Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne

  • rojane
  • 09:01 10 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku plana "dagirkeriyê" ya Tirkiyeyê ya li dijî başûrê Kurdistanê gav bi gav pêş dikeve û wiha got: "Bi sedan gund hatin valakirin û cerdevan û leşker lê hatin bicihkirin. Çawa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qonax bi qonax hat dagirkirin, li başûrê Kurdistanê jî heman planê didin meşandin." 
 
Êrişên berfireh ên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi pêşengiya PDK’ê li ser Herêma Kurdistanê ango başûrê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, didomin. Tirkiye ji bo êrişên xwe li herêmên nû berbelav bike, amadekariyên berfireh dike. Di rojên dawî de bi sedan wesayîtên zirxî bi ser Amediyê re sewqî herêmê hatin kirin. Lê tevî van geşedanan li çolterên bajarê Dihokê gelek xalên kontrolê ya dewleta tirk hatin avakirin. Her wiha bombardimanên li ser herêmê jî bênavber didomin. Li gorî daneyên hin saziyên mafên mirovan ji serê salê heta meha hezîrana 2024’an artêşa tirk 833 êriş û bomberdûman li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk aniye. Ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin.  
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad der barê geşedanên ku li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
 
 
'JI STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE ZENGIL LÊ DIKEVE'
 
Zeynep Mûrad da zanîn ku cerdevan û leşkerên ku ber bi herêmê ve tên sewqkirin gundên sînor vala dikin û wiha axivî: "Ev çend sal in ku dewleta Tirkiyeyê di nav hewledanê de ye ku van herêmên sînor dagir bike. Li van herêman dagirkeriya xwe roj bi roj zêdetir dike. Lê di vê meha borî de heftiyek beriya niha ev proses gihaştiye qonaxeke nû. Dewleta tirk niha bi fiîlî û bi eşkere dagirkeriya xwe gund bi gund bi kîlometreyan berfirehtir dike. Ev êrişa dagirkeriyê êdî digihîje qonaxeke din. Lê mixabin em dibînin ku bi sedan tankên şer, wesayitên zirxî û bi hezaran cerdevan û leşker ber bi herêmê ve tên sewqkirin. Roj bi roj bi dehan gund bi destê van kesan tên valakirin. Ev geşedan çêdibin, lê bêdengiyek jî heye. Ji aliyê rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve û hikûmeta navendî ya Iraqê ve bêhelwestbûnek heye. Ev tê wê wateyê ku ji statuya Başûrê Kurdistanê re zengil lê dixe. Hemleya operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyeyê bi tifaq û agahiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê tê meşandin. Di astên navdewletî de jî bêdengiyek heye. Lê em dikarin bibêjin ku di asta navdewletî de her tim li dijî gelê kurd siyaseteke bêexleqî hatiye meşandin. Dîrok vê rastiyê derdixe holê û tîne berçavan. kîmye barana Helepçeyê û Enfalê tê bîra me. Ewqasî hemleyên qirkirinê çêbûn û belavî tevahiya cîhanê bûn. Niha jî heman tişt çêdibe. Loma di vê mijarê de tişta ku ji me re pêwîste; helwest nîşan dayîn e."
 
'PLANÊN BERFIREHTIR HENE'
 
Mûrad bal kişand li ser bêdengiya hikûmeta navendî ya Iraqê û ya hikûmeta başûrê Kurdistanê û wiha got: "Di dema niha de hem îttîfaqên navdewletî yê mezin û hêzên dagirker ê Kurdistanê di serî de jî dewleta Tirkiyeyê ji vê rewşê sûd digire û dixwaze ku xewn û xeyalên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Em dizanin û herkes jî dizane di plana dewleta Tirkiyeyê yê nûkirina sînorên Misak-î Millî ye. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi xwe vî tiştî bi aşkere tînin ser ziman. Di daxuyaniyên xwe de vê her tim tînin ser ziman û dibêjin,' em dixwazin wileyeta Misûl û Kerkûkê têxin bin desthilatdariya xwe' di demekî de Bahçelî bi xwe got,' êdî em ne 81 parezgeh 83 parezgeh in' mebestî wî jî Misûl û Kerkûk e. Ev jî tê wê wateye ku planên dewleta tirk ê  li ser başûrê Kurdistanê ê berfirehtir hene. Armanc dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û dixwaze ku bike sînorê xwe. Em hemû van rastiyan dibînin lê li hemberî vê bêhelwestiyek heye. Em dibêjin ku metirsî ew e ku niha di nav tifaqiyekî de ne. Çûyin û hatina rayedarên dewleta Tirkiyeyê û tifaqiya wan a bi hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re berçava ye. Piştî vê tifaqiyê jî çûyin û hatina rayedarên Tirkiyeyê çêbû. Herî dawî Barzanî çû serdana Bexda kir û ev hevdîtin di qonaxeke evqas hesas de çêbû. Ev geşedanên pir girîng in. Ev tê wê wateyê ku berfirehkirina dagirkeriya dewleta tirk bi agahdariya Hikûmeta navendî û Başûr pêk tê. Loma ev ji bo gelê me xeteriyeke mezine. Em dizanin di sala 1991'an de heta roja îro formeke cuda li başûrê Kurdistanê heye. Bi taybetî jî piştî 2003'an vir ve ruxandina rejîma Baas a li Bexda êdî ev forme bi şekleke destûrî hat tespîtkirin û tê qebûlkirin."
 
'BEXDA JI BO KU HEVDÎTINA ERDOGAN Û ESAD PÊK BÎNE DI NAV HEWLEDANÊ DE YE'
 
Mûrad da zanîn ku Bexda ji bo hevdîtina ku di navbera Erdogan û Esad de çêbibe di nav hewledayinê de ye û peymana Cezayir a ku di sala 1975'an hatiye îmzekirin bibîr anî û wiha domand: "Niha hewledayinek heye ku îro vê deskeftiya ku bi bedelên giran hatiye bi dest xistin ji destê gelê me derbixînin. Li ser Herêma Başûrê Kurdistanê planên pir mezin hene. Lê mixabin heta niha rayedarên Başûrê Kurdistanê û hîzb û aliyên Başûrê Kurdistanê ji vê xeteriyê çiqasî agahdarin an jî agahdar in ev cihê pirskirinê ye. Divê herkes van rastiyan bibînin. Xewn û xeyala dewleta tirk tunekirina hemû deskeftiyên gelê kurde. Bi gef û êrişên xwe dixwaze ku van deskeftiyan têk bibe."
 
Mûrad axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dibinin ku herî dawî bi Beşar Esad re ketine nava hewldanên çêkirina tifaqekê. Li dijî Beşar Esad ewqas nêrînên wî yên neyînî hebûn, lê di roja îro de ji bo tunekirina deskeftiyên gelê me yê di wê beşê de amadene ku bi her awayî tawîzan bidin. Niha amadekariyên tifaqiyên nû tên kirin. Dixwazin bi mûdexeleya Bexdayê Tirkiyeyê û rejîma Suriyeyê bînin cem hev û pêk bînin. Rejîma Erdogan û rejîma Esad bi alikariya hikûmeta Bexda bînin cem hev û bikin tifaq. Ev tifaqiye çi tîne berçavên me? Me dibe sedsal berê. Çawa ku di wê sedsalê de tifaqa Lozanê pêk hat û gelê me bêmaf hiştin û piştî wê jî hin tifaqiyê din çêkirin.Di sala 1975'an de jî tifaqa Cezayir hat îmzekirin. Em vê jî bînin berçavê xwe ku çawa Îran û Iraq ji bo tunekirina şoreşa kurdan bûn tifaq.Ev hemû ji me re delîlên dîrokî ne. Divê ku em ji vê ders bigirin."
 
'DIVÊ EM PÊNGAVEK SEFERBERIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Zeyneb Mûrad bi lêv kir ku di navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê de lihevkirina dagirkirinê çêbûye û ev tişt got: "Ev tifaqî dê bi xwe re talûkeyên mezin bînin. Loma di niha de pêwîstî bi helwesteke xurt û eşkere re heye. Herkes dizane ku di qanûnên navdewletî de ev dagirkeriya li ser sînor nayê qebûlkirin. Lê em dibînin ku li hemberî vê nêrazîbûnek nîn e. Loma em dibêjin weke gelê kurd ji aliyê leşkerî û siyasî û diplomasiyê ve hêza me heye. Em dikarin hemû hêza xwe bikin yek û pêngavek seferberiyê ragihînin da ku bibin bersiv. Divê em vê plana ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê rawestînin. Niha sewqkirina ewqas cebîlxane û leşkeran dide xuyakirin ku lihevkirinek heye. Bi fermî hin rayedarên Iraqê û başûrê Kurdistanê di nav vê planê de ne. "
 
'BI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê KETIN TEVGERÊ'
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad anî ziman ku şêniyên herêmê ji wan re ragihandine ku êdî gundên wan ketine bin kontrola Tirkiyeyê û got ku Tirkiye ya ku bi çekên xwe yên giran nekarî niha bi avakirina tifaqên li dijî kurdan dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike. 
 
Mûrad wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanc ew e ku beşeke Kurdistanê têxin bin sînorên dewleta tirk. Heman plan ji bo rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e. Me dît ku çawa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qonax bi qonax hat dagirkirin û niha dewleta Tirk weke beşeke wîlayetên xwe lê dinêre û çawa ku alên tirkan û zimanê tirkî li wir bicihkirine niha ji bo Başûrê Kurdistanê jî heman plan heye. Gundiyên ku deverên sînorên Amediyê û Berwariyê de dimînin ji me re ragihandin ku gund hatine valakirin û êdî kontrolên lêgerînê yê dewleta tirk hatine danîn. Êdî weke beşeke welatê xwe dibînin. Niha weke defacto ferman didin û dibêjin êdî divê ku her kes qebûl bike ku ev ax êdî aidî Tirkiyeyê ye. Ji niha ve projeyên neftê xistine pêşiya xwe û bîrên neftê lê dixin. Niha deverên Zaxo bi dîmen û belgeyan hat aşkerekirin ku dewleta tirk projeya xwe ya ji bo derxistina neft û samanên bin erdê Kurdistanê de derdixîne. Ev rastiyeke û herkes dibîne lê heta niha jî helwesteke cidî nehatiye nişandin. Niha dewleta tirk ji bo tifaqiyên nû ketiye di nav lîv û tevgerê. Çimkî dît ku tevî çekên xwe yên giran û hêza xwe ya leşkerî jî nekarî îradeya gerîlla û encam negirt. Ji ber vê berxwedana dîrokî nekare biserbikeve û niha jî şîrîkên qirêj ji xwe re çêdike. Ji ber ku dizane êdî nikare bi tena serê xwe biserbikeve. Êdî neçar maye ku bi çeteyên DAIŞ'ê re bikeve nav tevgerê. Niha çeteyên DAIŞ'ê xistine dewreyê. Ev metirsiyeke mezine. Ev hem ji Iraqê re û hem jî ji Başûrê Kurdistanê re xetere ye. Di sala 2014'an de kesên ku pêşiya çeteyên DAIŞ'ê girtin û nehiştin ku bikeve Başûrê Kurdistanê û Iraqê gerîlla bû. Ji bo parastina axa Kurdistanê, Iraqê û parastina rûmeta mirovahiyê tekoşiyan. Lê belê dewleta tirk bi deqûdolaban dixwaze vê rastiye veşêre. Di roja îro de dixwazin ku DAIŞ'ê careke din li dijî gelê kurd zindî bikin. Ev qonaxeke metirsidare û derî ji xeteriyan re vedike. Ev xeteriye ne tenê li ser gelê kurd û başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de Iraq jî di xeterê de ye. "
 
MASAYA KRÎZÊ HAT AVAKIRIN'
 
Mûrad da zanîn ku li gel van geşedanan wan maseya krîzê avakirine û bi lêv kir ku wan planên lezgîn danîne pêşiya xwe û got: "Di hevdîtinên ku me kirin de û xebetên di asta navdewletî de me dan meşandin me dît ku her kes ji dewleta Tirkiyeyê aciz e. Lê ji ber berjeendiyên xwe xwe bêdeng dikin. Loma em dibêjin çawa ku tenê hêza kurd dikare ku hişmendiya DAIŞ'ê hilweşîne û binerd bike dê roja îro de jî dikare vê hişmendiya qirker û dagirker binerd bike. Lê pêwîstî bi tifaqiyê heye. Niha roja rûmetê ye, niha roj roja seferberiyê ye. Divê ku her deveran kurd bertekên xwe şenber nişan bide. Pêwîstî bi helwestên aşkere heye. Loma weke KNK'ê me masaya krîzê ava kiriye. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk planên me yên lezgîn hene. Yek ji wan jî civîneke onlîne ya bi hemû hûnermend, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re pêk bê. Li dijî vê dagirkeriyê pêwîstiya me bi biryareke siyasî heye. Dixwazin careke din li ser gelê me Lozaneke din bînin. Em çareseriyek aşitiyane digerin lê dijminê me şer dixwaze û dixwaze ku xaka Kurdistanê dagir bike. Niha planên lezgînî di pêşiya me de hene. Divê ku em hemû ji bo parastina deskeftiyên kurd û Kurdistanê li dora Kurdistanê bibin xelek. Bi helwesteke netewî em li hemberî van planên dagirkeriyê bisekinin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

31/08/2024
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî