Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe

  • jin
  • 13:32 29 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê ku bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em bi rêxistin in” konferansek li dar xist, peyama biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşînê ya li dijî feraseta zilam-dewletê û rêxistinkirina zêdetir da.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, bi rêxistin in” konferansek li dar xist. Konferansa ku li Salona Civînê ya Azîz Vûral a Şaxa KESK'ê pêk hat, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Mehkûm re (TUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Windayan re amade bûn. MEBYA-DER, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê û endamên meclîsê û her wiha gelek jin tev li bûn.
 
Konferans bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
‘TÊKOŞÎNA ÎTÎRAZÊ JIN DIDIN MEŞANDIN’
 
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Kaya di rûniştina yekemîn a konferansê de axivî û diyar kir ku şer û pevçûnên ku pergala serdest a mêr li Rojhilata Navîn û cîhanê dide meşandin her ku diçe zêde dibe. Kaya diyar kir ku daxwaza guhertinê ya gel û jinan û israra wan a têkoşîna jiyana demokratîk û azad a li dijî şer mezin bûye û destnîşan kir ku têkoşîn di heman demê de îtîraza civakî ya li dijî pêkhateyên netew-dewlet ên desthilatdar û zayendperest e. Zeynep got, “Jin pêşengiya vê îtîrazê dikin. Li dijî van êrîşên hikûmetên serdest ên mêr jin ji jiyan, maf û azadiya xwe gavekê jî paşve navêjin. Li ku derê bin, her kêlî bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê dengê xwe bilind dikin û serhildana xwe diqîrin."
 
‘EM TÊKOŞÎNÊ BERFIREHTIR BIKIN’
 
Kaya da zanîn ku li welat polîtîkayên tecrîd, bêhiqûqî, gendelî, tundî û qetlîamên li ser jinan û dozên komployê didomin û got, "Weke ku di encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de jî hat dîtin, derket holê ku jin wê destûrê nedin. Li dijî van polîtîkayan wê jin bi têkoşîn û berxwedana xwe ya rêxistinî derkevin pêş. Em baş dizanin ku cezayê bi sed salan li hevalên me yên di Doza Komploya Kobanê de hatine birîn ji bo têkbirina têkoşînê ye. Ji bo têkoşîna enternasyonalîst a li Kobanê bi gelê Kurd re li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin hat dayîn. Ev êrîş li dijî paradîgmaya me ya 'demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê' ye. Erka me ew e ku li hemberî vî cezayê ku li jinên ku di wekhevî û azadiyê de israr dikin, hatiye birîn em serî bilind bikin. Di şexsê hêja Fîgen Yuksekdag de bi israrkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû rêhevalên xwe yên jin ên di girtîgehan de dîl tên girtin, em têkoşînê berfireh bikin."
 
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BE’
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Wanê Gulşen Kurt axivî û diyar kir ku bi taybetî jin li dijî polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên hikûmetê têdikoşin û wiha got: “Fikrên jinan ji bo me gelek girîng in. Bi taybetî li Rojava têkoşînek bi pêşengiya jinan mezin dibe. Weke jin em li her qadê dixebitin ku şer çênebe û jin û dayik negirîn. Ji bo şer bi dawî bibe, pevçûn bi dawî bibin û aştî pêk were divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe." 
 
Kurt, anî ziman ku ji bo bidestxistina 14 şaredariyên li Wanê keda jinan gelekî mezin bû û destnîşan kir ku jin li hemberî nîqaşên li dijî pergala hevserokatiyê ya ku ketiye ber lêpirsînê, rawestiyan.
 
‘DIVÊ BERTEKÊN ŞERÊ TAYBET XURT BIN’
 
Kurt di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên di demên dawî de li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Êdî em nikarin tundî û qetlîaman tehemûl bikin. Bi van polîtîkayan li her qadê polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li kolan, tax, mal û kargehan divê em bertekên xwe mezin bikin. Li hemberî van şer, komkujî û polîtîkayên mêtingeriyê bi fikrên hevpar em çawa dikarin rêxistina xwe mezin bikin? Pêşniyarên we pir girîng in. Divê her heval di vê wateyê de biaxive.”
 
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
 
 
 
 

Sernavên din

31/07/2024
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin