'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'

  • rojane
  • 18:42 27 Tîrmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ku di daxuyaniya tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û civanên kurd de anî ziman ku berpirsê êrişên desthilata AKP û MHP'ê ye û got: "Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e."  

 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û hedef nîşandayîna civanên kurd ku bi starnên kurdî govend digerînin, ji ber wê jî dibin hedef û tên girtin, li baxçeya avahiya xwe daxuyanî da. Hevşeredarên Cizîrê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şirnex û Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin baneya şeredariya Silopiya de xebatan dimeşîne, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Zimanê me rûmeta me ye" dinivisî û dovîzên ku li ser "Zimanekî azad jiyaneke azad" "Ziman jiyan e" dinivisî hilgirtin.    
 
Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ziman û çanda kurdî tê hedef girtin û ev tişt anîn ziman: "Daweta ku gelê kurd bi sedsalan e wek kevneşopî li dar dixin, îro tê hedefgirtin. Parlamenterê me yê Mêrsînê Alî Bozan di dema daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de li ser vê mijarê axivî rastî êrîşan hat. Ez ji vir bang li desthilata AKP û MHP'ê dikim, dev ji van polîtîkayên qirêj berdin. Ev sed sal in dixwazin ziman û çanda gelê kurd ji holê rakin, lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayan çokan netewandiye û niha şin va jî wê netewîne. Em li vir banga gelê kurd jî dikin ku li dijî van polîtikayên qirêj heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin û li ber xwe bidin."   
 
'SÛCE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'    
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleyê Cahit Akil ve hat xwendin. Akil bi lêv kir ku bi salanê li dijî zimanê kurdî êriş hene û ev tişt gotin: "Bila tu kes êrîşkirina li ser zimanê kurdî ji xwe re rewa nebîne. Lewre her gel xwediyê mafê perwerdehî û xizmeta bi zimanê xwe bibîne ye. Ên dixwazin pêşî li vê bigirin sûcê mirovahiyê dikin. Polîtîkayên tunehesibandin û helandinê li hemberî gelê me bênavber tên bipêşxistin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de, li metropolan kurdên ku bi zimanê xwe distirên an jî diaxivin dibin hedefa êrîşên faşîstan. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Bingeha van êrîşan polîtîkayên deshilata AKP û MHP'ê û zimanê siyasetmedaran e. Ji ber vê roj nîne li hemberî zimanê me sûcek neyê kirin. Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd ên ku li ber stranên kurdî govend digerandin binçavkirin û di bin çavan de li wan merşa nîjadpersatan "bimrim tirkeyem" guhdarî kirin, şêwyekî îşkenceyê û sûcê mirovahiyê ye. Desthilata AKP û MHPê bi polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê dike û dahatûya gelên Tirkiyê dixe xetereyê."  
 
'BERPIRS DESTHILATA AKP Û MHP'Ê YE'    
 
Di berdewama axaftina xwe de Akil destnîşan kir ku berpirsê van hedef nîşandayinan desthilata AKP û MHP'ê yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî dawî li Wanê li hemberî xizmeteke civakî  ya ji bo peyayan ku li ser rê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn "pêşî peya"  rastî êrîşeke jêbirinê hat û li şûna wê dirûşmeyek nîjatperst a "Tirkiye Tirk e dê tirk bimîne" hate nivîsîn". Ev bi awayeke vekirî provakasyon e, zilm e, neheqî û heqaret e. Ev ne tenê neyartiya li hemberî gelê kurd e, di heman demê de neyartiya li hemberî gelan e. Gelê kurd gelekî demokrat, xwedî exlaq û xwedî keramet e. Li hemberî tu netewan û tu zimanan derneketiye. Dê tu carî zilm û neheqiyê qebûl neke. Divê bê zanîn ku em ê tu carî  serî li ber zilm û neheqiyê netewînin. Hewce ye êdî ev bê tehemulî ji holê rabe. Ev bingeha xwe ji siyaseta înkar û tunehesibandinê digire. Bi vê feraset û hişmendiya tunehesibandinê pisgirêkên Tirkiyê kronîk bûne. Mînakeke din a şênber ji ber ku kiryarên deshilahilata AKP û MHP’ê aniye ziman parlementerê DEM Partiyê birêz Alî Bozan di meclîsê de rastî êrîşê hat. Ev tişteke ne ji rêzê ye. Li hemberî vîna gel bêtehemilî heye. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Dîsa li Navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber ku di dawetekê de govend gerandine û li ser hesabên medya civakî yên faşîstan  hetine parvekirin şeş jinên kurd li Êlîh û Sêrtê hatine binçavkirin. Desthilata AKP û MHP’ê berpirsê van sûcan e. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin."
   
'BERXWEDAN Û PARASTINA ZIMANÊ XWE BIKIN'   
 
Akil di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî êrişên li ser ziman divê gel her qada jiyanê bike kurdî û wiha got: "Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek felatê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e. Em li vir dubare dibêjin çare dawî li siyaseta înkar, pişaftin, îzalasyon û tunehesibandinê anîne. Ên ku ji xwe re rêz û hurmetê dixwazin hewce ye pêşî ew dev ji bêrêziya xwe berdin. Em tu caran li hember mafê mirovî yên tu netewek  der neketine û em dê rê nedin kesekî jî ku li hember mafên me yên mirovî derkeve. Em êrîşên kesên ku desdirijiyê li ser çand û zimanê me pêk tînin jî tu carî qebûl nakin. Li hemberî van êrîşan hewce ye gelê me li herderê nerazîbûna xwe bilind bike û li herderê û her demê têkoşîn û berxwedana parastina zimanê xwe bikin û rê nedin zordestiyê."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
AMED
 
Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DESTAR têkildarî êrişên bi ser ciwanên govendê digerînin daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li parka Roboskî ya li navçeya Peyasê hate dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên bi ser “Ez bi kurdî dijîm” dinivîsand hatin hilgirtin û dirûşmên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût diyar kir ku berî her mafekî mafê jiyanê tê, divê ji bo demokrasiyê her kesek li hemberî mafên cuda rêzdar be û wiha got: “Di sedsala 21’emîn de bêhurmetiya li mafê gelên din tê kirin, nîşaneya faşîzmê ye. Faşîzma herî bitaluke faşÎzma ser ziman û çandê ye. Bila tu kes êrişên ser ziman rewa neke.”
 
‘EM Ê QET QEBÛL NEKIN’ 
 
Yakût bi bîr xist ku gelê kurd tu caran li hemberî êrişên serê xwe netewandiye û wiha pê de çû: “Gelê me divê di her şert û mercan de bi ser jiyana kurdewar israr bike. Em êrişên ser çand û zimanê xwe bi tu awayî qebûl nekin. Em jî divê li her derekê li dijî van êrişan xwedî bertek bin û têbikoşin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

28/07/2024
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome
10:45 Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
10:21 Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
10:10 Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
09:23 Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
09:22 Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
09:20 Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
09:12 Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
09:09 Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’