AMED - Kampanyaya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin 10 meh li pey xwe hişt. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut got: “Heta azadiya fîzîkî pêk tê em ê paşgavê neavêjin."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, di 10’ê cotmeha 2023’yan de di asta navneteweyî de kampanya hate destpêkirin. Gelê kurd û dostên wan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, bi awayekî hemwext li 74 navendan daxuyanî dan û gelek nivîskar, rojnameger û hunermendan jî piştgirî dan.
Qonaxa ewil a kampanyayê di 17’ê sibatê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi tevlibûna sedhezaran kesan bi mitînga fînalê hat temamkirin. Di 1’ê adara 2024’an de jî gava duyemîn a kampanyayê hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Kampanyaya ku 10 meh li pey xwe hişt, niha derbasî qonaxeke nû dibe.
Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya kampanyayê de derketin pêş wiha ne:
10’ê Cotmehê: Siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnameger jî di nav de bi sedan dostên kurdan li 74 navendan starta kampanyayê dan.
20’ê Cotmehê: Gelê kurd û dostên wan li pêşiya DAdgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Strasbourg a Fransayê çalakiyeke protestoyî kirin.
21’ê Cotmehê: Êzidî û erebên li Şengalê piştgiriya xwe ya bi kampanyayê re ragihandin. Komeke parêzaran ên ji başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanyayê.
28’ê Cotmehê: Nivîskar, rewşenbîr û rojnameger jî di nav de 78 kesan li Stenbolê deklarasyona “Banga aştiyê” weşandin û bal kişandin ser çareseriya demokratîk û tecrîda li Îmraliyê.
29’ê Cotmehê: 172 sazî û dezgehan li navçeya Sûrê ya Amedê bi deklarasyona “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” weşandin û piştgirî dan kampanyayê.
2’yê Mijdarê: Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Meclisê daxuyanî dan û ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin.
3’yê Mijdarê: Li bajarê Luzernê yê Swîsreyê çalakiya zincîra mirovan hat kirin.
8’ê Mijdarê: Bi boneya salvegera hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê, li Parlamentoya Îtalyayê bi serenavê “Li Tirkiyeyê mafên siyasî û doza Abdullah Ocalan” daxuyanî hate dayin.
15’ê Mijdarê: Li bajarê London a Ingilistanê mitîng hat lidarxistin. Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî jî li Basel a Swîsreyê nobet da destpêkirin.
16’ê Mijdarê: Parlamenterên DEM Partiyê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.
17’ê Mijdarê: Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê meşa mezin hat lidarxistin.
18’ê Mijdarê: Ber bi Gemlîk a Bursayê ve “Meşa Azadiyê” hat destpêkirin.
27’ê Mijdarê: Girtiyên PKK û PJAK’î dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem-dorveger kirin.
29’ê Mijdarê: ÎHD’ê ji bo şandeyê bişîne Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.
3’yê Kanûnê: Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norweçê Andreas Sjalg Unneland rewşa Abdullah Ocalan xist rojeva parlamentoyê.
4’yê Kanûnê: Xizmên girtiyan li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiya “Nobeta Edaletê” dan destpêkirin.
9’ê Kanûnê: 44 rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bi meşekê banga çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya guftûgo û muzakereyan kirin.
10’ê Kanûnê: Di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan a Kûrewî - Global Ocalan Books Day” de li gelek cihan pirtûkên Ocalan hatin xwendin. Li Zurîh a Swîsreyê meş hat lidarxistin.
25’ê Kanûnê: Gelê Totonaca ku xwecihên Meksîkayê ne, ji bo azadiya Abdullah Ocalan toren li dar xist.
31’ê Kanûnê: Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji herêmên din ên Sûriyeyê serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.
2024: BANGA AZADIYÊ GIRSEYÎ BÛ
7’ê Çileyê: Nivîskar û hunermendên li Amedê deklarasyona “Em bibin dengê aştiyê”, gotin ku tecrîd û polîtîkayên şer krîza civakî kûrtir dike û ev tişt anîn ziman: “Divê ji guftûgo û axaftinê netirsin.”
8’ê Çileyê: Li bajarên Ewropayê ji bo Îmraliyê şandina kartpostalan hate destpêkirin.
15’ê Çileyê: Di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” de li Kantona Valaîs a Swîsreyê ji bo Girtîgeha Îmraliyê qert hatin şandin.
22’yê Çileyê: Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
23’yê Çileyê: Rêveberên Rêxistina ESP’a Stenbolê bi boneya piştevaniyê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin.
30’ê Çileyê: Dayikên di Nobeta Edaletê de li Meclisê daxuyanî dan û xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û ji bo azadiya fîzîkî gav bên avêtin.
1’ê Sibatê: Li Wan û Qersê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” hate dayin. Li gelek navendên Ewropayê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê hatin destpêkirin.
2’yê Sibatê: Li bajarê Berlîn ê Almanyayê meşeke mezin a piştevaniyê hat lidarxistin.
9’ê Sibatê: Rojnameya L’Humanîté ya Fransayê, deklarasyona bi serenavê “Kurdistan: Çareserî siyasî ye” ku ji hêla 61 kes û kolektîfan ve hatibû amadekirin di manşeta xwe de dît.
10’ê Sibatê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li bajarê Helebê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
15’ê Sibatê: Meşvanên Meşa Azadiyê yên gihiştin Amarayê, ev peyam dan: “Heta dengê birêz Ocalan digihije her kesî û pirsgirêka kurd çareser dibe dê têkoşîna me bidome.”
16’ê Sibatê: Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansa “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê bi ku de diçe” li dar xistin û got ku divê Abdullah Ocalan azad bibe.
17’ê Sibatê: Li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi beşdariya sedhezaran kesan meş û mitîng hat lidarxistin.
22’ê Sibatê: Ciwan, ketin avahiya CPT’yê ya li bajarê Strasbourg a Fransayê û çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
1’ê Adarê: Starta qonaxa duyemîn a kampanyayê hate destpêkirin.
8’ê Adarê: Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li gelek navendan jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin.
10-24’ê Adarê: Bi milyonan kesên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo pîrozkirina Newrozê daketin qadan, azadiya Abdullah Ocalan qîriyan.
4’ê Nîsanê: Di meşa “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” de ku bi boneya 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, peyama “Dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye” hate dayin.
4’ê Nîsanê: Girtiyan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin û biryara boykotkirina dadgeh, hevdîtinên telefon û yên rû bi rû dan.
6’ê Nîsanê: Bi boneya rojbûna 75’emîn a Abdullah Ocalan, li Swîsreyê meş hat lidarxistin.
13’ê Nîsanê: Li bajarê Mannheim ê Almanyayê û li bajarê Kopenhan ê Danîmarkayê mitîng hat lidarxistin û bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê hate şermezarkirin.
15’ê Nîsanê: Di mitînga li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) de bertekên li dijî KE û CPT’yê derketin pêş.
16’ê Nîsanê: 91 sazî û kesayetan ji bo Serokê CPT’yê Dr. Alan Mitchell li dijî tecrîdê bikeve nava tevgerê û şandeyekê bişîne Îmraliyê name şandin.
17’ê Nîsanê: Malbat û parêzerên Abdullah Ocalan têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên KE’yê re hevdîtin kirin.
18’ê Nîsanê: Malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bi rayedarên CPT’yê re hevdîtin kirin.
6’ê Gulanê: Xizmên girtiyan ên ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de, ji bo dengê xwe bidin bihîstin li 6 bajaran starta çalakiya “Deng bide azadiyê” dan.
8’ê Gulanê: Xizmên girtiyan ên çûyîn Enqereyê, xwestin bi Wezarate Dadê re hevdîtinê bikin. Lê hevdîtin hate astengkirin. Xizmên girtiyan jî ev daxuyanî dan: “Hûn qebûl nekin jî tecrîd heye. Em bi daxwaza rakirina tecrîdê hatin vê derê.”
8’ê Gulanê: Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî) ji bo CPT şandeyekê bişîne Îmraliyê nameyek şand. Zimanzan Noam Chomsky jî, gelek akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnamegeran jî name îmze kirin.
10’ê Gulanê: Xizmên girtiyan bi banga “Tecrîdê bi dawî bike” li Wan, Edene û Mêrsînê li pêşiya avahiyên AKP’ê dest bi çalakiyê kirin.
14’ê Gulanê: 27 parlamenter û senatorên li Spanyayê ji bo şandina şandeyekê ya Îmraliyê, name ji CPT’yê re şandin.
19’ê Gulanê: Ciwanên kurd ên li Marsîlyayê meş li dar xistin, wiha gotin: “Heta Ocalan azad nebe tu kes nikare bibêje ez azad im.”
25’ê Gulanê: TJA’yê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza “azadiyê” starta çalakiyên “Xwendinên heqîqetê” da.
29’ê Gulanê: Dayikên dixwestin têkildarî tecrîdê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin, hatin Enqereyê, dersokên xwe avêtin erdê û xwestin dengê wan were bihîstin.
3’yê Hezîranê: 95 rewşenbîr û nivîskarên li Almanyayê ji CPT’yê re name nivîsandin û xwestin tavilê şandeyek ji Îmraliyê re bê şandin.
7’ê Hezîranê: Senator, parlamenter, akademîsyen û serokên partiyên siyasî jî di nav de, 61 kesan li Fransayê bal kişandin ser rewşa Abdullah Ocalan û banga “Şandeyê bişîne Îmraliyê” li CPT’yê kirin.
25’ê Hezîranê: Di salvegera 12’emîn a çalakiya nobetê ya “Ji Ocalan re Azadî” de ku li pêşiya CPT’yê hatiye destpêkirin, çalakî hat lidarxistin. Bang li CPT’yê hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.
1’ê Tîrmehê: Rêxistinên mafên mirovan jî di nav de li Ingilistanê daxuyaniyeke girseyî hate dayin.
2’yê Tîrmehê: Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd protesto kirin.
4’ê Tîrmehê: Baroya Parîsê, binpêkirina mafê hevdîtina bi parêzeran re ya Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re şemezar kirin û ji Wezareta Dadê re nameya protestoyê şandin.
4’ê Tîrmehê: Girtiyan çalakiya xwe ya boykotkirina derketina dadgehê û hevdîtinên telefon û yên rû bi rû bi dawî kirin.
10’ê Tîrmehê: Bi beşdariya gelek pisporan li bajarê Moskovê yê Rûsyayê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û rewşa Abdullah Ocalan paneleke navneteweyî hat lidarxistin.
26’ê Tîrmehê: 69 kesên Xelata Nobetê wergirtin, li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî û serokkomarê AKP’î Erdogan re name şandin.
31’ê Tîrmehê: DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” dabû û Komîteya Wezîran a Ewropayê jî ev mijar xistibû rojeva xwe. Rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijraê Komîte agahdar kir.
7’ê Tebaxê: Parlamentera Partiya Keskan a Awistralyayê Abigail Boyd tecrîda li ser Abdullah Ocalan xist rojeva meclisê û xwest hikûmet di çareserkirina pirsgirêkê de rol bilîze.
ZUMURT: DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut pêvajoya kampanyayê nirxand û got ku di çarçoveya kampanyayê de li gelek deverên cuda yên cîhanê çalakî û xwepêşandan hatine lidarxistin. Zumurt, wiha got: “Bi van çalakiyan bersiveke xurt ji komployê re hatiye dayin. Heta em encamekê bi dest dixin jî ev têkoşîn dê bidome. Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê polîtîkaya Tirkiyeyê ye. Lewma me li gelek navendên cîhanê çalakî li dar xistin. Em dixwazin balê bikişînin ser polîtîkayên tecrîdê û qirkirinê. Armanca esasî jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”
Zumurt, axaftina xwe wiha qedand: “Dê çalakiyên me bidomin. Tirkiye hewl dide bi rêya zextan derhiqûqtiya xwe veşêre. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser birêz Ocalan, li dijî hemû gelan tê ferzkirin. Ji bo hêz û saziyên navneteweyî yên li dijî vê rewşê bi erk û berpirsyartiya xwe ranebin bixin nava tevgerê, xebatên xwe didomînin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome.”
MA / Delal Akyuz