‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'

img
STENBOL - Oguzhan Topalkara ê ÇHD’î diyar kir ku heke Tirkiye biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cîbicî neke,  dibe ku Konseya Ewropayê hinek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike. 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE KW) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê têkildarî biryara “binpêkirinê” ya di sala 2014’an de ku ji bo cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn dabû, binirxîne. Komîteya Wezîran dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive û kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya “binpêkirina mafê hêviyê” hatiye cîbicîkirin an na. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), beriya civîna Komîteya Wezîran agahî dan. Di agahdarkirinê de hat bibîrxistin ku bi biryara DMME’yê ya di 18’ê adara 2014’an de hatiye destnîşankirin ku cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert a Abdullah Ocalan, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye dîtin. 
 
Ji rêveberên ÇHD’ê Oguzhan Topalkara têkildarî agahdariya ji komîteyê re şandine axivî. Topalkara, da zanîn ku DMME’yê di sala 2014’an de biryar da ku binpêkirina “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan li dijî PMME’yê û di berdewamê de heman biryar ji bo girtî Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan jî daye. Topalkara, diyar kir ku Tirkiyeyê li gorî biryara DMME’yê tevnegeriya û li ser vê yekê rêxistinên civaka sivîl cara ewil di sala 2021’ê de serî li Komîteya Wezîran a KE’yê dane. 
 
Topalkara, bi bîr xist ku komîteyê ji bo têkildarî “Mafê hêviyê” di qanûnan de sererastkirin bên kirin, derheqê Tirkiyeyê de pêvajoya venêrînê daye destpêkirin. 
 
TIRKIYE ÇIMA GAVAN NAAVÊJE?
 
Topalkara, da zanîn ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de çi gavên erênî neavêtiye û wiha domand: “Tirkiyeyê li dijî biryara binpêkirina têkildarî mafê hêviyê dibêje; ‘Rayeya serokkomar a efûyê heye lewma dibe ku bide. Hukmên berdana bişert hene. Mercên ku hikûmxwarin muebbeta giran ên nexweşiya wan giran jê sûd bigirin hene.’ Biv ê yekê re dibêjin; ‘em cezayê muebbeta giran heta mirinê cîbicî nakin.’ Belê, heke hinek îstîsna nebin, li gorî qanûnên înfazê yên li ser kaxizê, hikûmxwarekê muebbeta giran dikare piştî 39 salan were berdan. Lê di TMK’ê de, di rayeyên dane serokkomar de her tim îstîsna hene. Dema ev îstîsna dikevin meriyetê, ew sererastkirina qanûna înfazê ji holê radibe û her kes heta dimire girtî dimîne. Lê belê di biryarên berê yên komîteyê de jixwe biryar hatiye gotin ku Tirkiye van mewzûatan biguherîne. Anku biryar dan ku îstîsnayên di TMK’ê de bên rakirin. Yek ji spartekên Tirkiyeyê jî sererastkirina mewzûatan bû. Yanî ji bo hikûmxwarên muebbeta girankirî ji bo bikarin derkevin, bêyî hincetan biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin. Ev yek hem pêşniyara DMME’yê hem jî ya komîteyê bû. Tirkiyeyê gotibû ku dê têkildarî vê plana çalakiyan derxîne lê rewşa heyî berevajî vê ye.” 
 
‘DI ENCAMA BAZARIYÊ DE EV 3 SAL IN BÊDENG IN’ 
 
Di berdewamê de Topalkara anî ziman ku komîte ev sê sal in li hemberî gavneavêtina Tirkiyeyê bêdeng e û wiha pê de çû: “Di civîna 17-19’ê îlonê de ev mijar dê bê nirxandin û ev gavekî erênî ye. Ev xemsariya komîteyê, ne ji ber ku Tirkiye li rêyên çareseriyê digere yan jî komîteyê dem daye lewma ye. Mixabin ev encama bazariyên polîtîk ên emperyalîzmê ne. Jixwe ji roja ev mijar hatiye rojeva komîteyê û ji roja biryara binpêkirinê ya DMME’yê heta niha Tirkiyeyê di mewzûatan de tu guhertin çênekiriye. Ev yek bi eşkereyî diqewimin û çapemenî belav dike lê komîte gav naavêje. Belê, mijara penaberan û bazariyên aboriyê yên bi Ewropayê re dibe sedema vê. Em dikarin bibêjin ku komîte di vê mijarê de jidil nîne. Ne tenê di mijara mafê hêviyê de, di biryarên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de jî heman tiştî dike. Komîte, ji ber bazariyên polîtîk bêdeng dimîne û civînan taloq dike. Ji 2021’ê heta niha dikariya 3 caran bicive lê neciviya. Xuyaye ku gef û şantajên Tirkiyeyê hene.” 
 
NAVEROKA AGAHDARKIRINÊ
 
Topalkara, daxuyand ku piştî komîteyê binpêkirina behsa xeberê girtî rojeva xwe, wan jî di çarçoveya prosedûra “9.2”yê de agahdarkirineke nivîskî ji komîteyê re şandine. Topalkara, axaftina xwe wiha domand: “Li gorî prosedûrê; heke biryara binpêkirinê were dayin lê welatê behsa xeberê cîbicî neke, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yê demokratîk dikarin saziyê agahdar bikin û bibêjin ‘bi biryara we nehatiye kirin û di mewzûat an jî cîbicîkirinê de pirsgirêk heye.’ Me jî wisa kir. Me got ku cezayê muebbeta girankirî li Tirkiyeyê heta girtî dimire didome û astengiyên hiqûqî hene. Me got; ‘li ser kaxizê ji bo berdanê yan jî ji bo mafê hêviyê çendek tişt hene lê di pratîkê de nayên pêkanîn û mewzûat rê nade vê.’ Lewma jî me got; ‘plana çalakiyê ya dewletê û pêşniyarên çareseriyê rast nînin.’ Dê komîte jî van agahiyan binirxîne û biryarekê bide.” 
 
‘XWEDÎ WÊ RAYEYÊ KU JI KONSEYÊ DERXÎNE’ 
 
Di berdewamê de Topalkara got ku heke komîte mekanîzmaya venêrînê bixe meriyetê, xwedî wê hêzê ye ku hinek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike û ev tişt anî ziman: “Dikarin mueyîdeyên madî ferz bikin, mafê dengdayînê bisînor bikin û Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derxînin. Heta niha ev qet nekirine. Di vê mijarê de tenê ji bo Azerbaycanê xwestin vê bixin meriyetê lê dema dê Azerbaycan ji konseyê bihata derxistin, Azerbaycanê girtiyê siyasî berda. Lê nizanim ji bo Tirkiyeyê dê wisa bikin an na. Ev girêdayî angajmanên polîtîk e. Lê pêvajo ewqas hêdî didome ku dê gelek dem bigire. Em nizanin bê ka dê gefên mueyîdena bi Tirkiyeyê gav bidin avêtin an na. Heke bikevin meriyetê, aboriya Tirkiyeyê dê hêj xerabtir bibe û ji bo pêşîlegirtina vê dibe ku gav biavêje. Hêvîdarim van binpêkirinên mafan ji holê rake, mafê hêviyê bi cih bîne.” 
 
BALKIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Topalkara, anî ziman ku hewldanên wan ên têkildarî binpêkirinên li girtîgehan didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem di asta neteweyî hem jî ya navneteweyî de didomin. Em her tim serî li CPT, NY û Konseya Ewropayê didin. Lê divê muxatabên me jidil nêz bibin. Nikarin Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di nava tecrîda girankirî de heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de ragirin. Weke hemû pêvajoyên din, ev pêvajo jî dê bi têkoşînê çareser bibe. Hem muxatabên me yên navneteweyî û hem jî dewlet dema têkoşîna me mezintir bû dê neçar bimînin guh bidinê. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 

Sernavên din

12/08/2024
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû