Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn

  • rojane
  • 09:02 13 Tebax 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Rojnameger Aras Îbrahîm diyar kir ku serkeftina YNK’ê ya li Kerkûkê dê bandorê li herêmê û êrişên dewleta tirk bike û wiha got: “Planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê têk çûn.” 
 
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê di 10'ê tebaxê de li paytexta Iraqê Bexdayê bi beşdariya 9 encûmenan civiya. Di divînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê YNK’î Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin. 2 endamên PDK’ê, endamekê Eniya Tirkmenan û hinek ji endamên Eniya Ereb tev li civînê nebûn. Bi diyarbûna walî re kurd daketin qadan û serkêftina YNK'ê pîroz kirin. 
 
 
Rojnameger Aras Îbrahîm
 
Dewleta tirk a ku li ser Kerkûkê xwedî gelek planan bû, hewl dida bi alîkariya PDK’ê mudaxileyî diyarkirina walî bike. Armanca Tirkiyeyê ew bû ku walîtiyê ji destê kurdan derxîne û rêveberiyeke ku planên wê bikare cîbicî bike bide avakirin. Lê hewldana wê têk çû. Rojnameger Aras Îbrahîm ku li herêmê rojnamegeriyê dike û rewşê ji nêz ve dişopînê, geşedanên dawî yên li Kerkûkê nirxand. 
 
‘HEMÛ PLANÊN WAN TÊK ÇÛN’
 
Îbrahîm anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo cîbicîkirina planên xwe yên “Mîsak-î Mîllî" dest li hilbijartinên Kerkûkê werda û ji bo vê jî PDK bi kar anî. Îbrahîm, bi domdarî wiha got: “Di hilbijartinên Iraqê de di serî de dewleta tirk, bala her kesî li Kerkûkê bû. Bi sala ye Tirkiye ji bo Kerkûkê tevî ‘Mîsak-î Mîlliyê’ bike dixebite. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de jî di vê çarçoveyê de kar kir. PDK’ê di hilbijartinê de li rex dagirkeran cih girt. Lê lihevkirina PDK, Eniya Tirkmen, hinek hêzên sune û şovenîst ên ereb nekarin rê li ber serkeftina YNK’ê bigirin. Her tim li gorî daxwazên dewleta tirk a dagirker tevgeriyan lê hemû planên wan têk çûn.” 
 
‘ÇAVÊN HÊZÊN HEGEMON LI KERKÛKÊ YE'
 
Bi domdarî Îbrahîm destnîşan kir ku bala hemû welatên ewropî û hezên hegemon li ser Kerkûkê ye û wiha pê de çû: “Em dibînin ku planên dûv û dirêj ên welatên ewropî, DYA û Brîtanyayê ji bo Kerkûkê hene. Bi taybet ji bo petrolê tim di nava wan de xirecirek heye. Ji ber rewşa jeopolîtîk, Kerkûk tim balê dikişîne. Kurdan nexwestin li Kerkûkê heman encama Mûsilê dubare bibe. Lihevkirinê hêz û peymanên herêmî bi ser ket. Kerkûk xwedî li vîna xwe derket. Helbet ev serkeftin a partî û hêzên kurdî yên weke Tevgera Azadî û hinek hêzên din jî bû. Piştî vê serketinê dê dengvedanên nû derkevin. Bi taybet dewleta tirk a dagirker dê çi bike nayê zanîn.”
 
‘PDK MALA KURDAN WÊRAN DIKE’ 
 
Di berdewamê de Îbrahîm hevkariya PDK’ê ya bi Eniya Tirkmen re bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Encamên hilbijartinê dê bandorê li Kerkûk û herêmên binîqaş bike. Ev hilbijartin piştî zextên yekcar ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo hemû aliyên herêmî ku demek diyarkirî hatibû nîşandan pêk hat. PDK a bi salan dijayetiya Rêkan Cibûrî û hêzên erebên sûne jovenîst dikir ku Xemîs Xencer nûnertiya wê dikir, ji bo vê firsendê jî ji destê kurdan derxîne, li ser daxwaza Tirkiyeyê ev kes kirin mêhvanê mala xwe. Ev rûyeke din ê xiyaneta PDK’ê ye. Ya ku PDK dike tenê wêrankirina mala kurdan e. PDK niha jî hewl dide li gel tirkmen û erebên şoven li dijî encaman îtîraz bike. Sûdanî dê piştgiriyeke baş bide Kerkûkê lê siyaseta Brîtanyayê ya li herêmê û hatina şîrketeke wê ya petrolê û hebûna hêzên DYA’yê, bi xwe re rewşeke hem aram hem ne aram tîne.” 
 
‘DÊ BANDORÊ LI ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ JÎ BIKE’
 
Rojnameger Îbrahîm got ku encamên hilbijartinê dê bandorê li êrişên dewleta tirk jî bike û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku Tikiyeyê ne dixwest li Kerkûkê YNK bi ser keve. Tirkiye çawa ji bo Silêmaniyeyê dibêje ‘piştevaniya PKK’ê dike’, ji bo Kerkûkê jî di nava heman hewldanên êrişê de ye. Tê texmînkirin ku bi destê PDK û tirkmenan êriş bike. Dibe ku çeteyên DAIŞ’ê jî bi kar bîne da ku aramiya herêmê xera bike. Bi vê yekê dê bixwaze nîşan bide ku YNK nikare bajar birêve bibe.” 
 
‘HERÊM DIHAT VALAKIRIN’
 
Îbrahîm, axaftina xwe wiha qedand: “Serkeftina YNK’ê dê aramiyê bîne herêmê. Gelek qadên siyasî û îdarî ji destê kurdan hatibûn derxistin. Herêm gav bi gav dihat valakirin û ereb lê bicih dikirin. Bi taybet jî Rêkan Cibûrî bi îmzekirina belgeyan mal û zeviyên kurdan da ereban. Lê ev texrîbat dikare bên sererastkirin.”
 
MA/Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin