Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin

  • rojane
  • 10:31 26 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe didomin. Hat diyarkirin Tirkiyeyê di êrişên xwe yên ji sala 1983`an ber bi îro ve li Bakurê Kurdistanê 247 welatî qetil kirin. 
 
25’ê Gulana 1983`ê artêşa Tirkiyeyê ji Bakurê Kurdistanê 5 kîlometrayan sînor derbas kir û yekêmîn êrişa ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ev 41 salin Tirkiye bi balafirên şer, balafirên keşfê û topbaranê komkujiyan li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Wargeha Pênaberan Mexmûrê pêk tîne. Li gorî daneyên fermî hatine tomarkirin, di encama êrişên ser Başûrê Kurdistanê de bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dan ketine û bi sedan jî birîndar bûne.
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) êriş û encamên di navbera sala 1983’yan heya 25`ê Tebaxa 2024`an ên Tirkiyeyê pêk aniye berhev kir. Dîrok û encamên van êrişan wiha ne: 
 
* Di salên 1986-1987'an de artêşa Tirkiyeyê êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Di bombebaranê de kampên PDK`ê jî hatin hedefgirtin. Di encama êrişan de gelek welatî û peşmerge hatin qetilkirin.
 
* Di 28'ê Çileya 1994'an de êrişeke hewayî de gelek sivîlên ku neçar man ji Bakurê Kurdistanê koç bikin û xwe li Zêlê girtibûn, hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de gelek sivîl hatin qetilkirin.
 
* Di sala 1997’an de Çiyayên Mêrge Hewşê, Xinêre û Lolanê hatin bombebaran kirin, 25 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
* Tirkiyeyê di 15'ê Tebaxa 2000'î de êrişî 100 konên koçeran ku li deşta Kendakolê ya di navbera Xinêrê û Lolanê de hatibûn vedan kir. Li wir 50 kes hatin qetilkirin, 25 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 21'ê Tebaxa 2011'an balafirên şer nêzî gundê Bolê yê li ser rêya Kortek-Ranyayê erebeyek hedef kir, di encamê de 7 sivîl ku 4 jê zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê dîsa heman gund hate bombebaran kirin û di encamê de çend welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
 
* Di 1'ê Tebaxa 2015'an de balafirên şer gundê Zergelê yê li Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 jê jin (yek dûcanî bû) 27 kes bi giranî birîndar bûn. 
 
* Di 20’ê Îlona 2017’an de herêma Nêrwe û Rêkan ya li Herêma Behdînanê hatin bombebaran kirin. Di encamê de 10 welatî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 23'yê Çileya 2019'an de di êrişa hewayî a li ser bajarokê Dêralûk ê Amêdiyê de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 25’ê Çileya 2019’an de ji barargeha leşkerî ya Tirkiyeyê a li Şêladizê gule li sivîlan hatin reşandin û yek jê zarok bi giştî 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
 
* 15’ê Gulana 2019’an de balafiran welatiyê bi navê Kazim Alî Feko yê 60 salî li ser sînorê Mergesor a Hewlêrê bi balafirên şer bombebaran kir û qetil kir.
 
* Di 25’ê Hezîrana 2019’an li herêma Goşîn a navçeya Soran a Hewlêrê de wesayîtek hat bombebaran kirin. Di êrişê de ji du birayan yek jiyana xwe ji dest dan û yê din jî bi giranî birîndar bû.
 
* Di 28'ê Hezîrana 2019'an li herêma Kortek a navçeya Ranya ya Silêmaniyê, 2 erebe ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Di encamê de bav Ebdula Alî Mîne (53) û zarokên wî Kwêstan Ebdula (30) û Heryad Ebdula (19) jiyana xwe ji dest dan, 5 welatî birîndar bûn.
 
* Di 18’ê Hezîrana 2020’an de êrişa hewayî ya li Sîdekanê de welatiyê bi navê Ebas Mexdît hate qetilkirin.
 
* Di 19’ê Hezîrana 2020’an de herêmên bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi balafiran hate bombebaran kirin. Di êrişê de 5 kes hatin qetilkirin.
 
* Di 24'ê Hezîrana 2020'an de li Şarbajar a Silêmaniyê di encama êrişa balafirên bêmirov de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 27’ê Tîrmeha 2020’an de di encama bombebarana Amediyê de 3 welatiyên bi navên Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed hatin qetilkirin.
 
* Gelê Behdînanê 26'ê Çileya 2021'an li Dêralûkê li dijî komkujiyên sivîlan ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, kom bûn. Leşkerên Tirk êrişî xwepêşandana kirin, di encamê de 3 sivîl di nav de zarokek jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûn.
 
* Di 25’ê Gulana 2021’an de ciwanê bi navê Bawer Ahmed ê 20 salî li gundê Deşîşê di encama topbaranê de birîndar bû.
 
* 26’ê Gulana 2021’an di encama bombebarana li gundê Biherê de zarokê 16 salî Alî Muhsîn û birayê wî Hasan Muhsîn ê 20 salî ku bizinên xwe diçêrandin birîndar bûn.
 
* Di 1’ê Hezîrana 2021’an de welatiyê bi navê Ramazan Alî ê 70 salî, ji ber topbaranê birîndar bû.
 
* Di 8’ê Tîrmeha 2021’an de Tirkiyeyê ji baregehên leşkerî gule li gundê Hirûrê barandin û welatiyek birîndar bû.
 
* Di 13’ê Tebaxa 2021’an de welatiyê bi navê Îbrahem Hassan Mohamad (51), li gundê Deşîşê yê Kanîmasiyê ji hêla leşkerên Tirkiyeyê ve hate qetilkirin.
 
* Di 20’ê Tebaxa 2021’an de welatiyên bi navên Ahmed Şakir (40) û Yusif Amir (26) di encama topbarana artêşa Tirk a li dijî bajarokê Batifa ya Zaxoyê de hatin qetilkirin.
 
* Di 17’ê Îlona 2021`an de, li navenda Silêmaniyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatan Jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 17’ê Gulana 2022`an de welatîê Kurd Mehmed Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê MÎT’ê li taxa Bextiyarî ya Silemaniyê hat gulebaran kirin, di 18’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 21’ê Gulana 2022`an li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê wesayîtek hat hedefkirin, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.
 
* Siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî ku 17’ê Gulana 2022`an li bajarê Silêmaniye di encama êrişa çekdarî ya MÎT`ê de hate jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 26’ê Gulana 2022`an de balafir êrişî welatiyên gundê Zêweser a navçeya Bamernê ya Behdînanê kir, di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan û kesek din jî birîndar bû.
 
* 17’ê Hezîrana 2022`an de li Kelarê balefirên bê mirov wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 20 Tirmeha 2022`an de gundê Perex yê Zaxo hate topbaran kirin. Di encama topbaranê de 9 hemwelatiyên Ereb jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 28’ê Tebaxa 2022’yan dîroknas, lêkolînvan û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd (Mamosta Şemal) li Kifrî ber derê mala xwe bi gûleyan hate qetilkirin.
 
* Di 29’ê Tebaxa 2022`an balafireke bê mirov bombe li mala welatîê Kurd Ebû Zeyd Ebdullah Ubeyd baran û di encamê de Ebû Zeyd jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 4’ê Cotmeha 2022`an li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel bi 11 gûleyên endamê MÎT’ê hat jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 2’yê Kanûna 2022`an li gundê Gelale ya dikeve sînorê Şarbajarê bombe li welatiyan barandin. Di encamê de welatiyê bi navê Ezîz Mihemd Resûl jiyana xwe ji dest da û Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resul, Salih Qadir birîndar bûn.
 
* Di 13’ê Çileya 2023’yan de 2 zarok bûn hedefa bombebaranê ku di êrişê de zarokê 14 salî Bahjat Audî birîndar bû.
 
* Di 10’ê Adara 2023`yan de li gundê Seydan a ser bi bajaroka Qerehincîr a girêdayî Kerkûkê wesayîtek hat bombebarankirin. Di êrişê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 3’yê Nîsana 2023`yan de welatiyên bi navê Ehmed Hesen (35) ê xelkê gundê Sîte û Arif Umer (50) ê xelkê gundê Şabye ên ser bi Şêladizê ji aliyê balefirên şer ve hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de her 2 welatî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 17`ê Nîsana 2023`yan de li bajarê Duhokê, welatî Huseyîn Turelî di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT`ê jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 15’ê Nîsana 2023’yan di encama bombebarana herêma Pencwênê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Tirkiyeyê roja 2’yê Gulana 2023`an bi balefirên şer li gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê wesayîtek hedef girt.
 
* Di 9`ê Hezîrana 2023`an de endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan li Silêmaniyê ji aliyê endamê MÎT`ê ve hat hedefgirtin. Hûseyîn Arasan di 10`ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 6’ê Tebaxa 2023`an de bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê wesayîtek hat bombebaran kirin. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û Haşim Şakir jî birîndar bû.
 
* Roja 9’ê Tebaxa 2023`an balafira bê mirov li ser rêya navbera Dokan-Xelekan wesayîtek hate bombebaran kirin. Di êrişê de welatî Nejwan Serkewt jiyana xwe ji dest da welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn.
 
* Roja 11’ê Tebaxa 2023`an balafireke bêmirov li ser rêya navçeya Pênciwênê wesayîtek bombebaran kir. Di êrişê de Karmendê Kompanya Asya Cell Hesen Ehmed Newzet yê niştecihê Dihokê, tevî hevjîna xwe Zeyneb Mistefa û keça xwe Riyam ya ku li Îranê dixwend jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 24’ê Tebaxa 2023`an de balafiran Mêrgemîr a ser bi herêma Biradost mala welatiyek bombebaran kir. Di êrişê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
*Di 5’ê Îlona 2023`an de balafireke bêmirov Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir.
 
* Li Hewlêrê 18`ê Îlona 2023'an êrişek li ser ofîsa KNK'ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da.
 
* Roja 18’ê Îlona 2023`an de balafira bê mirov êrişî Balafirgeha Çandiniyê ya Erbet kir. Di encama êrişê de 3 endamên Dije Terora Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û sê pêşmergeyên din ên Dije Terorê jî birîndar bûn.
 
* Roja 27’ê Îlona 2023`an de balefirên bê mirov gundê Bokrîsan a Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di êrişê de jina bi navê Estê Mihemed jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.
 
* Di 3’yê Cotmeha 2023`an balefirên şer derdora gundê Endzê û Bokrîsan yên Qendîlê bombebaran kir û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 25’ê Cotmeha 2023`an balefirên şer li Biradost wesayîta welatiyek bombebaran kir.
 
* Roja 17’ê Cotmeha 2023`an li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebaran kirin. Di encamê de ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest dan, 3 jin jî birîndar bûn.
 
* Di 6’ê Mijdara 2023`an de balefirek bê mirov navenda bajaroka Boskên a ser bi îdareya Raperîn bombebaran kir. Di êrişê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
 
* Di 5’ê Kanûna 2023`an balafira bê mirov navenda bajaroka Bamernê bombebaran kir. Di êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.
 
* Di 18`ê Çileya 2024`an de li Kerkûkê jina şoreşger û fermandar Feryal Silêman (Zelal Zagros) bi guleyên endamên MÎT`ê hat jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 20 Sibata 2024`an de balafirên şer gundê Kafya yê girêdayî navçeya Akrê bombebaran kirin û di encamê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
 
* Di 2`yê Adara 2024`an balafirên şer gundek navçeya Amêdiyê bombebaran kirin, di encamê de cotyarek birîndar bû.
 
* Di 28’ê Nîsana 2024’an Sîdekan hat bombebarankirin û di encamê de 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 23`ê Tebaxa 2024`an de li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê, wesayîteke rojnamevanan bombebaran kir. Di encamê de kedkarên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan , 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
 
* Di 24`ê Tebaxa 2024`an balafirên keşfê li Dihokê êrişî wesayîta malbatek Ereb kir.
 
ÊRIŞÊN SER WARGEHA PÊNABERAN A MEXMÛRÊ
 
Ji sala 2017'an ve balafirên şer ên Tirkiyeyê û balafirên keşfê yên bêmirov Wargeha Pênaberan a Mexmûrê hedef girtin. 
 
* Di 6 'ê Kanûna 2017'an de balafirên şer kampa Mexmûrê bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê (Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Merdîn û Baz Dijwar) jiyana xwe ji dest dan .
 
* Di 13'ê Kanûna 2018 'an de balafirên şer kampa Mexmûrê bombebarankirin ku di encamê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narîn Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê Evîn Kawa Mehmûd a 14 salî û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Balafirên şer 18'ê Tîrmeha 2019'an kampa Mexmûrê bombebarankirin, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
 
* Di 15'ê Nîsana 2020'an de balafirên bêmirov êrişeke hewayî li ser Mexmûrê pêk anî. Di encama bombebaranê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan.
 
* Tirkiyeyê di 3'yê Îlona 2021'an de bombe li wargehê barandin, jinek û kurê wê birîndar bûn.
 
* Di 1'ê Sibata 2022'yan di encama êrişên balafirên şer 2 endamên Hêzên Xweparastinê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
* Di 21'ê Gulana 2022'yan de balafirên bêmirov li Wargeha Mexmûrê wesayîtek kir hedef. Di encamê de şivanê bi navê Heqî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de balafirên bêmirov li Mexmûrê malek kir hedef; jinek birîndar bû, 5 jin jî jehrî bûn.
 
* Di şeva 7’ê Cotmeha 2023`an balefirek bi çek û bê mirov mizgefta Wargeha Penaberan a Jiyana xwe ji dest dan Rustem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir. Ji ber bombebaranê jinek û du zarok birîndar bûn.
 
* Roja 13’yê Cotmeha 2023`an balefirek bê mirov li Wargeha Penaberan hedef girt. Di encama êrişê de jinek birîndar bû.
 
ÊRIŞÊN SER ŞENGALÊ
 
Civaka Êzidî yê Şengalê ku ji DAIŞ'ê rizgar bûye, ji sala 2018`an ve dibe hedefa balafirên Tirkiyeyê.
 
* Di 15’ê Tebaxa 2018`an de balafirên şer navçeya Koço yê girêdayî Şengalê bombebarankir, di endamê de endamê Kordînasyona Civaka Êzidî, Zekî Şengalî û Mahîr Serhat Şengalî jiyana xwe ji dest dan.
 
* 4'ê Mijdara 2019`an de balafirên bêmirov bombe li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandin. Di encamê de 3 şervanên YBŞ-YJŞ birîndar bûn.
 
* 19'ê Mijdara 2019`an balafirên şer ên bombebarkirî êrîş birin ser Xanesorê şervanek jiyana xwe ji dest dan û 4 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn.
 
* Di 15'ê Çileya 2020`an de balafirên bêmirov êrişî Şengalê kir. Di encamê de yek jê fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, şervanên YBŞ'ê Pîr Hemid, Êzdin Şengalî û Cîlo Şengalî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 26'ê Tebaxa 2020'an li Xanesorê ya Şengalê balafirên bêmirov wesayiteke sivîlan kir hedef. Di encama êrişê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
* Di 17'ê Tebaxa 2021'an de balafirên şer li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 15'ê Hezîrana 2022'yan balafirên bêmirov êrişî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de sivîl kirin hedef û zarokê bi navê Salih Naso yê 11 salî jiyana xwe ji dest dan bû, di nav de rojnamevanek, 7 welatî jî birîndar bûn.
 
* Di 16’ê Tebaxa 2021'an de li navenda Şengalê nuqteyeke Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rastî êrişa balafirên keşfê hat. Di êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan, 3 sivîl; Qasim Simo, Şamîr Abbas Berces û Mîrza Elî jî birîndar bûn.
 
* 8'ê Mijdara 2021'an balafirên bêmirov bombe li gundê Barê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê barandin. Di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest dan.
 
* 21’ê Çileya 2022`an balafira bêmirov li Geliyê Şilo yê Şengalê 2 wesayîtên hêzên parastina Şengalê kirin hedef. Di encama êrîşê de fermandarekî YBŞ’ê yê bi navê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 17'ê Tîrmeha 2022’yan de li gundê Dîcle yê navçeya Telafer a Mûsilê balafireke bêmirov wesayîtek kir hedef. Di encama êrişê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 27’ê Sibata 2023`an balefira bê mirov, li Gundê Behrava yê girêdayî Komelgeha Xanesorê êriş bir ser wesayîteke YBŞ`ê û di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.
 
* Roja 1’ê Adara 2023`an balefirek bê mirov navenda Şengalê bombebaran kir. Di êrişê de şervanekî YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Roja 16’ê Gulana 2023`an balefirek bê mirov li Xanesor a Şengalê xaniyek bombebaran kir.
 
* Roja 23’yê Gulana 2023`an balefirek bê mirov li gundê Xelef a herêma Barê ya Şengalê xaniyek bombebaran kir, di êrişê de şervanekî YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.
 
* Roja 1’ê Hezîrana 2023`an Tirkiyeyê a dagirker li navenda Şengalê xaniyek hedef girt û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
 
* Di 17’ê Îlona 2023`an de balefira bê mirov wesayîta hêzên YBŞ’ê bombebaran kir, di êrişê de 3 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Şeva 13’yê Mijdara 2023`an balefirek bê mirov li bajaroka Sinunê ya Şengalê wesayîtek hedef girt. Di encama êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Bi balafirên bê mirov di 28’ê Kanuna 2023`an de sê caran karkerên bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin, bombebaran kir. Di encama êrişê de 5 karkerên xelkê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
 
*Di 2`yê Nîsana 2024`an de balafirek bêmirov ber wesayîtek sivîlan nêzî Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di encamê de 2 jin birîndar bûn.
 
* Di 29`ê Sibata 2024`an gundên Werdiyê û Ziraviyên yên bi ser bajarokê Tilezêrê, balafira bêmirov wesayîta Saziya Malbatên Jiyana xwe ji dest danan bombebaran kir, di êrişê de Endamê Saziya Malbatên Jiyana xwe ji dest danan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 8’ê Tîrmeha 2024`an de bombe li seyareya ragihandina azad ya Çira TV û FM’ê barand. Di encamê de di 11`ê Tîrmehê nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm jiyana xwe ji dest da û nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir birîndar bûn.
 

Sernavên din

26/08/2024
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
17:00 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
16:22 Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
16:06 Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
15:44 Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
15:19 Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
15:17 Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
14:57 Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
14:23 DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
13:51 Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn
12:58 Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
12:28 Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
12:27 Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû
13:43 Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye
12:35 Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin
12:34 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mawatê bombebaran kirin
10:48 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin