Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike

  • rojane
  • 16:08 21 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmet destnîşan kir ku divê gel xwedî li hêzên xwe derkeve û got: “Divê hikûmeta Şamê Rêveberiya Xweser nas bike.” 
 
Komxebata ku bi pêşengiya PYD’ê bi dirûşma “Pênasekirina nasnameya kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de” tê lidarxistin, li Eywana Zana ya bajarê Qamişloyê didome.
 
Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di beşa duyemîn a komxebatê ya bi navê “Nasnameya kurd a siyasî û birêxistinbûyî ya piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî ya li Sûriyeyê” de axivî.
 
Îlham Ehmed diyar kir ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re guhertinên mezin çêbûne û got: “Nêzî 13 sal ji destpêka pêvajoya krîza Sûriyeyê heta îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê di çareseriyê de doza kurd asteke girîng girtiye. Li Sûriyeyê û Rojava pêvajoyeke têkoşînê heye. Ji 2011’an ve ketiye qonaxeke din. Beriya şoreşê têkoşîna ku bi rêya partiyên kurdan li Sûriyeyê dihat meşandin, di asta xwe de birêxistinbûyîn ava kirin. Vê ji 2011’an ve rengekî cudatir girt. Di hundirê Sûriyeyê de pêvajoya bidestxistina maf, çand, têkiliyên gelan pêvajoyeke nû da destpêkirin.”
 
‘MÎRATEYA TEVGERA AZADIYÊ HEYE’
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku mîrateyeke Tevgera Azadiyê li Sûriyeyê û Rojava heye û wiha behsa destkeftiyên şoreşê kir: “Ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd gelek berdel hatin dayîn. Ji bo wê gelek destkeftî hatine bidesxistin. Hinek kom, alî yan jî kesayet li dijî vê destkeftiyê dixebitin. Bi taybet zimanê kurdî dixin hedefa xwe. Bi zanebûn dijberiyê dikin û hinek jî ne di wê zanebûnê de ne. Mînak; dibistanên me yên zimanê kurdî qebûl nakin an jî zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê. Ev şaş e, ji pêşerojê bêbawerbûn e. Bi deh hezaran zarokên ku di dibistanên me de perwerdeyê dibînin hene.”
 
‘HESRETA KURDAN LI VIR PÊK HAT’
 
Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Ne pêkan e em vegerin beriya sala 2011’an. Nêzî mîlyonek xwendekar hene. Ev hişmendiya xwe neîqnakirin û têkoşîna bêpêşxistin esas dixwazin, mafê civakekê binpê bike. Hesreta hemû kurdan ew bû ku rojek were em zarokên xwe bişînin dibistanan. Îro ew hesret li vir pêk hatiye. Lê bi xurtayî derdora vê armancê nekombûyîn vê lewaz dike. Ev siyasetên dijber têkoşîna gelê kurd lewaz dikin. Divê civaka me rê nede vê. Ev deskeftiya herî girîng û bingehîn a şoreşê ye.”
 
‘BÊPARASTIN NABE’
 
Îlham Ehmed îşaret bi hêzên leşkerî yên şoreşê kir û got divê hemû gel xwedî li hêzên xwe derkeve û wiha berdewam kir: “Yek ji destkeftiyên me yên din hêzên me yên leşkerî ne. Bi vê hêza me re cîhan koalîsyonan çêdike. Ev îmkan dê wê ber bi rewabûnê ve bibe. Hebûna hêzên parastinê pêwîstiyek e, nebe nabe. Ew kesên ku hemleya reşkirinê dikin nexweşiyên derûnî pê re hene û bi zanebûn vê dikin. Divê em hêzên xwe biparêzin û pê serbilind bin. Cîhan dibêje ev hêzeke disîplînkirî ye. Hêza me di vê astê de tê qebûlkirin.”
 
‘JI KOMÎNAN HEYA MECLISAN DESTKEFTÎ HENE’
 
Îlham Ehmed diyar kir ku li dijî hemû êrişan saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser kar in û got: “Di sazîbûna Rêveberiya Xweser de ji komînan bigire heta meclisan û saziyan destkeftiyek e. Rexneyên me li ser hene lê divê em reş nekin. Li dijî saziyên me yên xizmetguzariyê êrişên dewleta Tirk hene. Li dijî ew qas êrişan saziyên me li ser kar in. Ne rast e ku em li dijî sazîbûnê bisekinin. Em heta mirinê bi destkeftiyên şoreşê re ne. Tenê di halê wê de nehêlin, bi pêş bixin. Tevlîbûna bi îrade ji sazîbûnê re girîng e.
 
‘BI TIFAQA GELAN PÊŞÎ LI ÊRIŞAN HATE GIRTIN’
 
Yek ji destkeftiyên şoreşa kurd, avakirina hişmendiyeke nû ye. Ger li gorî vê hişmendiya nû jiyan hatiye birêxistinkirin wê demê şoreş pêk hatiye. Lê bi temamî ev pêk nehatiye. Dîroka kurdan her bi berdxwedanê hatiye. Edî berxwedana kurdan ji bo jiyana nû ye. Di şoreşa me de ev têkoşîn tê kirin. Bi israr vê sazîbûna me têk bibin lê ev sazîbûn ji bo jiyaneke nû ye. Bi tifaqa gelan re me pêşî li gelek êriş û planan girt.”
 
‘DIVÊ MAFÊN BINGEHÎN WERIN DAYÎN’
 
 Bi goina “Bingeha çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê li ser çareserkirina doza kurd dê çêbe” Îlham Ehmed bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta Şamê ya li hember doza kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mafê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê cihkirin. Divê mafê me yê bingehîn bi cih bibe. Mafê xwebirêxistinkirinê divê bi cih bibe. Ji vir û şûn ve divê rejîm guhertinan bike. Sîstemeke xweseriyê ya nenavendî divê qebûl bike û divê dewlet bibe nenavendî. Yan dê me qebûl bike yan jî berê rejîmê dikeve dîwarekî din. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek civîn hatin kirin. Rejîm heta ji dayîna 2 saet perwerdeya bi zimanê kurdî direve, yanî înkarek tam ji maf, zimanê kurdî re dikin. Ji partiyeke kurdî re ruxsetê nadin.”
 
ROLA CIVAKÊ
 
Îlham Ehmed bal kişand ser tifaqa partiyên Kurdan û anî ziman ku divê gel rola xwe bilîzê û wiha nirxand: “Tifaqa kurdî yan jî neteweyî tê gotin ku ger di nava partiyan de lihevkirin çênebû, tê wê wateyê ku tifaqa neteweyî tune ye. Lihevkirina di asta jor de girîng e. Lê gotina ev nebe nabe jî şaş e. Esas civak dikare di vê mijarê de rol bilîze. Ger civak di vî warî de bi israr be, xwedî îrade be, bawer bikin dê di hundirê hefteyekê de partiyan bîne ser maseyê. Heta niha civakê rol nelîstiye. Yan erk negirtine yan partî nehiştine yan jî roleke biçûk dane wan. Divê civak bibêje yan hûn ê werin yan hûn nekin em we hemûyan qebûl nakin. Divê civaka me xwe bike xwedî konsept û proje.”
 
DERFETÊN MEZIN HENE
 
Îlham Ehmed herî dawî anî ziman ku li pêşiya Kurdan firsed jî xetere jî hene û got: “Israrek li Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê heye ku nasnameya kurdî neyên naskirin. Mînak li Başûr her destkeftî jê hat girtin, bi tifaqa dawî re Tirk anîn Başîkayê. Ev tê wateya ku dosyaya Iraqê dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê birêvebirin. Hewldanên wan hene ku hemû deskeftiyên kurdan hilweşînin. Tirkiye roleke mezin dilîze. Dewleta Tirk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemîne di nava tifaqan de ye, Dêrazor mînaka vê ye. Wêneyê heyî ne reş e, xetere tê de heye lê derfetên serkeftinê jî hene. Pêwîstî li xwedîderketin, parastinê heye.”
 
Komxebat bi nîqaşan didome.
 
 

Sernavên din

23/08/2024
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê