Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin

  • rojane
  • 11:41 12 Hezîran 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku ji bo tev li mitînga li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bê lidarxistin bibin ji Stenbol û Enqereyê bi rê ketin wiha gotin: “Ji bo ku em qeyûm biqewirînin diçin.”
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Li dijî vê yekê dê sibê li bajêr mitîngek were lidarxistin. Amadekariyên mitînga li qada otogarê ya di ketina bajêr de ye didomin. Ji bo kut ev li mitîngê bibin ji gelek bajaran welatî bi rê ketin. Gelek welatî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi otobusan ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.
 
STENBOL 
 
Welatî ji navçeyên Beyoglû, Kadikoy û Yenîbosnayê yên Stenbolê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Girseya ku di saetên serê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Beyoglûyê hatin bahev bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” , “Colemêrg a me ye” û îşareta serkeftinê bi rê ketin. Welatiyên li Kadikoy û Yenîbosnayê hatin bahev jî bi berzkirina dirûşma “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” li otobusan siwar bûn. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek welatî bi rê ketin. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ê li ser navê rêveberên partiyê û welatiyên li ber Parka Kûrtûlûşê hatin bahev axivî, diyar kir ku mitînga li dijî xespa vînê li Colemêrgê tê lidarxistin girîng e û anî ziman ku ji wezîfe girtina şaredaran a bi hincetên bêbingeh û girtina wan qebûl nakin. 
 
Kanat, bang kir ku Viyan Tekçe ya ji aliyê Meclisa Şaredariya Colemêrgê ve hate hilbijartin, weke şaredara fermî wezîfeya xwe bidomîne. 
 
Endamê DEM Partiyê Zekî Korkmaz jî anî ziman ku weke kurdên sirgunî Anatoliya Navîn hatine girtin ji bo bibin hevkarê serhildana gelê Colemêrgê diçin û wiha got: “Ji ber ku li wir zilmeke nayê qebûlkirin heye. Ev darbeyeke heta ji darbeyekê wêdetir zulmeke. Em jî ji ber vê yekê bi reng, hebûn, çand û duayên xwe diçin ku li dijî zilmê bisekinin.”
 
Rêveberê Mamakê yê DEM Partiyê Gullu Polat jî li dijî tayînkirina qeyûm herkes vexwend Colemêrgê û bang kir ku herkes li dijî qeyûm deng derxîne. 
 
ÎZMÎR 
 
Welatiyên ji bo ber bi Colemêrgê ve biçin di saetên serê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê hatin bahev. Keça Apê Mûsa (Mûsa Anter) Rehşan Anter a di nav kesên ku diçin Colemêrgê de ye ji girseyê re ev tişt gotin: “Em jî ji bo canên xwe yên li Colemêrgê diçin. Ji bo ku em bi wan re bibin yek diçin. Me çawa Wan wergirtî be, em diçin ku Colemêrgê jî bigirin. Heke em bibin yek em dikarin her tiştî bigirin. Xwezî me ev tişt nejiyabûna. Em di şertên cuda de çûbûna Colemêrgê. Ez şermezar dikim û bila li kesên ku van bi me didin jiyîn lanet be.”
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Konakê Rûhtan Ûlûg jî da zanîn ku li Îzmîrê li dijî qeyûm çalakiyên xwe didomînin û bi lêv kir ku ji bo gelê Colemêrgê bi tenê nehêlin îro dê biçin Colemêrgê. Ûlûg, bal kişand ku heke li dijî qeyûm têkoşîn neyê dayîn, dê berdewama vê jî were û bang li rayagiştî kir ku di têkoşîna li dijî qeyûm tê dayîn de piştgiriyê bidin û tev li çalakiyan bibin.
 
 
 

Sernavên din

29/09/2024
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin