Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin

  • rojane
  • 09:32 24 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Îkbal Eren diyar kir ku di hefteya hezaremîn de daxwaza wan, gorekî bi qurnefîlan hatiye xemilandin e û wiha got: “Heke ev welat ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, ev yek dê li Qada Galatasarayê pêk bê.” 

 
Têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di salên 1990’î de bi windakirin/qetilkirina bi dehhezaran kesên di bin çavan de dest pê kir, kete hefteya hezaremîn. Dayikên Şemiyê di 27’ê gulana 1995’an de bi daxwaza dîtina windakiriyan li Qada Galatasarayê hatin gel hev û tevî her cureyên êrişan û astengkirinan jî têkoşîna xwe domandin. 
 
Îkbal Eren ku birayê wê Hayrettîn Eren di 20’ê mijdara 1980’an de di bin çavan de hate windakirin, ji sala 95’an heta niha weke yek ji kesên xizmên windakiriyan li Qada Galatasarayê li edaletê digere. Îkbal Eren, têkildarî têkoşîna xwe ya dikeve hefteya hezaremîn de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'EM DI HEDEFA FAŞÎSTAN DE BÛN’
 
Eren, diyar kir ku di nava malbateke 4 zarokên wê heyî ya li semta Haskoy a navçeya Beyoglû ya Stenbolê dijiya de mezin bû, di sala 1975’an de li Fakulteya Enstîtûya Perwerdeyê ya Ataturkê ya Stenbolê dixwend û birayê wê Hayrettîn Eren jî li Dibistana Lîsansa Bilind a Ziman a Modayê dixwend. Eren, anî ziman ku wê demê di hedefa “faşîstan” de bûn lewma bavê wan ji bo biewletir biçin dibistanê, bi mûçeyê xwe yê teqawidiyê ji wan re wesayîtek kiriye. Eren, wiha domand: “Derdê bavê min parastina me bû. Dixwest em her du jî bi wesayîtê biçin dibistanê û bên. Lê wisa nebû. Me nekarî yek rojê jî biçin dibistanê û bên.” 
 
Di berdewamê de Eren got ku ji ber krîza aboriyê ya li welat gelek lêhûrbûn di wan de çêdibû û wiha pê de çû: “Bi vê yekê re êdî nasnameyekî me ya polîtîk çêbû. Lêpirsîn, hûn arasteyî cihekî dikir. Dema me ev rastiyên welat dîtin, me rêya xwe dît. Dema ez niha lê dinêrim, dibêjim başe ku me kiriye.” 
 
'MALA ME GELEK CARAN HATE GULEBARANKIRIN’ 
 
Bi domdarî Eren, diyar kir ku kekê wê Hayrettîn Eren kesekî humanîst, ji çêkirina resman û muzîkê hez dikir û têkiliyên wî yên bi mirovan re baş bûn. Eren, destnîşan kir ku kekê wê kesayetekî pêşeng bû û wiha derbirî: “Lewma di hedefa faşîstan de bû. Mala me gelek caran hate gulebarankirin. Carnan dema em radizan mala me didan ber guleyan. Şevekê li pêşiya malê wesayîtek li benda kekê min bû. Em û kesên di wesayîtê de rû bi rû hatin. Piştre jî mala me gulebaran kirin. Polîs û leşkeran her tim bi ser mala me de digirtin. Mala me dişopandin. Dayik û bavê min ji çîçekan pir hez dikirin. Şaneşîna me bi çîçekan tije bû. Dema ji derve dihatim yekser diçûm şaneşînê û min dixwest bêhnekî bistînim. Ez kengî li cem çîçekan bisekiniyam, wê şevê bi îdiaya ku tiştekî di nav çîçekan de vedişêrim bi ser malê de digirtin û ji hev belav dikirin.” 
 
DÎTINA DAWÎ YA KEKÊ XWE
 
Eren, da zanîn ku ji ber zextan mala xwe birine Avcilarê û îcar jî rastî Darbeya 12’ê Îlonê hatine. Eren, got ku di şeva darbeyê de kekê wê li malê nebû û dema li gel dayika xwe li birayê xwe digeriya, rastî wî hatine. 
 
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja 19’ê mijdara 1980’an bû. Di ketina Avcilarê de em bi kekê min re rasthatin. Ew bi wesayîtê ber bi malê ve diçû. Avcilar wê demê wiha nebû. Di ketina wê de dikanên biçûk biçûk hebûn. Mîna bajarokekî biçûk bû. Me li wir bi birayê min re sihbet kir. Ji me re got; ‘Ez ê bêm malê, serê xwe bişom, serûberê xwe biguherînim.’ Me kekê min herî dawî li wir dît. Çendek roj piştre nehate malê. Piştre hevalekî ji me re got ku hatiye binçavkirin.” 
 
BINÇAVKIRINA WÎ ÎNKAR KIRIN
 
Eren, got ku ew hîn bûne ku kekê wê birine Qereqola Karagumrukê û wiha vegot: “Ji ber ku lêgerîna min hebû, min nekarî biçim. Dayik û bavê min çûn qereqolê. Li wir jê re gotin; ‘Me ew sewqî Qereqola Gayrettepeyê kirin.’ Ew jî di heman rojê de çûn Gayrettepeyê. Lê li wir jî gotin ‘Li vir kesekî bi navê Hayrettîn tune ye.’ Anku yên li lênûska binçavkirinê nihêrtin û ji me re gotin me sê çar saet berê şand, sê çar saet piştre dest bi înkarê kirin. Ji me re gotin; ‘agahiya xelet daye we, me kesekî wiha binçav nekiriye.’ Inyeta wan diyar bû lê me fêm nekiriye. Em jî bi dilsaxî diçin lê digerin, ji kesên nas dipirsin. Dayika min car bi car diçû Qereqola Gayrettepeyê.” 
 
'WESAYÎTA WÎ LI BAXÇEYÊ QEREQOLÊ BÛ’
 
Eren, da zanîn ku wesayîta birayê xwe li baxçeyê qereqolê dîtine û ev agahî parve kir: “Dema me wesayît dîtî, me got dê piştî dema binçavkirinê ya 90 rojan bê berdan. Dayika min piştî wesayîa me dîtî got; ‘hûn dibêjin kurê te ne li vir e lê wesayîta wî li vir e. Hûn çima derewan dikin.’ Li ser vê yekê hate derbkirin û dûrxistin. Piştre erebe ji wir birin cihekî din. Wesayît tune bû. Bû 90 roj lê tu agahî nehatin girtin. Em diçûn pêşiya hemû girtîgehên li Stenbolê, me wêneyê kekê min nîşan dida û dixwestin ji yên hundir were pirsîn. Pêvajoyeke gelek nebaş bû, demokrasî tune bû, cihekî ku em dengê xwe bidin bihîstin tune bû. Ne rojname ne jî televîzyon hebûn. Demek piştre fikarên mez mezin bûn.” 
 
XWEBIRÊXISTINKIRINA DAYIKAN A LI PÊŞIYA GIRTÎGEHAN
 
Eren, da zanîn ku di sala 1982’yan de birayê wê Faruk Eren jî hate binçavkirin û 3 salan li Girtîgeha Metrîsê ma. Eren, wiha domand: “Dayika min di vê pêvajoyê de bênavber bi dayikên girtiyên din re dihat gel hev. Dayikan li pêşiya girtîgehan rêxistiniyeke ku tu kesan nekarî bikin kirin. Di navbera xwe de ewqas birêxistin bûn ku çûn her devera welat. Wezîrê dadê, Wezîrê Karên Hundir, Midûriyeta Emniyetê û kî hebe li deriyên wan dixistin. Hêj di sala 1986’an de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ava kirin. Dayika min jî di damezirandina wê de cih girt.” 
 
'DAYIKÊN ŞEMIYÊ LÎSTIKA WAN VALA DERXIST’ 
 
Eren, diyar kir ku di sala 1989’an de têkildarî kekê xwe hevpeyvînek daye û piştî vê hevpeyvînê hîn bûne ku hejmara malbatên windakiriyan zêde ne. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî salên 90’î êdî peyva ‘windakirî’ bêhtir hate bikaranîn. Malbata Hasan Ocak bi windakirina kurê xwe re dest bi çalakiyê kirin û xizmên windakiriyan roj bi roj tevli wan dibûn. Weke ÎHD’ê me heta wê demê gelek daxuyanî dan. Piştî destpêkirina çalakiyên Şemiyê, cara ewil em di 27’ê gulana 1995’an de rûniştin. Em jî tev li bûn. Piştre hêdî hêdî me malbatên ku di roja Şemiyê de dihatin Qada Galatasarayê nas kirin. Me dît bê ka hejmara me çiqas zêde ye. Heta wê demê me xwe bi tenê hîs dikir. Dema em bi hev re, dengê me bilindtir derket. Bi çalakiya Dayikên Şemiyê re, têgeha windakirina di bin çavan de kete rojeva vî welatî. Çalakiya li Qada Galatasarayê dest pê kir anku Dayikên Şemiyê lîstika wan xera kir.” 
 
OREKÎ BI QURNEFÎLAN HATIYE XEMILANDIN... 
 
Eren, destnîşan kir ku weke Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo hînbûna aqûbeta windakiriyan ev hezar hefte ye li ber xwe didin û wiha derbirî: “Di vê pêvajoyê de me gelek destkeftî bi dest xistin. Ya herî girîng ew bû ku me rê li ber windakirinan girt. Di nava demê de em hîn bûn ku hinek windakirî hatine qetilkirin û me hestiyên wan dîtin. Yek ji daxwazên me jî darizandina faîlan e. Em dizanin ka faîl kî ne. Ez dizanim ka Hayrettîn kengî hatiye binçavkirin, birine ku. Lewma hemû kesên di 20’ê mijdarê de li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê di beşa têkoşîna li dijî terorê de dixebitin ji windakirina Hayrettîn berpirsyar in. Mehmet Agar wê demê Cîgirê Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yê Gayrettepeyê bû. Ez faîlên kekê xwe dizanim, faîlên din jî tên zanîn ji ber ku şahid hene. Em dixwazin ev faîl bên darizandin. Dixwazim bi min re hevrû bibin. Ya herî girîng jî em hezkiriyên xwe dixwazin, hestiyên wan dixwazin. Dayikên me yek bi yek dimirin. Dayika min êdî bi hestiyên birayê min jî razî bû, dixwest gorekî wî hebe û digot; ‘Ez dixwazim gorekî bi qurnefîlan xemilandî jê re çêbikim.’ Em dixwazin gorên windakiriyên me hebin û faîl bên darizandin.” 
 
'XWEDÎ LI QADA GALATASARAYÊ DERKEVIN’ 
 
Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo hefteyek heman tişte, deh hefte jî. Ji ber ku di her hefteyê de em heman tiştî dijîn. Dema em tên dest û lingên me dilerizin. Em bi heman awayî dikevin hefteya hezaremîn. Lê ji ber ku hefteya hezaremîn e, divê raya giştî bêhtir jê were agahdarkirin. Ev yek girîng e ji ber ku piştgiriya girseyê her tim ji bo têkoşîna demokrasiyê girîng e. Em jî li vir têkoşîna demokrasiyê dikin. Heke bixwazin ev welat ji tarîtiyê derkeve roniyê, cihê wê dê bibe Qada Galatasarayê. Lewma divê her kes xwedî lê derbikeve.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

24/05/2024
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat