ANTALYA - Parêzer Ahmet Atiş da zanîn ku ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çû Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê lê ji ber ku li dijî lêgerînê derketiye, nehiştine hevdîtinê bike. Atiş, got ku ev sepan binpêkirina hiqûqê ye.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Atiş, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, di 9’ê tebaxê de çû girtîgehê. Atiş, ji ewil ji cîhazê X-rayê derbas bû û piştre hat xwestin ku ser wî lêgerînê bikin. Atiş li dijî vê sepanê derket û wiha jê re hate gotin: “Fermana teqez a midûr beg heye. Em nikarin derveyî wê fermanê tevbigerin.” Nehiştin Atiş ê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike.
'DERHIQÛQTÎ YE’
Atiş, da zanîn ku dema ji cîhazê X-rayê derbas bûyî tu hişyarî çênebûn û wiha got: “Tevî vê jî xwestin lêgerînê bikin. Ev yek derî hiqûqê ye. Heke sepanên wiha yên derhiqûqî li hiqûqnasan bên ferzkirin, xwedê dizane li girtiyan çi ferz dikin. Sedema zêdebûna binpêkirinan, polîtîkayên girtîgehan e. Gelo ev şexs vê hêzê ji ku digirin? Ji polîtîkaya necezakirinê digirin. Girtîgeh ji kontrolan re girtî ne. Her tişt girêdayî keyfa dozgerê girtîgehê û midûrê saziyê ye. Dem bi dem jî ji bo li gorî polîtîkaya şer a hikûmetê tevbigerin, zextên xwe yên li ser parêzer û girtiyan zêde dikin. Ji berê ve li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê binpêkirin hene. Bi taybet jî li hemberî girtiyên siyasî sepanên li dijî mewzûatê hene. Heta radyoya girtiyan ji kantînê girtine jî desteser dikin. Nahêlin pirtûk û rojname bigihijin ber destê girtiyan. Bi belge û girtekên derew û xelet cezayên disiplînê li girtiyan dibirin.”
BANDORA TECRÎDÊ
Bi domdarî Atiş anî ziman ku tiştên diqewimin girêdana xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heye ku ev 41 meh in agahî jê nayên girtin û wiha pê de çû: “Bi tecrîda Îmraliyê re hewl didin civakê bi temamî bixin tecrîdê. Êdî hate astekî wisa ku tehemûlî zimanê kurdî jî nakin. Êdî tehemûla wan a ji bo du peyvên bi kurdî yên hişyariya trafîkê jî nema ye. Di mewzûata heyî de şertên hevdîtinê yên hikûmxwarekî hene. Li gorî qanûnên dewletê bi xwe derxistiye, kesekê bi cezayê muebbeta giran hatiye cezakirin, hevdîtina wî/wê ya bi malbat û parêzeran re di mewzûatê de eşkere ye. Lê ev bû çar sal tecrîd didome. Di cîhanê de mînakeke wiha tune ye. Tecrîdeke derhiqûqî heye.”
Atiş, da zanîn ku dê têkildarî derhiqûqtiya lê hatiye kirin serlêdana sûc bike.