ŞIRNEX - Rêveberiya Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî ya li ser telefonê li malbat û girtiyan qedexe kir. Ji Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay bertek nîşan da û got: “Sepaneke dermirovî ye û îşkence ye.”
Zext, zordarî û qedexeyên îktîdara AKP-MHP’ê yên li dijî ziman û çandê kurdî her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe ragihandin ku rêveberiya girtîgehê axaftinên bi kurdî yên li ser telefonan qedexe kirine. Li ser agahiyê, bi navê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay çû di 8’ê tebaxê de çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir. Tay, der barê binpêkirinên li girtîgehê û mijara behsa xeberê ji ajansa me re axivî.
‘AXAFTINA BI KURDÎ HATE QEDEXEKIRIN’
Parezer Tay, diyar kir ku girtiyan gotine ku piştî guhertina midûrê girtîgehê, binpêkirinên li dijî girtiyan derketine lûtkeyê. Bi domdarî Tay anî ziman ku axaftina bi kurdî ya malbat û girtiyan hatiye qedexekirin û wiha got: “Me bi girtiyên siyasî û edlî re hevdîtin kirin. girtiyan got ku midûrê girtîgehê guherî ye û bi vê yekê re zext û êriş zêde bûne. Kiriyarên midûriyeta nû ya girtîgehê li dijî qanûn, hiqûq û wijdanê ne. Girtiyan got; ‘Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku midûriyetê ji me re got hin nikarin li ser telefonê bi kurdî biaxivin.’ Ev zext, hem li dijî destûra bingehîn hem jî li gorî qanûna girtîgehê xelete. Mafeke wan ê wisa tune ye û ev yek dermirovtî ye. Ev bi tena serê xwe îşkence ye.”
HEMBÊZKIRINA ENDAMÊN MALBATÊ JÎ QEDEXE KIRINE!
Bi domdarî Tay destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê qedexe kiriye ku parêzer bi xwe re pênûs û lênûsê bibe girtîgehê. Tay, axaftina xwe wiha qedand: “Girtiyan gotin ku midûrê nû ji wan re gotiye; ‘Dema hûn radizên, ceyranên qawîşê vekirî bihêlin da ku ez bibînim bê ka hûn çi dikin.’ Ev sepan, derqanûnî ye. Girtiyan got ku di dema hevdîtinên bi malbatan re de jê re dibêjin ‘hûn nikarin wan hembêz bikin.’ Ev tişt, dermirovî ye. Sepanên keyfî xistine meriyetê. Ji ber qedexeya lênûs û pênûsê, min serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê got; ‘qanûneke wiha tune ye.’ Komîsyona me dê di roja sêşemê de dîsa biçe girtîgehê û raporekê amade bike. Sepanên salên 90’î yên weke ‘Bi tirkî biaxive, pir biaxive’ tînin bîra mirov. Dê têkoşîna me ya li dijî van derhiqûqtiyan bidome.”
MA / Zeynep Durgut