Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin

img

ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên ji meha çileya 2024’an heta meha hezîranê li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin, li avahiya komeleyê parve kir. 
 
Hat gotin ku rapor di encama hevdîtinên bi girtiyan re hatine kirin û serlêdanên ji bo komeleyê hatine kirin amade kirine. Komîsyonê, rapora xwe piştî hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyên li girtîgehên hejmar 1,2,3 û Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa T a Îzmîrê, girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 yên bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind ên Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê hatiye amadekirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê Aryen Turan rapor xwend. Turan, diyar kir ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, divê mercên înfazê yên giran bên sererastkirin. Turan, got ku divê tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bê bidawîkirin û destûr bê dayin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Turan, axaftina xwe wiha domand: “Derheqê piraniya girtiyên bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd çalakî li dar xistin de cezayên disiplînê hatine birîn.” 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Di berdewame de Turan anî ziman ku saziyên dewlet berpirsyarên mafê jiyanê ne û wiha pê de çû: “Lê rêveberiyên girtîgehan, dozgerî û rayedarên nexweşxaneyan hiqûqa gerdunî bin pê dikin û dibin sedema mirina girtiyên nexweş. Wezareta Dadê û hikûmet ji bo çareserkirina vê pirsgirêka kronîk tu gavan naavêje. Li girtîgehan girtiyên bi nexweşiya penceşêrê ketin û derfetên tedawiya wan pir kêm hene. Tevî vê jî nayên berdan û ji mafê xwe yê taloqkirina înfazê nikarin sûd bigirin. Rêveberiyên girtîgehan tenê girtiyên ku êdî mirina wan eşkere bûye tehliye dikin. Ev girtî jî demekî kin piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku li derve bi rêya tedawiyeke baş dikarin baş bibin nayên berdan û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.” 
 
QEDEXE 
 
Turan, bi lêv kir ku girtî rastî binpêkirinên weke tundî, heqaret, muameleya xerab û hwd. tên û wiha got: “Tedawiya girtiyên nexweş tên vehêlandin an jî nayên tedawîkirin. Mafên ragihandin û agahîgirtinê tên astengkirin. Li girtiyên nû ketine girtîgehê lêgerîna tazî tê ferzkirin; di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî muameleyeke biçûkxistinê tên. Mafên girtiyan ên weke pêwendiyên bi malbatê re, xwendina pirtûkan/nivîsandin, sihbet/spor û hwd. bi sepanên keyfî yên girtîgehan tên astengkirin.” 
 
SERDEGIRTINÊN QAWIŞAN
 
Turan, da zanîn ku li gelek girtîgehan serdegirtinên qawîşan mîna talanê tên kirin û wiha pê de çû: “Hefteyê carekê tên kirin, hemû alav tên belavkirin, gardiyan hişk nêz dibin û provakatoriyê dikin, sedema lêgerînan nayê zanîn û demekî kin piştre dîsa heman tişt tên kirin. Lêgerînên qawişan û yên di dema ketina girtîgehan de, tên suîstîmalkirin.” 
 
'POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN’ 
 
Turan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah li tevahiya girtîgehan belav bûyî bên bidawîkirin û Wezareta Dadê tavilê dawî li sepana astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bîne. Divê malbat û parêzer bikarin hevdîtinan bikin. Divê destûr were dayin ku lijneyên tenduristiyê li girtîgehan lêkolînê bikin. Ji bo saziyên pîşeyî yên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan bikarin biçin girtîgehan û lêkolînan bikin. Ji bo vê jî hewcehî bi sererastkirina qanûnê heye. Banga me li hemû rayedaran ew e ku li dijî binpêkirinên mafan peywira xwe bi cih bînin.” 
 

Sernavên din

11/08/2024
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin