Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin

  • rojane
  • 12:53 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Derbarê 48 AKP’iyên li navçeya Curnê Reş, di hilbijartinên 31’ê Adarê de pusulayên dengan şewitandine, bi daxwaza cezayê hefsê ya heya 11 salan, îdianame hate amedekirin. 
 
Lêpirsîna derbarê AKP’iyên ku li Navenda Ciwanan a Curnê Reş di hilbijartinên 31’ê Adarê de sindoqên dengan şewitandine hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş derbarê biraziyên namzetê AKP’î Aslan Alî Bayik, Endamê Meclisa Curnê Reş Sabrî Îzol û tevî xebatkarên şaredariyê 48 kesan de îdianame amade kir. Îdianmeya bi sucdariyên “Zirardayîna malê cemaweriyê”, “Guherandina encamên hilbijartinê”, “Guherandin û serûrastkirina girtekên hilbijartinê yên sixte”, “Derveyî usil guherandina sindoqên dengan, vekirin, dizîn, texrîbkirin û dizîna dengan” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de 2 peywirdarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 3 polîs jî wek gilîkar cih girtin. 
 
‘HEKE NEDÎ EM Ê BIBIN BELA SERÊ TE’
 
Di îdianmeyê de hat destnîşankirin ku komekî AKP’iyên nêzî 50 kesan ji pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP’ê hatine li pêşiya Navenda Ciwanan a deng lê tên jimartin, polîsên bi navê Y.T., Z.C û M.A  dema xwestine komê asteng bikin, hatine derbkirin û ev dîmen ji hêla kamerayan ve hatine qeydkirin. Di îdianmayê de hat gotin ku peywirdarên DEM Partiyê Bedîr Haktanir û Mehmet Tuysuz jî ji hêla heman komê ve hatine derbkirin, heman kom piştre pusulayên dengan şewitandine. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di Navenda Ciwanan a deng lê dihatin jimartin de 288 hezar û 831 hezar zirara madî çêbûye û girtekên lêkolîna cihê bûyerê yên têkildarî mijarê jî di îdianameyê de cih girtin. Di îdianmeyê de hat destnîşankirin ku AKP’iyan ji karmendên çewalên dengan nedane wan re wiha gotine: “Heke tu nedî em ê bibin bela serê te”, “Hilbijartin milbijartin nîn e, hilbijartinekî wiha nîn e, hilbijartin qediya”. 
 
‘DÎMENÊN AJANSA ME PARVE KIRIBÛN JÎ DI ÎDIANMEYÊ DE NE’
 
Dîmenên ajansa me ya têkildarî şewitandina dengan parve kiribû jî  di îdianameyê de cih girtin. Îdianame îşaret li dîmenên şewitandina konteynera çopê ku biraziyê Namzetê AKP’î Aslan Alî Bayik, Mustafa Îbrahîm Bayik jî tê de cih digirt kir û hat gotin ku Bayik şewata agirê konteynerê gur kiriye. Di lêkolîna li derdorê konteynera çopê hatiye kirin de hat diyarkirin ku pusulaya dengan û zerfên dengan hatine şewitandin. 
 
‘GOTINÊN XWE XELASKIRINA JI SÛC’
 
Di îdianameyê de hat gotin ku di dîmenan de sucdar Mehmet Bakir, Mehmet, Bekîr Samî Bayik; Metîn, Alî, Yaşar Dogrûyol; Cîhan, Cengîz, Levent Îzol; Alî, Serdar Bebe; Ahmet Baylan, Denîz Agiz, Hasan Basrî Yagir, Kemal Kûrşat Bûcak, Ahmet Mesût Bayûk, Mustafa Adak, Mustafa, Necatî Yuksekyayla, Ozkan Çetînkaya, Serhat Gumuşlu wek komî ketine li Navenda Ciwanan. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku sucdaran di îfadeyên xwe yên di pêvajoya lêpirsînê de qebûl kirine ku ketine li Navenda Ciwanan lê belê anîne ziman ku ew pusulayên dengan negirtine, neşewitandine û kesekî derb nekirine. Di îdianameyê de hat gotin ku gotinên sucdaran bi armanca xwe xelaskirina ji sûc hatine gotin, sûcên sucdaran bi delîlên hatine piştrastkirin. 
 
Di îdianameyê de destnîşankirin ku sûcên sucdaran hatine piştrastkirin û derbarê wan de ji 5 salan heya 11 salan cezayên hefsê hat xwestin. 
 
Îdianame ji hêla Dadgeha Cezayê Asliyeya Curnê Reş hatiye qebûlkirin lê belê roja danişînê hêj nehatiye diyarkirin. 
 
DER BARÊ BÛYERÊ DE
 
Di şeva 31’ê Adarê de sindoqên bi hejmar 1119 û 1120’an ên pusulayên dengan tê de bûn, ji hêla komek ji 48 kesan pêk dihat ku biraziyê namzetê AKP’î Alî Aslan Bayik, Mûstafa Bayik jî di nav de bû, hatin şewitandin. Dîmênên têkildarî bûyerê derketibûn holê. DEM Partî bi ferqa 521 dengan bi ser ket lê belê AKP’iyan îtîraz li encaman kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dîmenên şewitandina pûsûlayan hincet nîşan da û biryara nûkirina hilbijartinan da. Îtîraza DEM Partiyê kiribû jî hatibû redkirin. DEM Partî bi ser vê yekê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. YSK’ê îtiraz red kir û di 2’yê hezîranê de biryara nûkirina hilbijartinê da. 13 kesên têkildarî şewitandina dengan hatin binçavkirin. 7 kesên di 6’ê nîsanê de derketine pêşberî dadgehê hatin girtin, 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 7 kesên hatine girtin, bi ser îtîraza di 9’ê hezîranê hatiye kirin de hatin berdan. Di hilbijartina 2’yê hezîranê de hatiye nûkirin de hevserokên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîlê 10 hezar û 720 deng girtin. Namzetê AKP’î jî 7 hezar û 476 deng girtin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

08/08/2024
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî