Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim

  • jin
  • 10:00 30 Tebax 2024
  • |
AGIRÎ - Dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuce ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got: "Min soz da Semayê, heta ku hebim ez ê ji bo aştiyê bitêkoşim." 
 
1'ê Îlonê ku roja dagirkirina Polonyayê ya ji aliyê Almanyayê ve, wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" hat îlankirin. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Armanca wê ew e ku li seranserê cîhanê pevçûn bi dawî bibin û aştî çêbibe. Îsal gel di atmosfereke wiha de ku şerê Îsraîl-Filîstin, Rûsya-Ûkraynayê û êrişên li ser Kurdistanê didomin, 1'ê Îlonê pêşwazî dikin. 
 
Li Kurdistanê berxwedana li dijî tundî û şerê ku zêdetirî 40 sal in heye, didome. Gelê kurd her sal hem di 1'ê Îlonê de hem jî her roj ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe têdikoşe. 
 
SEMA YUCE Û TÊKOŞÎNA WÊ   
 
 
 
Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên tunekirinê yên dewletê yên li dijî kurdan bedena xwe da ber agir, di 17'ê Hezîrana 1998'an de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi gotina "Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe bikim pireke ji êgir di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de" mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Dayika Sema Yuceyê Zennure Yuce ev nêzî 40 sal in ji bo aştî û wekheviyê têdikoşe.
 
Zenure Yuce (76), diyar kir ku malbata wê beriya salên dûr û dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de cih girtiye. 
 
Yuceyê anî ziman ku wê zarokên xwe bi hişmendiya têkoşîna azadiyê mezin kirine û wiha got: “Sema bêtir van tiştan fêm dikir. Ew keçeke pir jîr û zîrek bû. Ji bo zarok nemirin divê aştî bê vê xakê. Em bi salan e ji bo avakirina vê aştiyê têdikoşin. Em di temenekî biçûk de zarokên xwe disipêrin axê. Îro dilê bi hezaran dayikên Kurdistanê dişewire û bi hesreta zarokên xwe ne. Di cîhanê de tu kesî ji şer û tundiyê xêr nedîtiye. Îro gelê Filistînê tö kuştın. Divê em li van xakan û li cîhanê aştiyê pêk bînin. Çi ferq di navbera tiştên ku îro tên serê gelê Filistînê û yên tên serê gelê kurd heye? Em dixwazin aştî û azadî pêk were. Ev polîtîkaya şer a ku 40 sal in li Kurdistanê tê meşandin, bi kêrî kesî nehatiye. Dewlet hê jî bi rêbazên şer hewl dide pirsgirêka kurd çareser bike."
 
SOZ DAYE KEÇA XWE
 
Yuceyê anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi salan e di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girtiye û got ku soz daye keça xwe ku heta sax be wê li ser vê soza xwe be. Yuceyê got: “40 sal in ez jî wekî her kesî ji bo ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibe têdikoşim. Min siyaset kir û bûm qasidê aştiyê. Dewletê tim destê me û daxwaza me ya aştiyê red kir. Em dixwazin êdî aştiyeke rasteqîn pêk were. Em hene û em ê hebûna xwe bidomînin. Min soz daye Semayê ku heta ez hebim ez ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînim."

Sernavên din

01/09/2024
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin