Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e

  • rojane
  • 09:01 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku armanca dewleta tirk a bi êrişên li dijî Herêma Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Tirkiye dixwazê destkêftiyên başurê Kurdistanê ku kurdan bi berdelên mezin bi destxistine ji holê rake. PDK jî bi hevkariya xwe dibe şîrikê vê armanca Tirkiyeyê.”
 
Êrîşên ku dewleta tirk di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên girêdayî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, di tîrmeha 2024’an de li qadeke berfireh belav bû. Ji meha tirmehê ve dewleta tirk sewqiyatên leşkerî yên ku çekên giran jî di nav de şandin bejahiya navçeya Amêdiyê ya Dihokê û li herêmê noxteyên lêgerîna kontrolê danîn. Di encama bombebaranên dewleta tirk de heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran malbat jî neçar bûne ku koçber bibin. Li Kurdistanê û derveyî welêt bertekên gel ên li dijî hevkariya PDK’ê û êrişên dewleta tirk berdewam dikin. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê diqewimin ji nêz ve dişopînê rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'GEL BI DESTÛRÊ DIKEVE GUNDÊN XWE' 
 
Koyluoglû yê bi lêv kir ku dewleta tirk bi êrîşan dixwaze herêmê dagir bike, anî ziman ku Tirkiye li qadeke berfireh bi cih bûye û wiha got: “Tirkiye hem li herêmê rêyan çêdike, hem jî gundên herêmê vala dike. Heta niha 246 gund hatine valakirin. 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne. Ne tenê gund, navçeyên wekî Amêdiyê, Şêladizê, Bamernî û Dinartî jî di bin metirsiya valakirinê de ne. Niha Tirkiye li van herêman bi cih bûye. Heta niha dema ku derbasî herêmê bûn navendên demkurt ava dikirin, lê di van êrişên dawî de em dibînin ku hatina wan a li vir ne ji bo demeke kurt e. Qerekol ava kirine û niha li ser rêyan noxteyên kontrolê ava dikin û nasnameyan kontrol dikin. Dema welatiyek bixwaze biçe gundê xwe, divê destûrê ji rayedarên Tirkiyeyê bixwazê ku bikare derbasî gundê xwe bibe.”
 
PIŞTGIRIYA PDK'Ê YA BI TIRKIYEYÊ RE 
 
Koyluoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha domand: “Bi sedan malbat neçar man ku koçber bibin. Tirkiye bêyî piştgiriya PDK’ê nikare li van herêman bi cih bibe. Hem bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî vê rewşê heye, hem jî PDK ji aliyê lojîstîk, veguhestin, niştecihkirin, çêkirina rêyan piştgiriya lojîstîk dide Tirkiyeyê û heta bi danîna hêzên xwe yên çekdar li herêma ku baregehên Tirkiyeyê lê hene hevkariyê dike. An ku PDK dewleta tirk li dijî gerîla diparêze. Gerîlayên PKK’ê li herêmê şerekî pir giran dimeşînin. Taktîk û amûrên teknîkî yên nû bikar tînin. Gerîla bi taktîkên nû çalakiyên xwe zêde kirine. Em dikarin bibêjin ku gerîla li pêşiya dewleta tirk astengiyeke cidî derdixe. Tirkiye niha li herêma li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ye, ku rûbera wê 20 kîlometre kûr û 300 kîlometre dirêj e bi cih bû ye. Ev yek nîşanî me dide ku Tirkiye ji bo demeke dirêj hatiyê herêmê.”
 
'BERTEKÊN HEYÎ DIVÊ BÊN BIRÊXISTINKIRIN'
 
Koyluoglû destnîşan kir ku heta niha li dijî êrîşan ji aliyê partiyên Kurdistanê û rêveberiya Iraqê ve tu bertekên cidî derneketine û bi lêv kir ku ev jî bi xwe re xeteriyê tîne û wiha pê dê çû “Heta niha partiyên Başûr bertekeke cidî nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nedane. Partiyên weke Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran bertek nîşan dan. Partiyên ku weke partiyên Îslamî tên pênasekirin heta niha tu bertek nîşan nedane. Ji xwe PDK hebûna Tirkiyeyê ya li Başûr weke dagirkerî pênase nake. Li gor PDK'ê, Tirkiye ne dewleteke dagirker e. PKK ji bo Tirkiyeyê metirsiyeke û Tirkiyeyê jî li dijî vê yekê operasyonan pêk tîne. Çend partiyên ku nû derketine jî xwe weke bêalî nîşan didin. Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê tu bertek nîşan nedan, lê hevkarî jî nekirin. Lê berovajî vê yekê gelê herêmê li dijî van êrîşan bertekên cidî nîşan didin. Ne tenê li Başûr, li Iraqê jî ji aliyê gel ve bertekeke cidî heye lê ew bertek nayên birêxistinkirin ku pêşiya van êrişan bê girtin.”
 
'ARMANC JI HOLÊ RAKIRINA STATÛYA BAŞÛR E'
 
Koyluoglû, anî ziman ku armanca dewleta tirk bidestxistina destkeftiyên Herêma Kurdistanê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro metirsiya herî mezin a li ser destkeftiyên kurdan Tirkiyeyê. Tirkiye hebûna kurdan tunedihesibîne û destkeftiyên kurdan red dike. Hinek kes dibêjin ma hêza PDK’ê heye ku li dijî Tirkiyeyê şer bike. Hinek jî dibêjin çi pêwistiya Tirkiyeyê ji PDK’ê heye. Lê ew gotin propangandayên vala ne. Tu kes nabêje bila PDK li dijî dewleta tirk şer bike. Ji xwe tu bendawarî û heviyeke kesekî ya bi vî awayî jî nîne. Lê tu hez beyî piştgiriya hêzeke herêmî nikare biçe herêmekê bi cih bibe. Ji ber vê yekê ev gotin rastiyê nîşan nadin. Dibe ku armanca Tirkiyê ya sereke hebûna PKK’ê be. Lê armanca Tirkiyê ne tenê PKK ye. Ji sala 1981’an û vir ve Tirkiye êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Van êrîşan heta sala 2000’î berdewam kirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, 'Em ê li bakurê Sûriyeyê heman xeletiya li Bakurê Iraqê nekin.' Ango destkeftiyên li başûrê Kurdistanê weke xeletiyên xwe yên siyasî dibînin. Niha jî dixwazin ku van xeletiyan sererast bikin. Yanî çawa ku li Rojava êrîşî destkeftiyên kurdan dike, di heman demê de dixwaze statuya başurê Kurdistanê jî ji holê rake. PDK jî alikariya vê yekê dike. Ya ku PDK dike ji bo kurdan pênaseya wê xiyanet e. Heke PDK nikare li dijî Tirkiyeyê şer bike jî qet nebe bila alîkariyê neke. Ev êriş jî nakokiyên di navbera hêzên kurd de kûrtir dike.”
 
'PDK'Ê BI MHP YA LI BAŞÛR RE LI HEV KIR' 
 
Koyluoglû, bal kişand ser lihevkirina PDK’ê û partiya Tirkmenan a ji bo hilbijartinên Meclis û Walitiya Kerkukê û ev nirxandin kir: “Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hilbijartin asteng dikir. Tirkiye 2 sal in ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê pêk neyên astengiyan derdixe. Ji ber ku Tirkiye dixwest li Başûr encamekê bigire. Lê belê berxwedana gerîlayan jî armancên Tirkiyeyê bê encam hiştin. Yanî astengiya herî mezin a li pêşiya hilbijartinên başûrê Kurdistanê dewleta tirk bi xwe ye. Helbet vê yekê bi destê PDK'ê dike. Ji ber ku heke hilbijartin çêbibe, îxtimaleke mezin rêveberiya Başûrê Kurdistanê dê biguhere. PDK jî ji bo berjewendiya xwe naxwaze hilbijartin bên kirin. PDK bi hişmendiya, 'heke ku  ez ê li ser kursî nebim bila kurdekî din jî nebe'  bi Eniya Tirkmenan a faşîst re ku li dijî kurdan e li hev kir. Eniya Tirkmenan a li vir jî ne ji  MHP’a Tirkiyeyê cudatire.  Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku PDK bi MHP ya Başûr re li dijî kurdan li hev kir. Li Kerkûkê partiya yekem YNK ye. YNKê ji 16 kursiyên meclîsa Kerkûkê 6 kursî bi dest xist û bû xwediyê piraniya kursiyan. Lê PDK'ê ji bo ku YNK Walitiya Kerkukê bi dest nexe bi Eniya Tirkmenan re tifaq kir. Tirkmenan jî ev tifaq ragihandin. Helbet bandora Tirkiyeyê di vê tifaqê de heye. Ji ber ku PDK bi Tirkiyê re di nava tifaqê de ye û ji ber wê jî bi Eniya Tirkmenan re li hev kiriye.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

26/07/2024
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin