Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!

ŞIRNEX- Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji ber ku tevlî çalakî û bernameyên partiya xwe bûye heta niha der heqê wî de bi dehan lêpirsîn hatine vekirin. Gungen diyar kir ku li Şirnexê ji xeynî DEM Partiyê ji her kesî re her tişt serbest e û got ku lê tevî hemû astengiyan jî ew ê dev ji tekoşîna xwe ya rewa bernedin. 
 
Polîtîkayên ku ji salên 1990’î û vir ve li Şirnexê tên meşandin her tim berdewam in. Bajarê Şirnexê yê ku bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet tê meşandin bi salan e bi pergala OHAL'ê ve tê birêvebirin. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet, qirkirina xwezayê didome û her cureyê êriş û polîtîkayên li ser herêmê tên meşandin ji aliye Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê ve bi çalakiyan tê xwestin ku bêşermezarkirin. Lêbelê beriya her çalakiya ku DEM Partî dixwaze li herêmê li dar bixe ji aliyê Walitiya Şirnexê ve qedexe tê îlankirin, avahiyên wan tên dorpêçkirin û çalakiyên wan rastî êrişan tên. Di encamê de jî der barê DEM Partiyiyan de lêpirsîn tê vekirin. Di nava 4 mehan de der barê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen de bi dehan lêpirsîn hatine vekirin û tevlîbûna wi ya her çalakiya partiya wi wekî sûc tê nîşandin. Gungen der barê mijarê de axivî.  
 
'XEBATÊN HILBIJARTINÊ JÎ HATIN ASTENGKIRIN'
 
Abdullah Gungen anî ziman ku xebatên wan ê hilbijartinê jî ji aliyê polîsan ve tim hatine astengkirin û wiha axivî: "Weki her partiyeke siyasî rêznameyeke partiya me DEM Partiyê jî heye. Em li ser vê xetê, li gorî qanûn û hiqûqê çalakiyên xwe û bernameyên xwe li dar dixin. Em li gorî rêznameya xwe kar û xebatên xwe didin meşandin. Lê mixabin ew ferq û cudahiya di navbera partiya me û partiyên din ê siyasî de li berçava ye. Em kengî bixwazin ku daxuyaniyekî bidin, meşekê li dar bixin em rastî astengiyön polîsan û qedexeyên welatiyê tên. Ew cudahiya di navbera partiya me û partiyên din ê siyasî de li ber çavan e. Partiyên din çi qasî daxuyaniyan bidin, meş li dar bixin û çalakiyên cuda li dar bixin ji wan re pirsgirêkê dernaxînin. Lêbelê em weke DEM Partî rastî her cureyê êrişan û astengiyan tên. Heta ku di hilbijartinan de jî nahêlin ku em kar û xebatên xwe bidin meşandin." 
 
'BI DEHAN LÊPIRSÎN HATIN VEKIRIN'
 
Gungen di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser qedexeyên walitiyê û got ku her xebateke wan tê îlegalîze kirin Û piştre jî der barê wan de lêpirsîn tê vekirin û got: "Heftiyek pêşiya her xebat û çalakiyên me Waliyê Şirnexê bi zanebûn ji bo astengkirina çalakiyê me di nava bajêr de qedexeyê radigihîne. Ev qedexeye jî hefteyekê yan jî 5 rojan didome. Ev qedexe bi temamî ji bo astengkirina xebatên me tê ragihandin. Lêbelê çi bibe bila bibe em ê di çarçoveya hiqûqê de kar û xebatên xwe bimeşînin. Di nava van 5 mehan de der barê min û hevalên me de bi dehan lêpirsîn hatin vekirin. Di encama van lêpirsînan de dema lêkolîn tê kirin ew bi xwe vala derdikevin. Bi temamî dixwazin ku xebatên me asteng bikin. Bi van kirinan dixwazin ku kar û xebatên me bidin sekinandin. Bi van lêpirsînan armanc dikin ku gav bi me bidin paş avêtin. Lêbelê ev lêpirsînên wan dê me netirsîne û dê pêşiya me nebe asteng. Lêpirsînên ku hatine vekirin jî heke ku di çarçoveya hiqûqê de bê lêkolîn kirin dê bê dîtin ku  ew bi xwe xwe dixapînin. Xebateke siyasî tu deran nayê îlegalîze kirin."
 
'HER GAVEKE ME LÊPIRSÎNEKE'
 
Gungen da zanîn ku li herêmê kar û xebatên her partiyê serbest e lê dema ku mijar dibe DEM Partî bi hinceta qedexeye tên astengkirin û rastî êrişan tên û got: "Partiyên din ê siyasî tevî qedexeya walitiyê jî dikarin li Şirnexê her çalakiyê li dar bixin. Lêbelê dema em dikin bi her awayî bajêr dorpêç dikin û heta ketin avahiya me jî li me tê qedexekirin. Bi van kirinan dixwazin ku têkiliya me û civakê qut bikin. Ev polîtikaye ne tenê ji hela walitiya Şirnexê yan jî rayedarên dewletê yê li vir ve tê meşandin, ev politikaya taybet yekser ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê meşandin. Li herêma me bikaranîna tiryakê, fuhuş, pişaftin pir zede bûye. Ji ber van polîtîkayan gelek ciwanan xwe kuştin. Rayedarên dewletê bi xwe jî vê dibinin lê pêşiya vê nagirin. Ji bo ku ciwanên kurd di nav xebatên siyasî de cih negirin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj didin meşandin. Lê ji bo ronîkirin û parastina civakê ya ji van polîtîkayan çi pêwîst bike û çi xebat bikeve li ser milê me em ê bidin meşandin. Her gaveke me lêpirsîne lêbelê em ê li hemberî van polîtîkayan, astengiyan çûk nedanîn." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

03/08/2024
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin