Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan

  • rojane
  • 10:13 28 Gulan 2024
  • |
AMED - Girtî û xizmên wan ev demeke dirêj e daxwaza xwe ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" diqîrin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta tecrîd neyê rakirin û hevdîtin pêk neyên, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
 
Girtiyên li girtîgehan ji 4'ê Nîsanê û vir ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" çalakiyan lidar dixin. Girtî dadgehan, hevdîtina bi malbatê re û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li ber girtîgehan çalakiya "Bibe dengê azadiyê" li dar dixin.
 
'GER HEVDÎTIN BI OCALAN RE PÊK BÊ WÊ HER TIŞT BAŞ BIBE'
 
Dayika Mahsûm Saûhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtî Sulhiye Sarûhan diyar kir ku ji bo dayikekê nebihîstina dengê kurê xwe pir zehmet e û got: "Dema em nêzî çêlikeke heywanan dibin, êrişî me dikin. Zarokên xwe diparêzin. Ev 2 meh in agahiya me ji wan nîn e. Em nizanin di çi rewşê de ne. Jixwe di bin tecrîdê de bûn. Rewşa niha zilmeke mezin e." 
 
Sarûhan da zanîn ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: "Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em aştî, wekheviyê dixwazin, bila dayik êdî bes bigirîn. Ger bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, wê her tiş baş bibe." 
 
'HEYA TECRÎD RANEBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'
 
Ji dayikên di çalakiyê de Reşahat Ada jî diyar kir ku ji berdana birayê wê Hamdusena Ada 7 meh maye, lê du hefte berê ji Amedê sewqî Bolûyê hatiye kirin û got ku 2 meh in tu xeberê ji birayê xwe nagire. Adayê got: "Em dengê wan nabihîzin. Heta ku tecrîda li ser zarokên me neyê şikandin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Heya birêz Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe." 
 
Dayika girtiyê nexweş Şivekar Ataş ê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Rabîa Ataş anî ziman ku ji ber xeberê ji keça xwe ya nexweş nagire xemgîn e û got: "Weke dayikekê dilê min jî diêşe. Keça min nexweş e, lê em agahî jê nagirin."
 
Ataş ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşînê kir û got: "Em dixwazin ev tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin. Ji ber ku em jî di bin tecrîdê de ne. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan, birûmet dikim; divê her kes li dijî vê yekê rabe." 
 
Dayika Gulîstan Al a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê Emîne Al jî diyar kir ku ew ji ber xeberê ji zarokên xwe nagirin bi fikar in û got: "Ji bo ev tecrîd demildest bi dawî bibe, divê her kes rabe ser pêyan."
 
'EM AZADIYA RÊBERÊ XWE DIXWAZIN'
 
Dayika Amîne Kaya ya dayika 3 zarokan ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, Meryem Soylû jî fikarên xwe anîn ziman û got: "Divê her kes tevlî çalakiya me ya li ber girtîgehê bibe. Her ku hejmara me li vir zêde bibe, em ê karibin vê xelekê bişkînin û wê bi zarokên me re hevdîtin çêbibe. Her kes dizane em ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne." 
 
Soylû anî ziman ku tecrîd ancax bi çalakiyên xurt dikare bê şikandin û wiha got: "Em hemû tên tecrîdkirin. Lewma divê her kes xwe bide ber vî barî û xwedî li wan derkeve." 
 

Sernavên din

29/05/2024
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket
26/05/2024
21:55 Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin
21:35 Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn
20:49 Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn
18:46 Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da
18:25 Deriyên wezaretê 113 roj in ji Şenyaşarê re girtî ne
16:15 Di rojekê de li Derayê 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatin kuştin
15:52 TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin
14:52 Akdogan ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
14:39 Girtiyê edlî Çakar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:17 Girtiyê krîza dil derbas kirî ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
14:13 Li Stenbol û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:09 Nûçeyên têkildarî qeymeqamê gef li rojnameger xwaribû hatin astengkirin
13:28 Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
12:52 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:43 Ji bo Yildirim ê hatibû qetilkirin li Amedê şîn hate danîn
11:39 Li Kanîreşê erdhej çêbû
11:35 Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde
10:08 Bakirhan: Ne kesên komkujî kirin, yên li dijî wê derketin hatin darizandin
09:30 Dê ji bo girtiyê nexweş Çam dîsa serî li ATK’ê bidin
09:17 Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû
09:08 Bal kişandin ser çareserkirina krîza aborî: Divê hikûmet biguhere, meseleya kurd çareser bibe
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome