Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan

  • rojane
  • 15:01 23 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza destnîşan kir ku destek reş ê navxweyî û destek îstîxbaratî bû sedem ku dewleta tirk van her du rojnamevanan qetil bike. 
 
Balafirên şer ên  Tirkiyeyê di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê jî birîndar bû.
 
'HER SÊ KES JÎ ROJNAMEVAN IN' 
 
Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza der barê êrişê de daxuyaniyek ya çapemeniyê li dar xist. Kemal Heme Reza wiha got: “Bêguman di encama destekê reş ê navxweyî û destek îstîxbaratî de, îstîxbarata dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd xist. Beşek ji dezgehên ragihandinê yên xapandinê belav kirine ku her sê kesên bûne qurbanî şervanên PKK’ê ne. Ew her sê kes rojnamevan in û ti pêwendiya wan bi siyasetê re nîne.”
 
Kemal Heme Reza da zanîn ku bi taybet dixwazin destnîşan bikin ku Gulistan Tara xelkê Batman ya bakurê Kurdistanê ye û 3 sal bû bi awayekî azadane li Produksiyona Chatrê karê rojnamevaniyê dikir.
 
Kemal Heme Reza der barê Hêro Behadîn de jî got: “Hêro Behadîn li Silêmaniyê ji dayîk bûye û xelkê gundê Tîmarin bû. Her wiha Rêbîn Bekir jî ku di êrişê de birîndar bû bi heman şêweyî xelkê bajarê Silêmaniyê ye.”
 
Kemal Heme Reza herî dawî bang li her kesî kir ku bi eşkerekirina rastiyan li dijî van dezgehên xapandinê hişyar bin. 
 
'BÊDENGÎ SIVÎLAN DIKUJE' 
 
Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Di pileya yekem de sedema ku destê dewleta Tirk a dagirker vekiriye û bombebaranan berdewam dike, bêdengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojnamevan û sivîlan şehîd dixe. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêmê sedema berdewambûna bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirke. Wek tê zanîn dewleta Tirk nêzîkî 50 km hatiye nav Herêmê û rojane welatiyên sivîl dike hedef.”
 
'ROJNAMEVAN NE XWEDÎ ÇEK Û HÊZ IN' 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Mixabin îro du rojnamevan şehîd bûn. Em vê êrişa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Li gorî yasaya navnetewî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr were xistin, ger di nav şer de jî bin, nabe rojnamevan bên hedef girtin. Em ê bûyera îro bigihînin hemû rêxistin û federasyonên navneteweyî. Em hêvî dikin ku ev karesata dawî ya dijî rojnamevanan be, ji ber ku rojnamevan ne xwedî çek û hêz in. Lê ger agir gihişt me, divê em jî xwedî helwest bin da ku carek din bi vî awayî rojnamevan nebin qurbanê pirsgirêkên li herêmê.
 

Sernavên din

27/08/2024
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
17:00 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
16:22 Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
16:06 Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
15:44 Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
15:19 Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
15:17 Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
14:57 Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
14:23 DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
13:51 Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn
12:58 Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
12:28 Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
12:27 Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin