Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga “Her dem kurdî her der kurdî” de ya li Wanê axivî û got: “Bi polîtîkaya sedsalî gotin ‘heke em ziman tune bikin, em ê hebûna kurdan jî tune bikin’. Lê belê em li her qadên jiyanê xwedî li zimanê xwe derketin û em ê van polîtîkayên wan pûç bikin.” 
 
Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî" mitînga ziman li dar xist. 
 
Welatiyên beşdarî mitîngê bûn dowîzên bi nivîsên, “Her dem li her dere bi Kurdî bi axivin, bi  Kurdî bixwinin, bi Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bijîn”, “Divê zimane Kurdî bibe zimanê fermî” pankartları asılırken, “Kurdî hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan na be”, “Kurdî dayîka me ye”, “Jin, jiyan, azadî” hildan. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîncar beşdarî mitîngê bûn. 
 
Mitîngê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Mecbûre Açik axivî û wiha got: “Zimanê me nasnameya me ye. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin. Pêwîste em li malê, li kolanan, li nexweşxaneyan bi zimanê xwe biaxivin. Divê em zimanê dayik û bavên xwe bigihînin nifşên nû û em çanda xwe ya hezar salane ji bîr nekin.” 
 
Paşê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û wiha got: “Tevî ku zimanê me xwedî dîrokek qedîm e jî lê li her derê tê astengkirin û qedexekirin. Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.” 
 
'AXAFTINA BI KURDÎ BERPIRSIYARÎ YE’ 
 
Dîba Keskîn jî li ser navê TJA’yê axivî û destnîşan kir ku divê xwedîderketina li kurdî ne formalîte be û wiha got: “Helbet em ê li ber tu êriş û astengan serî netewînin. Lê belê xwedî derketina li zimanê me tenê li ser gotinan dimîne. Ji ber vê yekê pêwîste em bi hestên xwe, bi ramanên xwe, bi wîjdanê xwe parastina zimanê kurdî bikin. Lazim e em tu nirx û tiştên xwe pîroz ji bîr nekin, berovajî vê em hin bêtir xwedî derkevin. Kurdî zimanê me, nasnameya me, dîroka me û hebûna me ye. Divê em bi kurdî biaxivin û xwedî li mîrateya pêşiyên xwe derkevin. Ev wezîfeyek û berpirsiyarek e li ser milê me ye.” 
 
Piştî çend axaftinan Koroya Koma Zarokên Zîlanê derket ser dikê û strîn. Koroyê li ber stranên xwe coş û peroşa girseyê zêde kirin û dîmenên xweşik derketin holê. 
 
'ZIMAN BEDEN E’ 
 
Piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî û wiha got: “Zimanê me bedena me ye. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em li her qadê xwedî li bedena xwe derkevin. Seranserî dîrokê kurd çiqas bi zilmê û êrişan re rû bi rû mabin, zimanê me kurdî ewqas bi zilmê û zextan re rû bi rû maye. Bi salane zimanê kurdî li girtîgehan û li her qadên jiyanê tê astengkirin, zext li zimanê me tê kirin û tê xwestin ku tune bibe. Gelê me yê qehreman li her qadê li ber zextan û êrişan rabû û xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê kurdî li Geliyê Zîlan li ber xwe da, li Newala Qesaba li ber xwe da, herî dawî jî li Kobanê li ber çavê hemû dinyayê li ber xwe da. Seranserî têkoşîna gelê kurd me gelek cangoriyên hêja da vê axê, lê em ê nehêlin ku zimanê me bibe cangorî. Em ê li her qadê deng û awazên xwe bilind bikin.” 
 
'EM Ê ZIMANÊ XWE BIKIN ZIMANÊ FERMÎ’ 
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û anî ziman ku bi salane gelê kurd ji bo azadkirina zimanê xwe têdikoşe û wiha axivî: “Zimanê kurdî di lîteratura zimanan de di sefa pêş de ye. Zimanê me zimanê bi hezarê salan e. Zimanê me çand me ye û pirr qedîm e. Çiqas asîmîlasyon hebe, em ê jî ewqas li dijî vê di siyasetê de di parlamentoyê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Dema ji we bipirsin hûn kî ne, em ê bersiva, ‘em kurd in’ bidin. Dema ji we pirsîn ‘hûn ji ku ne?’ em ê bêjin em ji ‘Kurdistanê’ ne bidin. Bi van polîtîkayên xwe sedsalî ewilî zimanê me qedexe kirin û gotin, ‘heke em zimanê wan tune bikin, em ê hebûna kurdan jî tune bikin’. Wisa êrişî hebûna me kirin. Lê belê li dijî vê neyartiya wan em li her qadê xwedî li zimanê xwe derketin. Em ê ji niha pê ve jî li her qadên jiyanê polîtîkayên pûç bikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya mafdar bikin ku zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.” 
 
Piştî axaftinan girseyê li ber muzîkê govend gerand û mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/08/2024
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in