PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - PADÊ ji encûmena dadweriyê ya Iraqê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê wê têbikoşin.
 
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtinê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Piştî biryarê Mekteba Siyasî ya PADÊ bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya derbarê biryara Encûmena Dadweriya Bilind a Dadgeha Federal a Iraqê eşkere kir.
 
Daxuyaniya çapemeniyê li navenda PADÊ ya li nehiya Sinûnê ya ser bi Şengalê ve hate dayîn. Daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û nûnerê wan ê Silêmaniyê Silêman Hecî ve hate xwendin. 
 
'DESTÛRA ME FERMÎ Û QANÛNÎ YE'
 
Silêman Hecî pêşî bal kişand ser kar û barên PADÊ û got: "Em bi navê gelê Êzidî û girseya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji we daxwaz dikin ku hûn bi awayeke berfireh li vê biryara ku we girtiye binerin. Ji ber partî li gorî lîsansa jimare 40 hatiye avakirin. Di sala 2017’an de ji aliyê Dezgeha Partiyên Siyasî yên Iraqê ve li gorî yasa û yasayên partiyên siyasî ava bûye. Partiya me 3 caran beşdarî hillbijartinan jî bûye. Partiyê ji dema avabûna xwe heta roja îro kar û barên xwe dike û ti karekî neyînî li dijî siyaseta partiyê nehatine tomarkirin. Hemû rêveber û endamên mekteba siyasî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin."
 
'BIRYAR PIŞTÎ HATINA ERDOGAN HATE DAYIN'
 
Silêman Hecî  biryar ji serdana Erdogan a ji bo Iraqê qut nenirxand û got: "Li gel hemû rêz û hurmeta ji bo nêrîna dadweriyê, dibe agahiyên ne rast di derbarê partî û girseya ku piştgiriya me dike de hebin. Bi taybetî ev biryar piştî hatina Erdogan hate dayîn."
 
Silêman Hecî nerazîbûn nîşanî dema eşkerekirina biryarê jî da û ev pirs li Encûmena Dadweriya Bilind a Dadgeha Federal a Iraqê kir: "Çima di vê roja salvegera jenosîda bi ser civaka me de hatiye de biryareke wisa tê girtin? Ma hûn çawa nêzî hestên birîndar ên gelê me dibin?"
 
'PARTIYA ME METIRSIYÊ NADE EWLEKARIYA WELAT' 
 
Silêman Hecî diyar kir, beriya biryar were eşkerekirin diviyabû lêpirsîn derbarê giliyan de hatiba kirin û wiha got: "Çima berî derketina hukmê dadweriyê, li ser vê babetê lêpirsîn venekirin? Li ser çi esasê pereyên partiyê ku di destê wan de ne têne desteserkirin? Me ev pere nedizîne û qiruşekî dewletê jî di nav de nîne. Me bi keda xwe, alîkariya civaka me ya Êzidî ya derveyî welat kar û barên xwe rêve dibir."
 
Silêman Hecî da zanîn ew ê ji bo betalkirina vê biryarê kar bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê ji bo dadgehên eleqederê dosyayêne hemû delîlên pêwîst pêşkêş bikin ku ti peywendiyeke me bi ti aliyeke derve re nîne. Hêvî dikin qanûn jî bêyî cudahî li ser her kesî were ferzkirin. Divê were zanîn metirsiya vê partiyê li ser ewlekariya welat nîne."

Sernavên din

11/08/2024
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin