Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin

  • rojane
  • 22:25 25 Tîrmeh 2024
  • |
AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Bazîdê de wiha got: “Em di serdemeke ku divê dengê aştî û edaletê bilind bikin de derbas dibin. Em ê bajêr bi bajêr, navçe bi navçe bigerin û rêxistinkirina vê bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edalet” de li eywaneke dawetê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê civîna gel li dar xist.  Ji bilî parlamenter û hevşaredaran gelek welatî beşdarî civînê bûn. Hatîmogûllari kesên tev li civînê bûn bi kurdî, tirkî û erebî silav kir. 
 
Hatîmogûllari, bertek nîşanî binçavkirina stranbêjan a serê sibê ya di dawetê de ji ber cilên herêmî da û wiha got: “Wisa ji rêzê ev operasyon pêk neanîne, tevî ku navnîşanên malan di destên wan de hebûne jî yek bi yek li deriyên cîranan xistine, weke ku taxê tacîz bikin û operasyon li dar xistine. Me ev çîrok di salên 90’î de gelek dîtin. Dawetên ji ber kurdî û erebî bi ser de hatin girtin, zava û malbatên hatin binçavkirin. Ev desthilat qasî ku em dibêjin di pirsgirêka kurd de çareseriyeke demokratîk û aştiyane, weke ku aqilê xwe xwaribe bi hinceta cilên me yên herêmî bi ser dawetan de digire û dixwaze gelê kurd mehkîmî wê tarîtiya salên 90’î bike.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku qasî ku desthilat zextê dike gelê kurd bêtir xwe bi rêxistin kir û xwest ku kesên hatine binçavkirin bên berdan. 
 
‘EM Ê BI BINDESTÊN WELAT RE BICIVIN’ 
 
Hatîmogûllari wiha domand: “Em îro li bajarê Ehmedê Xanî ne. Ji bo ku em kampanyaya xwe ya nan û edalet pêşvebibin îro em li Bazîdê li cem hev in. Em ê di serdemeke ku bihabûn û birçîtî zêde bûye de bi gelên xwe re, karker û kedkaran re civînan li dar bixin. Bêyî ku germa havînê guhdar bikin em ê biçin Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê. Em ê biçin bajarên din ên Kurdistanê. Em bi hilberîneran, cotkaran, dikandaran, jinên xizan û ciwanan re bicivin. Em ê bi kesên kaxizan kom dikin, teqawîdan, mamosteyên ku tayîna wan nayê çêkirin û hemû bindestan re bicivin.
 
 DIXWAZIN GEL XIZAN BIKIN
 
Berî ku AKP bibe desthilat Tirkiye di îxracata çandiniyê de di nava welatên cîhanê de di rêza 9’emîn de bû. Lê dema em niha dinêrin Tirkiye, genim, pembû û berhemên van tekstîl, qûmaş, ta dezî her tiştî îthal dike. Heke li Agiriyê piştgiriya sewalkariyê bê kirin dê hilberîn kêm bibe? Tevî ku li her çar aliyê Kurdistanê evqas çêregeh hene we çima sewalkarî xelas kir? Ji ber ku armanca wan ew e ku gel xizan bikin, gelên Tirkiyeyê xizan bikin.”
 
‘EM Ê NE TENÊ PIRSGIRÊKAN EM Ê PÊŞNIYARAN JÎ BIAXIVIN’  
 
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku di dema hevdîtinên kampanyaya xwe dê ne tenê pirsgirêkan li gel vê yekê pêşniyarên çareseriyê jî biaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partiyê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên aboriyê ku em diparêzin de divê ewilî nexweşxaneyeke baş li Agiriyê bê çêkirin. Divê teqez ji her mala ku pêdiviya wê pê heye mûçeyek bê girêdan, xizmeta perwerde û tenduristiyê ji aliyê cemaweriyê ve bi awayekî bê pere were dayîn. Em pirsgirêka nexweşxaneyê ya li Bazîd û Agiriyê baş dizanin. Ji ber ku niha nexweşxaneyeke baş nîne berê xwe didin Erziromê. Gelê Agiriyê bi zêdetirî ve heq dike. Divê îro mûçeyê kêmtirîn li Tirkiyeyê teqez nîviya sînorê xizaniyê be. Divê mûçeyê teqawîdan jî wiha be.” 
 
‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTÎ Û EDALETÊ BILIND BIKIN’ 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku dizanin ka nan û edalet çiqas girêdayî hev in û girîng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Wateyeke ku ji şer re bêjin na heye. Ev desthilat ev dewlet gelan bi hev re dide şer kirin û keda me dixwe. Ji bo ku ev pêkanînên antî demokratîk bi dawî bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Em ê weke hevserok, endamên MYK, PM li gel rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan vê yekê birêxistin bikin.”
 
 

Sernavên din

28/07/2024
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome
10:45 Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
10:21 Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
10:10 Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
09:23 Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
09:22 Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
09:20 Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
09:12 Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
09:09 Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’