TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike

  • rojane
  • 12:50 12 Tebax 2024
  • |

AMED - TJA'yê têkildarî rewşa êzidiyan daxuyanî da û wiha got: "Em ê; ji bo êzidî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafên wan her bidomînin. Em di serî de bang li jinan û hemû gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi êzidiyan re."

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî rewşa êzidiyên ku ji ber gefên êrişan ên li ser xwe kampên PDK’ê diterikînin, li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Amedê daxuyanî li dar xist. Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a DBP'ê û DEM Partiyê, parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya kurdî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî ve û metna tirkî jî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Bîrsen Kurtbogdu ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji fermanên li ser êzidiyan re êdî bes e, divê statûya êzidiyan were nasîn" hat vekirin. 
 
Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye: 
 
"Di vê pêvajoya ku em wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn binav dikin de; qeyrana piralî ya Modernîteya Kapîtalîst li her aliyê jiyanê belav bûye. Di çar perçê Kurdistanê de şer û êrişên didome; Şerê Rûs-Ûkrayna û herî dawî jî dagirkirina Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve êdî şerê cîhanê yê sêyemîn şênber dibe. Di van hemû şeran de; mêtingeriya baweriyan; ligel nijadperestî, mesebperestî û zayendperestiyê tev bûne yek êrişî ser gelan û nemaze êrişî ser jinan dikin. Îro li ber çavê hemû dinyayê dewleta dagirker ya Îsraîl; bêyî ku bibêje; ev jin e, zarok, kal pîr sivîl e bi deh hezaran Filistînî dikuje qetil dike. Di serî de; kuştina Jin û Zarokan bi gelemperî vê wehşeta li ser gelê Filistînê em nalet dikin. Em berxwedana jinên Filistîniyan bi rihê piştgiriyê wana silav dikin! 
 
REJÎMA AKP-MHP ÊRIŞÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDAN DIKE 
 
Îro li çar aliyê Kurdistanê ji aliyê hêzên hegemon ve li ser gelên Kurdistanê êrişên xwe bi dijwarî didomîne. Rejima Sûrî û Çeteyên bi navê Dîfa El Watanî ku girêdayî wan in; di 6ê Tebaxê de êrişê ser Dêrazorê ya di bin Rêveberiya Herêma Xweser de ye kirin. Di wê êrişê de zarok jî di navê de bi giştî 13 kesan qetil kirin, 12 kes jî birîndar bûne. Em baş dizanin ku esil hedef û armanca wan Şoreşa Rojava ya Jinê ye. Dîsa armanca wan; vîna ku bi şoreşa jinê re di nava gelan de bûye jiyaneke hevpar bi xwe ye. Sedemê êrişkirina wê jiyana ku bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' hatiye afirandin tirs e. Lewra jiyaneke di nav aştî û demokrasiyê de pêk were; di nav kodên netew-dewleta mêtinger ya serweriya mêr de nîne. Li aliyê din; di Tirkiyê de rejima AKP-MHP êrişî ziman, govend, cilûberg bi giştî êrişê çanda gelê Kurd dike. Herî dawî li Esenyurta Stenbolê diavêjin ser şahiya dawetê, xwediyê dawetê bi tevî hunermendan ve digrin binçav dikin. Em ji vira bang dikin; qet tu hêzekî dê nikaribe me ji govenda me ya azadiyê û tilîliyên me dûr bixîne! 
 
GEŞEDANÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 
 
Rejima AKP-MHP ya dijminê Kurd, di Tirkiyê de ku vêna dike; di Rojhelatanavîn de bi tifaqên qirêj û hevkariyê li Kurdistanê dixwaze destkeftiyên jin û gelan desteser bike. Îro PDK; bi AKP-MHP re tifaqên bêbext dike û êrişên ser Kurd û Kurdistanê organîze dike. PDK ya xiyanetkar îro ji bo Êzidiyan gef û tehdîtek mezin e. Piştî serdana Erdogan ya Iraqê û şûn de Konseya Daraz ya Bilind a Iraqê biryara girtina; Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî (PADÊ), Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Partiya Eniya Tekoşîna Demokratîk da. Aliyekî de bi vê hawî hewl didin siyaset û tekoşîna demokratîk ya Kurdan asteng bikin li aliyê din jî; bi girtina PADÊ re Xweseriya Şengalê dixwazin ji holê rabikin. Di vê salvegera dehemîn ya fermana 74’emîn de girtina vê biryarê welê rasthatinek nîne. Biryar tunehesibandina baweriya civaka Êzidî û vîna wan e. Dîsa tê wateya berdewamkirina êrişên DAIŞê ye.
 
ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê 
 
Ji vir deh sal berê PDKê; Şengal û civaka êzidî radestî hêza herî tarî ya cîhanê DAIŞ'ê kiribû. Ev hê di bîra me de ye û li ber çavên me ne. 73 fermanan hatibûn serê  civaka êzidî, di 3yê tebaxa 2014an de bi êrişên DAIŞê ser Şengalê re bi komkujiyeke din re rû bi rû man. Piştî vê komkujiyê bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran hatin desteserkirin û bi sedhezaran Êzidî ji warên xwe bûn. Êzidî bi vê 74emîn fermanê re tenê bi qetlîamên herî bi xwînî re rû bi rû neman, di heman demê de; li ber çavê hemû dinyayê komkujiyeke mezin ya jinan pêk hat. Em dizanin ku feraseta Netew-Dewlet ya mêrê serwer; li ser beden, nasname û baweriya jinê ji bo xwe werdigerîne qada şer. Li gor çeteyên hêza tarî DAIŞê sed mixabin di Şengalê de ev pêk hat. Herî kêm 7 hezar jin û zarokên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatin desteserkirin, ew revandin birin. Hê jî qe nayê zanîn ku ew jin zarok li ku ne. Bi taybetî DAIŞê jin û zarokan wek ‘Xenîmeta Şer’ ew dîl girtine. Bi awayeke pergalî destdirêjî li wan hatiye kirin. Li ser jin û zarokan zext û pêkutiyên veguherîna olê (dîn) hat kirin. Di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi hezaran zarok hatin pişaftin-asîmîlekirin.
 
DIVÊ PDK DEMILDEST DEV JI LÎSTIKÊN XWE BERDE
 
Rejima AKP-MHP ya ku gelek caran têkiliyê wan û DAIŞê hatiye çespandin û ketiye bin qeydan; ev dijminahiya Kurdan êdî ji xwe re wek polîtîkayekê bijartine. Li ser Şengalê ev polîtîkaya xwe ya dagirkirinê hê jî didomîne. Ya ku li ser Şengalê dixwaze pêk bîne û hê di roja me de jî ev êrişên didomin tev nîşana konseptekê ye. Çawa ku xwe dispêre deh hezaran salan ya koka Êzdayetiyê ku havêynê civaka Êzidî û li ser çand û kevneşopiya xwe mane dixwazin vêna ji kokê ve rabikin, ew tune bikin. Ev AKP-MHP ku wekî sondxwariyê dijminatiya Kurdan girtine ser xwe; ger bi awayeke fizîkî Êzidiyan nekaribû tune bikin vê carê jî ew neçarî radestbûniyê bikin. Ew bê vîn û bê hêz bihêlin. Armanca wan jî ew mekanîzmaya ku li Şengalê ava bûye tesfiye bikin. Êzidiyan teslîm bigrin. Bi vê hawî ji xwe re esas digrin û bi awayeke pir alî û berfirehî vê neyartiya xwe didomînin. Deh sal berê çawa ku PDK bingeha komkujiya Êzidiyan amade kiribû; di roja me de jî ketine dû komployan; ku bi sedhezaran Êzidiyan ji war û ocaxa wan bikin, ew neçarî koçkberiyan dikin. Êzdiyên ku di bin kontrola PDK de, wek penaber di warê xwe de dijîn; îro êdî bi fikar û tirs dijîn. Ji wê boneyê jî berê xwe dane Şengalê, bi şûn ve dizivirin. Lewra li ser wan planên pir qirêj tê organîzekirin. Li Zaxo, li Dihokê di mizgeftan de mele; êdî bi awayeke eşkere li ser kuştin û bi her awayî desteserkirina malên Êzidiyan fetwa didin! Êzidî xistine hedefa Kurdên misilman. Ango dîsa Kurd bi Kurdan bidin kuştin fetwa didin. Em li vira bang li PDKê dikin; demildest ji vê lîstik û planên xwe yên li ser Êzidiyan vegere! 
 
BANGA PIŞTEVANIYA JI BI ÊZIDIYAN 
 
Ka tu ewilî hesabê wê xiyaneta xwe ya ku te ew Êzidiyan li ber çavê hemû dinyayê firot, terkî qedera wan kir û tu bûyî sedemê kuştina bi hezaran Êzidiyan bide! Em Jin dê tu cara wê sekna we ya xiyanetkar ku ji bo berjewendiyê xanedaniya xwe ya rojane we kir dê ji bîr nekin. Sedemê komkujiyeke dive bibe jî hun bi xwe nin! Ger ku îro Jin xwedî li heqîqetê der tên û berê xwe didin paşerojeke azad ya di pêşengiya jinê de, civaka Êzidî tê parastin; bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji jiyaneke nû venagerin, jê naqerin; bersiva wan ya ji yên di şer de israr dikin re aştî ye; ev dide nîşandan ku dawiya we nêzîk e! Em ê; ji bo Êzidî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafên wan her bidomînin. Em di serî de bang li jinan û hemû gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi Êzidiyan re!" 
 
KAYA: DIXWAZIN HEMAN KOMKUJIYÊ PÊK BÎNIN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û wiha got: "Qirkirina li ser civaka êzîdi li ber çavên hemû cihanê çêbû. Dîsa dixwazin heman tiştî pêk bînin. Em wek jinên azad ji hemû jinên cihanê re dibêjin; ew tişta bi destê PDK'ê tê kirin, em li dijî wê bisekinin. Em li dijî wan polîtîkayan nesekinin dê komkujî berdewam bikin." 
 
 

Sernavên din

15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin