Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe

  • rojane
  • 10:14 10 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji parêzvanên mafên mirovan a navdar a Fransayê Genevieve Garrigos diyar kir ku tecrîd îşkenceyeke giran e û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Divê em dawî li polîtîkayên durû bînin û Abdullah Ocalan azad bikin.”

Li Girava Îmraliyê 41 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, nayê wergirtin. Mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye xespkirin. Rêberê PKK’ê di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Tirkiye hiqûqa xwe ya hundir û peyamên navneteweyî yên îmze kirî, binpê dike û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê didomîne. Li dijî vê yekê nerazîbûnên navneteweyî, zêde dibin.
 
Beriya demek nêz; siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan di nav de, 61 Fransiyan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û bang kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Endama Meclisa Şaredariyê û Seroka Berê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Genevieve Garrigos têkildarî rewşa li Îmraliyê, ji ANF’ê re axivî.
 
Genevieve Garrigos diyar kir ku armanca esas a nameya ji CPT’ê re hatî şandin, ew bû ku li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan demildest her kes bikeve nava liv û tevgerê. Garrigos wiha got: “CPT weke saziyeke Konseya Ewropayê, wezîfedar e ku şert û mercên girtîbûna Birêz Ocalan bişopîne. Weke Fransiyan me ji CPT daxwaz kir ku mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re, pêk were. Ku zêdeyî 3 salin destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em nizanin ka gelo rewşa tenduristiya wan başe yan na, jiyan dikin yan na. Ev rewş ji bo me çavkaniyeke fikarê ya mezin e. Girtî di bin tecrîdê de tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê ye, lê belê hemû peymanên navneteweyî yên ji bo mafê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re, binpê dike.”
 
‘TECRÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Garrigos diyar kir ku tecrîd weke cureyekî îşkenceyeke giran, dermirovî û muameleyeke biçûkxistinê tê qebûlkirin û ev tişt got: “Tecrîdkirina mirovan, hem li ser tenduristiyê hem jî li ser derûniyê bandorên cidî diafirîne. Şert û mercên heyî yên Abdullah Ocalan, rewşeke lezgîn û cidî nîşan dide. Tecrîd weke şêwazekî îşkenceyê, bi eşkere cezakirin û tolhildan tê qebûlkirin. Ji vê wêdetir bi taybetî tişta ku fikar dide mirov ew e ku em nizanin ka ev kes li girtîgehê ne yan na, rewşa tenduristiya wan baş e yan na, yan jî jiyan dikin yan na. Agahî negirtina ji Ocalan û hevalên wî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev rewş hemû fikarê didin mirovan û hikûmeta Tirk divê van mirovan êdî di van şert û mercan de negire, demildest dawî li vê pêkanîna xwe bîne.”
 
Garrigos destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo eşkerekirina raporê destûrê nade CPT’ê û ev yek nayê qebûlkirin û got: “Ev helwesta dewleta Tirk nîşan dide ku dibe li Îmraliyê pirsgirêkeke mezin jî çêbibe. Ev jî fikareke din bi xwe re tîne. Ji ber helwesta Tirkiyeyê eger em nekarin CPT neçar bikin ku vê raporê ji raya giştî re eşkere bike, wê demê em daxwaz ji komîteyê dikin ku serdaneke nû li Îmraliyê bike, mafên Abdullah Ocalan û girtiyên din bixe bin ewlehiyê û peywendî bi parêzer û malbatan re bê çêkirin.”
 
‘ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LÎDEREKÎ GIRÎNG E’
 
Garrigos bal kişand ser girîngiya rolê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt bilêv kir: “Birêz Ocalan ji bo Kurdan lîderekî siyasî yê girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê bikare tevlî muzakereyan bibe. Xaka Kurdistanê di nava welatên cuda de hatiye parçekirin, ji ber vê yekê rewşa heyî tevilhev bûye û divê em di ferqa vê yekê de bin. Kurd di roja me de yek ji gelên herî girîng û bêdewlet e; divê destûr bê dayîn ku xaka Kurdistanê ya hatî parçekirin, jinûve bibe yek. Ev jî encex bi rêya dîplomatîk û muzakereyên siyasî dikare bê serxistin û Abdullah Ocalan jî divê tevlî van muzakereyan bibe. Abdullah Ocalan lîdereke xwedî wê kêrhatinê ye ku dikare gelê Kurd bike yek.”
 
‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE’
 
Garrigos ragihand ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ girtîng e û divê piştgirî bê dayîna wê û got: “Di serî de Fransa û Belçîka ji xeynî dewletên endamê Konseya Ewropayê, ez bang li DYE’yê jî dikim ku ji bo berdana Abdullah Ocalan her tiştê pêwîst bike. Kurd, rû bi rûyê zextên giran ên hikûmeta Tirk dibînin. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Ji bo ku yekîtî li herêmê jinûve bê avakirin û aştî pêk were, mafên Kurdan were naskirin û garantîkirin. Kurdistan li herêmê dikare veguhere rewşeke aştiyane.”
 
Garrigos bal kişand ser helwesta Konseya Ewropayê û welatên Ewropayê ya li hemberî bêhiqûqiyên dewleta Tirk û got: “Ji ber berjewendiyên jeopolîtîk û peymanên koçberiyê, her tim Tirkiye tê efûkirin. Ez dixwazim bal bikişînin ser çend tiştan. Destpêkê, di hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê de, siyasetmedarên Kurd gelek şaredarî bi dest xistin. Ji sala 2019’an û vir ve, wezîfeya hin endamên meclîsa şaredariyê û şaredaran jê hate standin û hatin girtin. Heman rewş îro jî diqewime. Ev zextên li hemberî hilbijartiyan, divê bibe sedem ku fikarên Konseya Ewropayê zêde bibin. Weke endameke meclîsa Parîsê, ez derbarê rewşa van nûnerên Kurd ên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve tên tehdîdkirin, tacîzkirin û girtin, bi fikarim.”
 
‘EWROPA BI RENGEKÎ DURÛ NÊZÎ PKK’Ê DIBE’
 
Genevieve Garrigos herî dawî anî ziman ku nêzîkatiya Ewropayê ya li hemberî PKK’ê li herêmê rewşeke tevilhev diafirîne û ev tişt got: “PKK ji aliyê saziyên cur be cur ve weke ‘rêxistina terorê’ tê qebûlkirin, lê belê divê mirov bi bîr bixe ku Kurd di têkoşîna li Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê hatî dayîn de, weke leheng hatin dîtin. Dema ku Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ji aliyê Ewropayê ve weke leheng hatin îlankirin. Lê belê dema ji bo parastina mafên xwe û parastina xwe li dijî dewleta Tirk radibin jî weke komeke terorîst tên dîtin.
 
Ewropa nikare vê durûtiya xwe hîn zêdetir bidomîne. Nabe ku em ji nedîtî ve werin ku Kurd qurbanî otorîte û dîktatoriya Tirk bên kirin, nabe ku piştre ji em heman Kurdan daxwaz bikin ku li dijî DAÎŞ’a pir xeter şer bikin. Ev rewş nîşan dide ku hikûmeta Ewropayê û Konseya Ewropayê, ji bo parastina Kurdan zêde hewldanê nake û têkildarî vê yekê deyndar in.”
 

Sernavên din

12/08/2024
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû