşan dan. Her cara ku krîzek hebe behsa normalbûnê dikin. Di dema pandemiyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, dîsa di bin navê normalîzekirinê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Em hemû bi hev re pêvajoya asayîkirina hikûmetê ya piştî karesateke din a erdhejê baş dizanin û di bîra me de ye. Di vê krîza heyî ya kurde jî hikûmetê  di Doza Kumpasê ya Kobanê de  nîşanî me da ku normalbûna wan ji hiqûqa dijminatiyê serbixwe pêş nakeve."
 
'TU BINGEHEK HIQÛQÎ YA CEZAYAN NÎNE' 
 
Turkoglû da zanîn ku ew nîqaşa asayîkirinê ya hikûmetê ji pêkanînên wan ên berê dizanin û wiha domand: “Em asayîbûna vê hikûmetê ji dijminatiya gelê kurd dizanin. Ji dijminatiya wê ya li heberî sosyalîstên ku piştevaniya gelê kurd û li hemberî jinên têkoşîna azadiyê didin dizanin. Em ji êrişên wan yên li ser maf û destkeftiyên jinan û vekişîna wan a ji Peymana Stenbolê dizanin. Me ji roja ewil ve got ku ev doz doza kumapasê ya siyasî ye. Me got, dozeke ji bo DAIŞ'ê ku li Kobanê sûcê mirovahiyê kir a şofandinê ye. Biryara di daneşîna dawî de ev yek bi zelalî nîşan da. Hevalên me ji hemû sûcdariyê der barê Kobanê de hatin beraetkirin. Di çarçoveya plana hilweşînê de, Doza Kumpasê ya Kobanê bi hezaran rûpel îdianameyên ku bi îfadeyên şahidên veşartî hatibûn amadekirin, hilweşiya. Cezayên bi sedan salan ku li hevalên me hatin birîn tu bingeheke wan a hiqûqî tune ye, ev cezayên hatine birîn ji ber siyaseta ku tê kirin e."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERFIREH BIKIN' 
 
Turkoglû bal kişand ser biryara ku di Doza Kobanê de derket holê û wiha got: "Xwestin gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd û Şoreşa Kobanê ya ku bi pêşengtiya jinan hat bidestxistin ceza bikin. Em destûrê nadin vê yekê. Wekî ku Fîgen Yuksekdag got, 'Gotina dawî dê berxwedêr bêjin'. Fîgen Yuksekdag, Pervîn Oduncu, Zeynep Olbecî, Zeynep Karaman û rêhevalên din, em carek din soza xwe dubare dikin. Soza jinan berxwedan û mezinkirina têkoşînê ye. Dê bi berxwedan û têkoşînê em  ê hevdû azad bikin. Em ê ji bo hevalên xwe yên girtî bêtir xwe birêxistin bikin, têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin." 
 
'WEZARETA DADÊ HEYE LÊ EDALET NÎNE' 
 
Turkoglû diyar kir ku 22 sal in tundî, zext, dizî, dagirkirin û kumpas ji hêla desthilatdariyê ve tên kirin û wiha pêde çû: "Belê li vî welatî Wezareta Dadê heye lê belê edalet nîne û tenê bêedaletî heye. 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek heye û Wezîr dibêje 'tecrîd nîne', li hemberî binpêkirina mafên girtiyan bêdeng e. Dayikên 75-80 salî ji ber ku aştiyê dixwazin hatin girtin û gotinek ji devê wezîr derneket, ev yek tê wateya erêkirinê."
 
'JI DAYIKAN NETIRSIN' 
 
Turkoglû wiha bal kişand ser çalakiya dayikan: "Ji çar aliyên welat bi dirûşma 'Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' 3 hefte ye dayik berê xwe didin Enqerê û dixwazin daxwazên xwe ji Wezareda Dadê re ragihiînin. Lê nikarin xwe bighînin wezaretê. Çima? Ji ber ku bi talîmata îktîdarê bi rêya polîsan hewldana dayikan tê astengkirin. Ev yek tê wateya israrkirina şer. Dixwazin ragihandina heqîqetê asteng bikin. Birêz Wezirê Dadê çima hûn ji daxwaza hevdîtina dayikan qebûl nakin, hûn ji çi ditirsin. Netirsin, dayikên ku aştiyê dixwazin zirarê nadin."
 
'JI BERXWEDANÊ NETIRSIN' 
 
Turkoglû destnîşan kir ku jinên ku li dijî qetilkirin, xizanî, û bêkariyê li ber xwe didin hene û wiha axivî: "Ev jinên ku li ber xwe didin ji wan netirsin. Kesên ku di polîtîkayên tecrîdê de israr dikin ji wan bitirsin. Kesên ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan kûr dike ji wan bitirsin. Ev kes zirareke mezin dide vî welatî. Divê Wezareta Dadê demildest bersivê bide dayikan û daxwazên dayikan bixe meriyetê. Ev yek daxwaza kesên aştîxwez, azadîxwez e."
 
RÊBAZEK DIN A ÎŞKENCEYÊ QAWÎŞÊN GIRTIYÊN EDLÎ YE 
 
Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Divê dawî li binpêkirina mafên girtiyan bînin. Sîbel Orkmez û Sedanûr Ugur, li dijî xespkirina vîna gel a li Wanê, bertek nîşandan û hatin girtin. Endama Partiya Meclîsê ya Partiya me û endama Koordînasyona Jinan Senem Erîş jî ji ber ku tevlî bernameya bi bîranînê ya şehîdên meha gulanê bû hat girtin. Her 3 hevalê me ji roja hatin girtin heta niha hatin îşkencekirin. Rêbazek din a îşkenceyê xistin meriyetê û hevalên me di koguşên edlî de bi cih kirin. Sîbel û Sedanûr bi dehan caran daxwaza guhertina koguşê kirin lê daxwazên hevalên me hatin redkirin. Di dîrokeke nêz de jî 30 girtiyên edlî êrişê hevalên me kirin. Her wiha Senem Êriş jî di koguşa edliyan tê ragirtin. Ev yek rêbazek din a tecrîdê ye."
 
'XIZANIYA JINAN ZÊDETIR DIBE' 
 
Turkoglû daxuyand ku ji ber polîtîkayên şer û tundiyê her roja ku derbas dibe jin xizantir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojên borî tedbîrên teserûfê hatin ragihandin. Ev ragihandin nîşaneya îtîrafê bû. Li vî welatî di serî de jin bi xizanî û bêkariyê re rûbirû dimînin. Lê ev tedbîrên ku hatin rêzkirin dê lêçûnên qesrê kêm nakin, ji budçeya jinan kêm bikin. Derdeke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya xizaniya jinan nîne."
 
JI WEZÎRA MALBATÊ PLANEK NÛ 
 
Turkoglû diyar kir ku dê li qadê keda xwe û mafê xwe biparêzin û wiha axivî: "Dijminatiya jinan, dijminatiya kurdan êdî li vî welatî asayî tê dîtin. Di 15'ê Gulanê de Wezira Malbatê 'Plana bi hêzkirin û parastina malbatê' aşkera kir. Ev plan ne ji bo parasti û bi hêzkirina jinê ji bo qetilkirin û bi hêzkirina malbatê ye. Plana ku li ser dozên weqetandin, zewicandin û welidînê ye.
 
PÊDIVIYA ME BI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZÎHNIYETA ZAYENDPEREST HEYE 
 
Di nîsana 2024'an de 32 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Ev komkujî di nava malbatê de pêk tên. Pêdiviya jinên di nava malbatê de jî ewlehiya canê wan tune ye, ji zagonên wê canê biparêze heye. Pêdiviya jinan ji têkoşîna li dijî zihniyeta zayendperest heye. Ger hun ji dil bin hûn ê maddeyên di Peymana Stenbolê de bi cih bînin. Ger planeke çalakiyê derkeve divê ew jî li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jina be.  
Dev ji fetvayên sûcê nefretê berdin 
 
Dîsa fetvaneyek ji Diyanetê hat Diyaneta ku deng ji bo tundî û komkujiya li ser jinan dernaxe. Diyaneta plana xwe ya stratejiyê ya 4 salan derxist 2 milyon TL ji bo rêxistinkirina sûcên nefretê veqetqand. Diyanetê bi hinceta parastina malbatê butçeyek li dijî nasnameyên cuda ji bo hedefgirtina wan veqetand. Diyanet fetvaya nefretê dide. Dev ji fetvayên sûcê nefretê berdin. Em vê êrişa li dijî mafê jiyanê tu carî qebûl nakin. Bila diyanet hesabê jiyana xwe ya luks a ji jiyana zarok û jinan digire, bide.  
 
EM Ê DI 27'Ê GULANÊ DE LI DOZA H.Z. BIN 
 
Doktor S.E. ê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Dil a Yedikuleya Stenbolê peywirdar bû di 11'ê Adara 2023'yan de êriş li hemşîreya nobedar H.Z. kiribû. Piştre hatibû binçavkirin û dawiyê hatibû berdan. Rûniştina biryarê ya dozê di 27'ê Gulanê de wê bê dîtin. Em ê wekî Meclisa Jinan a DEM Partiyê bişopînin. Em bang li hemû jinan dikin bila li vê dozê xwedî derkevin. 
 
EW Ê JIN DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN 
 
Yek ji mijareke di rojevê de ye pakêta darazê ya 9'emîn e. Ew ê taslaxa vê pakêtê piştî Cejna Qurbanê were meclisê. Wexta taslak bê muxalefeta herî mezin em ê jin bikin. Pêşkêşkirina zagona medenî ya bi zagoneke torba bi serê xwe pirsgirêkek e. Birêkûpêkirina her zagona jinan a bêyî rêxistinên jinan û bêyî jinan kêm e, şaş e. Em jin hene û em ne mecbûr in li gor mêr bên pênasekirin. 
 
Yek ji mijara dinê jî tê gotin tê xwestin zagona 6284'an ji bo pêk neyê. Ji bo vê hewl tê dayin. Em rayedaran hişyar dikin. Heger ev agahiyên di raya giştî de derketine pêş rast bin divê ev taslak tu carî ji meclisê derbas nebe. Em hişyar dikin. Ne hedê tu kesî ye ku derbarê jinan de biryarê bidin. Ew ê jin tu carî dev ji mafên xwe yên hatine qezenckirin bernedin.  
 
WÊ ÎRADEYA JINAN BI SER BIKEVE 
 
Bi baweriya têkoşîna azadiya jinan di hilbijartinên 31'ê Adarê de îradeya jinan careke dinê bi ser ketiye. Li dijî îktidara desthilatdar a mêr li dijî rejîma qeyûman em dibêjin "temsîliyeta wekhev û hevserokatî xeta me ya mor e". Kesên rêz ji vê îradeyê negirtin li Curnê Reş û Perî yê bi awayekî nêqanûnî hilbijartin betal kirin. Ew ê di 2'yê Hezîranê de li her du navçeyên me îradeya jinan dîsa xwe nîşan bide. Em wekî Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwe ji bo hilbijartinên 2'yê Hezîranê amade dikin. Curnê Reş û Perî yên jinan û ciwanan e. Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye. Bijî piştevaniya jinan. Jin jiyan azadî."
 

Sernavên din

24/05/2024
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat