Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e

img
AMED - Rojnameger Amed Dîcle diyar kir ku dewleta tirk hewl dide tevahiya Herêma Federe ya Kurdistanê dagir bike û sedema veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî wiha nirxand: “Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Ji destpêka tîrmehê heta niha jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kir. PDK jî piştgiriya îstîxbarî û lojîstîkî dide êrişan lewma gelek gund hatin valakirin. Dewleta tirk gelek komên paramîlîter ên li Sûriyeyê veguhest vê herêmê, noqteyên kontrolê danîn û nasnameya kontrol dike. 
 
DÎCLE: GAV BI GAV DAGIR DIKE
 
Rojnameger Amed Dîcle têkildarî êrişên didomin axivî. Dîcle, anî ziman ku êriş li herêma Behdînanê zêde bûne û êrişên li ser herêmên Asos, Bradost û Qendîlê didomin. Dîcle, wiha domand: “Tirkiye, bi hevkariya PDK’ê hewl dide herêma Behdînanê dagir bike. Li vê derê baregehên leşkerî ava dike û noqteyên kontrolê çêdike.” 
 
Bi domdarî Dîcle anî ziman ku Tirkiyeyê di nava 2-3 salan de stratejiya xwe guherandiye û piranî li qadên HPG lê tune ye û sivîl lê dijîn dagir dike. Dîcle, axaftina xwe wiha domand: “Dixwaze bi kontrolkirina qadên stratejîk re qadên tevgerê yên HPG’iyan teng bike. Gelek caran hewl dide sînorên Mîsak-i Mîllî bi dest bixe. Tirkiye dixwaze tevahiya xaka başûrê Kurdistanê îlheq bike. Lê di ferqê de ye ku nikare vê yekê di carekê de bike. Lewma jî hewl dide gav bi gav dagir bike. Di vir de PDK’ê jî rolek li xwe girtiye.” 
 
HESABA MISÛL Û KERKÛKÊ
 
Dîcle, da zanîn ku ji ber bombebaran û êrişan heta niha zêdetirî 600 gundên Herêma Federe ya Kurdistanê hatine valakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di meha tîrmehê de tenê li herêma Zaxoyê 45 gund hatin valakirin û zêdetkirî 20 noqteyên leşkerî hatin avakirin. Di navbera Zaxo û Amediyeyê de noqteyên kontrolê ava kirine. Tu liv û tevgereke HPG’ê li van herêman tune ye. Hêzên wan piranî li qadên çiyayî ne. Lê tevahiya van herêman hedef hatiye girtin.” 
 
Rojnameger Dîcle, têkildarî veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî ev nirxandin kir: “Ev rewş, têkildarî pêvajoya pêş hinek îşaretan dide. Tirkiye bi bêmirovhiştina herêmê re dixwaze vê herêmê bi temamî bike qada leşkerî. Dê malbatên çeteyên cîhadîst ên ji Sûriyeyê tîne li vir bi cih bike û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. Heke planên Tirkiyeyê bikevin meriyetê, dê PDK zêdetir di nava bajarên Hewlêr û Dihokê de tengav bibe. Wisa xuya dike ku PDK’ê ev rewş qebûl kiriye. Dibe ku Tirkiye piştre jî berê xwe bide PDK’ê. Di çarçoveya vê planê de bi sedan çete ji Sûriyeyê anîne Başîkayê. Li vir tu pevçûn tune ne. Ev yek, amadekariya ji bo demên pêş e. Hilbijartinên Kerkûkê paşde xistin û dixwazin rêveberiyeke li gorî daxwaza xwe ava bikin. Hesabên wan ên têkildarî Misûl û Kerkûkê bi vî rengî ne.” 
 
‘QANÛN HATINE BINPÊKIRIN’
 
Dîcle, diyar kir ku li Iraqê qanûn hatine binpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin hêza sereke çek e. Dema mirov li çarçoveya qanûnî dinêre, rewşeke derqanûnî heye. Mirov nikare qala Iraqeke yekbûyî bike. Hikûmeta Sudanî niha çavê xwe li dagirkeriyê girtiye. Bi Tirkiyeyê re çendek têkiliyên bazirganiyê danîne û ev geşedan zêdetir Herêma Kurdistanê eleqedar dikin. Hinek derdorên li Bexdayê ji vê dagirkeriyê aciz in. Dewleta Iraqê dê di demên pêş de cidiya vê dagirkeriyê fêm bike.” 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

03/08/2024
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin