Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake

  • rojane
  • 13:38 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku beşdarî civîna gel a li Wanê bû, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û wiha got: “Herêma Kurdistana Federe bi xwe ve girêdidin, lê PDK dengê xwe nake. Heke PDK ji bo aştî û xwişk û biratiyê helwest bigirta îro ev şer, tecrîd û pevçûn bi dawî dibû. .”
 
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ji ber Doza Kobanê girtî bû demeke kurt e ji girtîgehê derket, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê bi gel re civiya. Tûncel ji hêla gel ve bi coş hat pêşwazîkirin û baxçeyê avahiya DEM Partiyê tejî bû. Di civînê de cih bi cih dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan, nûnêrên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. 
 
Di civînê de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî û wiha got “Helwest û têkoşîna hevalên me yên jin ji bo me rêber e.” Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û got: “Hevalên jin pêşengiya têkoşîna gelê kurd dikin. Niha bi sedan hevalên me di girtîgehê de ne, ji bo azadiya wan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘YA ESAS XETA BERXWEDANA WANÊ YE’
 
Dû re Sebahat Tûncel mafê axaftinê wergirt û di destpêka axaftina xwe de berxwedana gel a li dijî desteserkirina mazbataya hilbijartinê ya li Wanê pîroz kir. Tûncel, anî ziman ku Wan di vê pêvajoyê de pêngaveke gelekî girîng avêt û wiha got: “Serkeftina ku li vir bi dest xistin, hêja ye. Ya girîng berdewamkirina vê serkeftinê ye. Berxwedana Wanê nîşanî me da ku em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ya sereke xeta Wanê ye û pêwîste ev berxwedan li her derê were meşandin.”
 
‘SAL DERBAS BÛN, LÊ PIRSGIRÊKÊN WELAT NEGUHERÎN’
 
Tûncel, bal kişand ser Doza Kobanê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev doz dozeke sosret e ku mafê kurdan ê siyasetê asteng dike. Lê me jî bi vê dozê pergal darizand. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Zîndan di dîroka kurdan de rastiyek e. Ji Dadgehên Îstiklalê heta îro girtîgeh ji bo kurdan bûye rastiyek. Dema em tehliye dibin em ne azad in, dema kurdan mafên xwe bi dest xistin em ê azad bibin. Zîndan ne qedera me ye, rastiyek e. Tecrîd li hundir berdewam dike. Sal derbas bûn, lê pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî qet neguherîn û gav bi gav kûrtir dibin.”
 
‘TECRÎD BIRYAREKE STRATEJÎK E’
 
Tûncel, diyar kir ku li dijî kurdan hiqûqa kolonyalîzmê heye û wiha domand: “Em vê ji tecrîda li Îmraliyê dizanin. Tecrîd bi rastî nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka kurd nîşan dide. Em di şexsê Birêz Ocalan de bi pergaleke tecrîd û îşkenceya mutleq ya li ser gelê kurd re rû bi rû ne. Dewlet bi zanebûn û dildarî vê yekê didomîne. Dewlet li dijî qanûnên xwe tevdigere û cezayên dîsîplînê li ser birêz Ocalan dimeşîne. Tecrîd biryareke stratejîk e û navenda vê biryarê jî Îmrali ye. Her kes dizane ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji ber ku ev pirsgirêk nehat çareserkirin, welat veguherî pergaleke mafyayê û qanûn hatin rawestandin. Li ti devera cîhanê qanûn bi vî awayî nehatine binpêkirin.”
 
‘QEYÛM ÎŞKENCE, ZILM Û FAŞÎZM E’
 
Tûncel, têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê axivî û wiha berdewam kir: “Ev pêkanîn îşkence, zilm û faşîzm e. Li Colemêrgê qeyûmek tayîn kirin, lê yek qeymeqam an jî waliyek baş û rast dernakeve û nabêje 'ev neheqî ye'. Ger ev yek bihatana îfadekirin û qeyûm tayîn nebûna, belkî ev pergal bi vî rengî dewam nekiriba. Lê pergaleke rantê heye û dixwazin vê nîzamê biparêzin. Dibêjin ‘Yekî ku doz lê nehatiye vekirin nîşanî me bidin'. Ma kurdek bê doz maye? Pergala qeyûm ne ji aliyê qanûnî û ne jî ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin. Faşîzm bi derewan xwe li ser pêyan digire. Ji ber vê yekê ew rastiyê berovajî dikin. Divê hemû gel li dijî van pêkanînan derkevin. Her kesê xwedî rûmeta mirovahiyê ye divê li dijî vê derkeve. Gelo ma tenê kurd hemû barê vî welatî hilgirin? Kurd 50 sal in hemû pirsgirêkên vî welatî hilgirtine ser milên xwe. Ji kerema xwe bila rêhevalên me yên li Tirkiyeyê jî vî barî hilgirin û nerazîbûnên xwe bilind bikin.”
 
‘AKP, PDK’Ê JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR TÎNE’
 
Tûncel, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em ne yek in, em rastî zehmetiyên ewqas mezin tên. Herêma Federe ya Kurdistanê bi xwe ve girêdidin, lê PDK dengê xwe nake. Heke PDK ji bo aştî û xwişk û biratiyê helwest bigirta îro ev şer, tecrîd û pevçûn bi dawî dibû. Lê AKP wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. PDK difikire ku tirk ji wir derkevin? Yekitiya kurdan di xaleke pir girîng de ye. Heke tu behsa hiqûqa xwişk û biratiyê dikî, wê demê divê tu pêşî li xwişk û birayên xwe binêrî. Lewma pêwîste hemû kurd li her derê bibin yek. Di demokrasî û azadiyê de israra me wê bidome. Pêdivî ye ku em dînamîka nû ya guhertinê bi rê ve bibin. Ji ber vê sedemê yekitiya me pir girîng e.”
 
Piştî axaftinan gel pirsên xwe ji Tûncel kirin û bi hev re sohbet kirin.
 

Sernavên din

23/07/2024
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran