Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin

img
ŞIRNEX - Ekolojîstên li dijî talana xwezayê li quntara Çiyayê Gabarê li hev civiyan, wiha gotin: “Sûcek û qirkirineke organîzeyî tê kirin. Em ê xweza û civakeke azad ku dengê Şirnexê li Akbelenê vedide, berxwedana Çiyayên Kazê bi berxwedana Cûdî re bibe yek ava bikin.”
 
Di pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de li dijî talana xwezayê ya li Şirnexê daxuyaniyeke girseyî pêk hat. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterê Şirnexê M. Zekî Îrmez, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Seroka Giştî ya Tarim Orkam-Sen’ê Serap Baysal, Komeleyên Ekolojiyê yên Amed, Mêrdîn û Şirnexê , rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê û gelek kes beşdar bûn. 
 
Di daxuyaniya ku li quntarên Çiyayê Gabarê yê li bajaroka Deşta Darê ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hate kirin de pankarta “Em tu carî polîtîkayên li dijî erdnîgariyê qebûl nakin” hate vekirin û dowîzên “Qirkirina ekolojiyê û birîna daran bi dawî bikin” , “Jiyana xwezayî biparêze, pêşerojê misoger bike” , “Hebûna xwezayê pêşeroja me ye” hatin hilgirtin. 
 
‘SÛCÊN ŞER DI SERDEMA AKP’Ê Û MHP’Ê DE ZÊDE BÛN’  
 
Berdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ê daxuyanî xwend, bal kişand ser polîtîkayên netew dewletan ên li dijî gelê kurd û wiha got: “Bi deh salan e nasname û hebûna wan tune hatiye hesibandin. Sûcên şer ên dewletê li dijî gelê kurd pêk tîne, di dema AKP’ê û MHP’ê de zêdetir bûne, hatine asta ku gel nikare bêhnê bistîne.”
 
Şenbayram, qala qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: “Ev talanên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo rantê tên kirin, li Kurdistanê ji bilî rantê rêbazên şerê taybet di nava xwe de dihewîne. Polîtîkayên mêtîngeriyê yên li dijî gelê Kurdistanê tên pêkanîn, li ser bingeha hebûnên ekolojîk weke çeka bi rêbazên şerê taybet tê bikaranîn. Pratîka talankirina ekolojîk a li ser asîmîlasyon û tesfiyeyê, hema hema tevahiya Kurdistanê dorpêç kiriye. Kanên madenê, bendav û HES’ên bêhiqûq û nelirê ne hemû bajar û çoltar xistine bin zexta xwe.”
 
‘SÛCÊN ORGANÎZEYÎ TÊN KIRIN’ 
 
Şenbayram bal kişand ser şewata daristanan ku her sal bi taybetî li herêmên ku weke ‘herêmên ewlekariyê’ hatine ragihandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên ewlekariyê yên ku daristan û darên Kurdistanê bi taybetî yên li bajarê Şirnexê dişewitînin, di salên dawî de bi derxistina ji kokê ya daran li ser ji holêrakirinê sekinî ye. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kûreş, Komate yên Şirnexê bi destûra şer a li dijî xwezayê re bi qedexeya ‘walîtiyê ya 15 rojan’ a bênavber, birîna daran a bi kontrol pêk tînin. Li herêmên ku ji gel re qedexe dar ji aliyê cerdevanan ve ji kokê ve tên birîn û li ber çavan bi kamyonan ji bajarên cuda re tên veguhestin. Hemû îtîrazên fermî û sivîl ên hatin kirin, heta niha encam negirtine û di bin navê ewlehiyê de li Kurdistanê qirkirin tê kirin. Bi pêkanîna qirkirinên daristanan, di heman demê de bi vekirina qadên madenê ji bo yekdestiyan re sûcên organîzeyî û qirkirinê tên kirin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA BÊMIROVBÛNÊ TÊ MEŞANDIN’  
 
Şenbayram, destnîşan kir ku li Şirnexê pratîkeke şer a piralî di dewrê de ye û wiha domand: “Bi polîtîkayên xespkirina vîn, rant, talan û tunekirinê re, ku dewlet bi her şêwe lîstikan dilîze, li bajarê Şirnexê pratîkeke şer a pir rengî tê meşandin. Herêmên ku weke herêmên ewlekariyê hatine ragihandin, çêregehên qedexekirî, polîtîkayên faşîst û nijadperestî tên meşandin û hewl didin dewamiya jiyanî û jiyana bi hev re tune bikin. Bi vî şerê qirêj armanc ew e ku Kurdistanê bêmirov û bêzindî bihêlin û nasnameya gel ji holê rabikin. Li dijî vê pergala ku komkujiyên civakî û ekolojîk di nava hev de ne, ji bo ku careke din dengê xwe bilind bikin em li vir in.”
 
JI AKBELEN HETA CÛDÎ… 
 
Şenbayram, destnîşan kir ku sererd ne mal û milkê sermaye û desthilatê ne û herî dawî wiha got: “Feraseta ku komkujiya heywanan a li Meclisê bi qanûnan rewa dike û feraseta bêyî qanûnan nas bike daran qir dike jî heman e. Em ji birîna darekê re jî nabin temaşevan. Em ê xweza û civakeke azad ku dengê Şirnexê li Akbelenê vedide, berxwedana Çiyayên Kazê bi berxwedana Cûdî re bibe yek ava bikin. Weke parêzvanên xweza, jiyan û kedê, heta qirkirinên ekolojîk û qirkirinên zayendî biqedin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê xweza jiyan nabe” û “Xweza jiyan e, jiyanê biparêze” bi dawî bû. 
 
JI BO NEXŞERÊYÊ FORÛM  
 
Piştî daxuyaniyê girse ji bo forûmê pêk bîne derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Di forûma ku li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê hate kirin de rê û rêbazên ku li dijî talana xwezayê di pêvajoyên pêş de bên şopandin hatin axaftin. 
 
 

Sernavên din

31/07/2024
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû