Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan

AMED - Bi hezaran kesên li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin, meş li dar xistin. Welatiyan bertek nîşandan û gotin: “Em ê xaka xwe nedin şîrketan.” 
 
Li Zozanên Hasandinê yên navçeya Pasûr a Amedê lêgerînên madenê hatin destpêkirin. Maden, dê bandorê li gundên Nêrçik, Şînas, Dimiliyan, Hêlin, Beyrok û İnikayê bike. Bi hezaran welatî li dijî lêgerîna madenan meş li dar xistin. Girseya ku li pêşiya Tubeya Hazir Baba hatin gel hev û bi dovîzên “Dest nedin jiyana xwezayî”, “Jiyana ekolojîk bi pereyan nayê firotin” û bi dirûşmên “Dest nedin xwezaya me” û “Destên dirêjî zozanên me bila bişikên” meş hat lidarxistin. Meş, heta cihê ku gundî weke Meydan pênase dikin berdewam kir. Hevşaredarê Pasûrê Mûrad Îpek, Baroya Amedê û şaxên odeyên Amedê yên girêdayî TMMOB’ê tev li bûn. Meş, bi qasî 3 km’an dom kir û piştre daxuyanî hate dayîn. 
 
'EM Ê DEV JI ZOZANÊN XWE BERNEDIN’
 
Ji şêniyên herêmê Ayten Çelîk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev der axa me ye. Em van deran nadin şîrketan. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê li dijî vê bisekinin. Em ê dev ji xak û zozanên xwe bernedin.”  
 
Şêniya bi nave Sidika Aslan jî wiha got: “Em ji bo ax û jiyana xwe hatin vê derê. Em ji bo parastina mafê xwe hatin. Em mal û milkê xwe ji wan re nahêlin. Em naxwazin ev şîrket bên vê derê. Bila kesên biyanî neyên axa me dagir bikin. Dê ava me ziwa bikin û jiyana me tune bikin. Em vê naxwazin.” 
 
Nevîn Emre jî got ku zêdetirî 20 sal in li herêmê şivantiyê dike û ev tişt anî ziman: “Hasandin mîna qazanê ye. Hem xelk ava vexwarinê jê digire hem jî ji bo avdanê. Em dev ji welat, xak û ava xwe bernadin. Em ê doza xwe bernedin.” 
 
Melayê bi navê Ahmet Aydenîz jî berteka xwe wiha nîşan da: “Ji Hasandinê heta Andokê 7 muxtarî ji Hasandinê sûd digirin. Em xaka xwe ji bo kesekê pêşkeş nakin. Bila kesên li me guhdarin jî bizanin, bila kesên vê daxwazê qebûl dikin jî bizanin ku 7 muxtariyên herêmê bi mezrayên xwe re ne, yek hêz in û li dijî vê ne. Em vê bi tu awayî qebûl nakin.” 
 
BARO: EM PÊVAJOYA HIQÛQÎ DIŞOPÎNIN
 
Li ser navê Baroya Amedê Resûl Almastaş axivî û wiha got: “Baroya me dê li dijî vê binpêkirina maf bisekine û têkoşîna li dijî rantê mezin bike. Em ê tevî xelkê herêmê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Projeyeke ku dê 7 tax û mezrayan texrîb bike nayê qebûlkirin. Weke baro dê piştevaniya me bi gelê herêmê re bidome.” 
 
Li ser navê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Mûrat Sari jî wiha got: “Em bi gelê xwe re ne. Kana madenê ne ji bo feydeya gel e. Dê zirarê bide dewlemendiya axê û avên sererd û binerd. Em ê pêvajoya ÇED’ê bişopînin û bi gelê xwe re bin.” 
 
'ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’
 
Ji Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn jî ev tişt anî ziman: “Em ê li vir lêkolînê bikin û em ê bibînin bê ka kesên dixwazin madenê çêbikin dê çi zirarê bidin me. Em ê bi gelê xwe re bin. Em spasiya gelê xwe dikin ku xwedî li xweza, çand, ax û nasnameya xwe derdikevin. Weke komeleyan ji bo li vir maden neyên vekirin a ji destê me tê em ê bikin.” 
 
Di daxuyaniya bi navê keyayên gundan hatiye xwendin de jî hat gotin ku ew naxwazin li herêmê lêgerîna madenan bê kirin û navendên madenan bên avakirin. 

Sernavên din

31/07/2024
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin