Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man

  • rojane
  • 09:09 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Tecrîda mûtleq a li Îmraliyê kete meha 41’emîn. Di vê serdemê de 574 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin bê encam man.
 
Rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Îmraliyê tê ragirtin ket meha 41’emîn. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an re bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di 3’yê adara 2020’an de bi awayekî rû bi rû bi malbata xwe re hevdîtin kir û herî dawî jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin kir. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bilî Abdullah Ocalan ji girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin jî 41 meh in agahî nayên wergirtin. 
 
574 SERLÊDAN BÊENCAM MAN
 
Rewşa tecrîdê ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "încommunîcado"yê tê binavkirin didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021’an û vir ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê 397 ên parêzeran, 177 jî yên malbatan bi komî 574 serlêdan hatine kirin. Lê hemû serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.
 
QEDEXEYÊN NÛ
 
Di demeke ku ji serlêdanan re hêj bersiv nehatiye dayîn de derket holê ku ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îmraliyê ve di 4’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsiplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Di biryarê de hinceta “cezayê dîsiplînê” nehate diyarkirin. Daxwazên parêzerên ên agahî û belgeyan ên têkildarî dosyayê nehatin qebûlkirin. Parêzer xwe amade dikin ku li dijî biryara “cezayê dîsiplînê” yê hatiye dayîn îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê bikin. 
 
SERLÊDANÊN HIQÛQNASAN 
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de rêxistinên hiqûqî, di nava mehê de serî li baroyên bajarên Riha, Îzmîr, Semsûr û Mêrdînê dan. Rêxistinên hiqûqî ji baroyan xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê tevbigerin.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di civîna xwe ya meha Hezîranê de piştî 3 salan biryar da ku biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya der heqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daye tê bicihanîn an na careke din bixe rojeva xwe. Komîte wê di civîna xwe ya di navbera 17 û 19’ê îlonê de pêk bîne de kontrol bike ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê û pêdiviyên wê tên bicihanîn an na. Heke Komîte pêwîstiyê pê bibîne, wê karibe îzahatekê ji Tirkiyeyê bixwaze ku çima ev biryar bi cih nehatiye anîn.
 
HELWESTA CPT’YÊ YA CIHEKAR
 
Geşedaneke din a girîng a di nava mehê de jî bû pêkanîna prosedura 10/2 a CPT’yê ya derbarê Azerbaycanê de. CPT’yê piştî serdanên salên 2020 û 2022’yan derbarê Azerbaycan a binpêkirin bi dawî nekirin û pêşniyar bi cih neanîn de benda 2’yemîn a xala 10’emîn a peymana bi dewletên alîgir re kirî esas girt û têkildarî binpêkirinan daxuyanî da. Ev helwesta CPT’yê di mijara Îmraliyê de helwesta wê ya cihekar raxist li ber çavan. 
 
NY’YÊ PIRSA ÎMRALIYÊ LI TIRKIYEYÊ KIR
 
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 18’ê hezîranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê dest pê kirin. 4 rêxistinên civakî yên sivîl ên ji Tirkiyeyê raporeke ji 49 rûpelan pêk dihat amade kirin û pêşkêşî komîteyê kirin. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din diqewimin cih girtin. 
 
Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya van raporan de destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyê deyne û biryarên îxlalkirinê yên hatin dayîn bi cih nayên anîn û ji Tirkiyeyê xwestin ku sedemên vê rewşê rave bike.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Dadê Fatîh Gungor ê li ser navê şandeya tirk axivî, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsên raportorên taybet bersivand. Gungor îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got ku berovajiyê raporên gelek saziyên sivîl, li girtîgehan rejîmek tecrîdê nîne. Gungor da zanîn ku hevdîtinên li Îmraliyê ji ber “qedexeyan” tên astengkirin û cezayên dîsiplînê yên tên dayîn û qedexeyên parêzeran parastin. 
 
SENATOR JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIR
 
Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şand. Savoldelli, di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bên dayîn. Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.  
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

09/08/2024
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin