RIHA - Li Rihayê zeviyên ji îmarê re tên vekirin, bikaranîna dermanên kîmyasal û şewitandina pirêzeyan xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dike. Prof Dr. Alî Riza Ozturkmen ev hişyarî kir: “Xerakirina av û axê gelek hesan e lê rastkirina wê gelekî zehmet e.”
Riha'da yapılaşma, kimyasal ilaç kullanımı ve anız yangınları tarım arazilerindeki verimi düşürüyor. Prof. Dr. Ali Rıza Öztürkmen, "Su ve toprağı bozmak çok kolay ama düzeltmek çok zor” uyarısında bulundu.
Yek ji bajarên navendî yên ku çandinî lê tê kirin yek jî Riha ye û ji ber polîtîkayên desthilatê her ku diçe cotkarî zehmettir dibe. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, hilberîna ji sedî 42 fistikan, ji sedî 37,10 îsota sor, ji sedî 43,68’ê pembû, ji sedî 12,14’ê garis, ji sedî 10,70’ê genim li bajar tê kirin lê belê her ku diçe ji ber nezanîna bikaranîna dermanên kîmyewî, şewitandina pirêzeyan û vekirina zeviyên ku dikarin werin çandin a ji îmarê re kêm dike. Riha di hêla zeviyên karibin werin çandin de piştî Enqere û Konyayê tê û Li Deşta Heranê ji 100 hezar dekar zêdetir zeviyên derveyî gund û jîngehan ji îmarê re hate vekirin.
Nûnerê Hîndekariya Avdaniya Avadariyên Cotkariyê ya Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Heranê Prof Dr. Alî Riza Ozturkmen têkildarî şewitandina pirêze ya piştî rakirina zadê ewil, bandora ser zeviyan a guherîna avhewayê, bi nezanîn bikaranîna dermanên çandiniyê û vekirina îmarê ya zeviyên çandiniyê ji ajansa me re axivî.
HEJMAR ZÊDE DIBE, QADÊN ÇANDINIYÊ KÊM DIBIN
Ozturkmen anî ziman ku potansiyela 3’yemîn a bajarên herî zêde çandinî lê dikare were kirin yek jî Riha ye wiha got: “Li kêleka me ava bendavê heye. Li cîhanê çandinî her tim girîng e. Me di dema pandemiyê de baş dît ku her tişt dikare paşê re were hiştin lê çandinî na. Divê em di zeviyên herî hindik de zadê herî baş û zêde rakin. Êdî li cîhanê cotkarî xeternak e. Sedem jî guherîna avhewayê, lêçûnên zêde, qadên çandiniyê ji îmarê re vekirin û nexweşî ne.”
AVHEWA BANDORA NEYÎNÎ DIKE
Ozturkmen bal kişand ser kêmbûna baranê ya ji avhewayê bandor dibe û ev tişt gotin: “Li Rihayê di navbera barîna baranê de ferqên mezin çêdibe. Carna zêde dibare carnan qet nabare. Guherîna avhewayê gelek bandorê li ser çandiniyê dike. Li gel zêdebûna nifûsê divê zeviyên çandiyên jî zêde bibin. Em nikarin vê yeke zêde bikin lê belê em dikarin ji zeviyan hilberîna herî baş û zêde rakin. Ew jî dê bi parasina zeviyên çandiniyê pêk were.”
BANDORA ŞEWITANDINA PIRÊZEYAN
Ozturkmen ser talukeya şewitandina firêze ya piştî rakirina genim, ceh û nîskê sekinî û ev tişt gotin: “Zad hate rakirin û amadehiya çandina berhema duyem tê kirin. Cotkar ji bo bi lez çandiniyê bikin firêzeyê disojin. Wek qanûnî cezayê wê jî heye. Li Rihayê rêjeya zindiyên di nava axê de dijîn li şûna sedî 5’an be, ji sedî 1’an de ye. Dema firêze bi xwe li ser axê dirize, rêjeya zindiyên nav axê jî zêde dibe. Lê dema em firêzeyê dişewitînin em wan zindiyan jî qetil dikin. Di nav kevçiyekî axa tenduristî de bi qasî 8 mîlyar zindî, miktob û kêzik hene ev zindî ji bo çandiniyê gelek girîng in. Ax bi xwe zindî ye lê belê em wê dikujin. Lewma zad kêm çêdibe, ax ziwa dimîne û hewa jî qirêj dibe. Ji ber şewitandina firêzeyê zeviyên ku hêj zad ser nehatine rakirin jî dişewitin.”
BI AWAYEKÎ NEZAN DERMANÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN
Ozturkmen qala bikaranîna dermanên kîmyewî yên ji bo çandiniyê tên bikaranîn kir û wiha domand: “Ax xwedî taybetmendiyekî delal a ekolojiye ye. Em ji bo mîneralên kêm temam bikin gubreyê didin û hevsengiyê pêk tînin. Dema ev yek bi zanebûn tê kirin zad zêde dibe lê belê dema zêde tê dayîn hem lêçûn zêde dibin hem jî hawîrdoz zirarê pê dibîne. Ji ber bikaranîna azota zêde li Rihayê qirêjiya nîtratê zêde ye. Ev yek jî rê li ber nexweşiyan vedike. Hemû ji ber bêyî kontrolkirin avêtina dermanên çandiniyê ye.”
AVAKIRINA XANIYÊN LI DEŞTA HERANÊ
Di sala 2005’an de bi derxistian Qanûna Hejmar 5403’an, 80 bajaran zeviyên çandiniyê hatin parastin lê belê li Rihayê ev qanûn baş nehat sepandin. Berpirsyariye mezin dikeve ser rêveberiya xwecihî û ya bajar. Divê ruxsetê nedin zeviyên çandinî li ser tê kirin. Li Deşta Heranê ji 100 hezar dekar zêdetir zeviyên derveyî gund û jîngehan ji îmarê re hate vekirin. Ev yek cihê xemgîniyê ye. Em hewl didin li gir û çiyayan xaniyan çekin lê belê em zeviyên xwe yên çandiniyê dikin xanî. Divê her kes di vê mijarê de hestiyar tevbigere.”
COTKARÊN ZANA PÊWÎST IN
Ozturkmen daxuyaniya Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya ji serê tona genim re 9 hezar û 250 lîre, ji genimê ji meqerneyan re 10 hezar lîre, ji tona ceh re 7 hezar 250 lîre diyar kiriye bi bîr xist û wiha derbarî: “Ev biha pir di sînor de ne. Ev biha rastî lêçûnên cotkarên me tên. Cotkar nikarin bi van bihayan dahatuyekî bi dest bixin. Ev yek cihê xemgîniyê ye. Enflasyon û bihayê dovîzan gelek guherî lê belê bihayê zad ji sedî 10 zêde bû. TMO jî berê cotkar dide piyaseya serbest. Lê belê lê derê biha kêmtir dibin. Divê ji vê saetê şûn ve em lêçûnan kêm bikin û cotkarên zana bigihînin. Dema me asta herî jêr de gubre berda zeviyan, dê dahatû jî zêde be dê mesref jî kêm bin.”
MA / Emrûllah Acar