Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin

  • rojane
  • 09:26 16 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Li Esenyûrtê polîsan avêtibû ser dawetekê. Xwediyê dawetê Tahsîn Kirçak anî ziman ku careke din jî heman tişt hatiye serê wan û got: "Ger careke din çêbibe em ê dîsa bikin. Çimkî em mafdar in. Em xwe bêdeng nakin." 

Polîsan di 10'ê Tebaxê de li Esenyûrt a Stenbolê avêtin ser dawetekê û xwediyê dawetê û muzîkjen jî di nav de 9 kes binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li Qereqola Kiraçê hatin berdan, 3 kesên din jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û û muzîkjen S.O. jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Xwediyê dawetê Tahsîn Karçik û muzîkjen Hozan Mûcahît ên di serdegirtinê de hatin binçavkirin, behsa bûyerê kirin. 
 
BERÊ JÎ AVÊTINE SER DAWETA WAN
 
Xwediyê dawetê Tahsîn Karçik, diyar kir ku polîsên bi cil û bergên sivîl dîmenên dawetê kişandine û paşê hatine ser dikê û mudaxeleyî muzîkjenan kirine. Karçik got: "Polîsan ji hunermend re gotin, 'Em ê tenê GBT'ê bikin.' Piştre polîsan bi bêtêla di destê xwe de bang kir û tax hat dorpêçkirin. Dema me pirsî, 'Çima hûn vê dikin?' Gotin, milet nerihet dibe, ev qas mirov ji bo çi tên vir?'"
 
Karçik diyar kir ku hin kesan bertek nîşanî helwesta polîsan daye û ji ber vê 9 kes bi awayekî ji paş de hatine kelemçekirin û got: "Di Hezîrana 2023'yan de jî polîsan bi ser daweta me de girt. Wê demê nêzî 10 kes birin. Hatin em birin. Piştî fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû em birin. Bi daxwaza girtinê em sewqî dadgehê kirin. Bêyî delîlek hebe em girtin. Em belesebeb 100 rojî di girtîgehê de man." 
 
‘EV GEL NE GELÊ BERÊ YE'
 
Karçik ku bûyerê wekî "netehemmulkirina li hemberî çanda kurdî" nirxand wiha got: "Wan qelebalixiya dwwetê tehemul nekir. Hatina cem hev a ev qas kurdan hezm nekirin. Li Mêrsîn, Êlih û gelek deverên din ciwanên govend gerandin girtin. Wek ku siyaseta tirsandina gelê kurd tê meşandin. Em heta niha hebûn û dê ji niha û pê d ejî hebin. Em ê her tim li hemberî kesên ku dixwazin zimanê me û çanda me qedexe bikin hebin." 
 
Hozan Mucahit (Mûcahit Tûcî) diyar kir ku bi salan e di dawetên kurdan de derdikeve ser dikê û diyar kir ku binçavkirina wan a ji ber stranên kurdî nayê qebûlkirin. Mucahît got: "Em birin midûriyeta polîsan. Her wiha zarokekî ku ne merivê xwediyê dawetê bû û tenê ji bo muzîkê hatibû wir, binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Beriya ku parêzerên me bên midûriyeta polîsan  hewl dan kaxezekê bi me bidin îmzekirin. Me jî got heya em nexwînin em îmze nakin. Piştî me xwend jî me îmze nekir." 
 
Mucahît bi bîr xist ku piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan tenê muzîkjen sewqî dozgeriyê hatine kirin û got ku bi vî awayî tê xwestin ku hunermendên kurd bêdeng bikin. Mucahît wiha got: "Lê em ê hunera xwe bi zimanê xwe û çanda xwe bikin. Em ê tim stranên xwe bibêjin." 
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

19/08/2024
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN