'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'

img

STENBOL - Rojnamevanê girtî Celalettîn Yalçin anî ziman ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebe wê çalakiyên li girtîgehan bidomin û got: "Ji ber vê yekê divê em bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe yên demokratîk bênavber bidomînin." 

Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya kurd re çareserî" ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 42 meh in tu agahî jê nayên girtin û azadiya wî ya fizîkî hat destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin û di 4'ê Nîsanê de bi dawî bûn. Girtiyan çalakiya xwe bi boykotkirina çûna dadgehan û hevdîtina bi malbatê re domandin. Ji girtiyên di nava van çalakiyan de cih girt rojnamevan Celalettîn Yalçin, pirsên têkildarî çalakiyên girtiyan û rewşa li girtîgehan bersivand. 
 
Yalçin ku ji 9'ê Mijdara 2023'yan vir ve li Girtîgeha Hejmar 5'an a Marmarayê girtî ye, diyar kir ku xitimandina pirsgirêka kurd û neçareserkirina wê gav bi gav polîtîkayên şer gur dike. Yalçin anî ziman ku tekane muxatabê çareserkirina meseleya kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de hat destpêkirin û gelek geşedanên din delîla vê yekê ne. Yalçin destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re neçareserî li meseleya kurd tê ferzkirin û got: "Astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd û tecrîd e. Em wekî girtî, me nikaribû li hemberî vê xwe li bêdengiyê deyne. Lewma me jî ji bo li hemberî tecrîdê ku sîrateyî civakê jî kiriye hesasiyetek çêbibe me çalakiyeke wiha da destpêkirin." 
 
'PIRSGIRÊKA ME YA SEREKE MESELEYA KURD E'
 
Yalçin bilêv kir ku girtîgeh ji berê de di warê çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîdê de tiştak ketiye ser milê wê kiriye û got: "Bêguman girtiyên di girtîgehan de, her tim di warê geşedanên li derve de hestiyar in. Ji lew re çalakiyên li derve rasterast bandorê li girtîgehan jî dikin. Çendî em di nava çar dîwaran de bin jî meseleya me ya sereke meseleya kurd e. Divê em her kêliyê vê mesleeyê gengeşe bikin û têkoşîna xwe bi vî awayî bidomînin."
 
Yalçin anî ziman ku girtîgeh qadên berxwedanê ne û bal kişand ser çalakiyên boykotkirinê yên bi dawî bûn û got: "Me jî piştî grevên birçîbûnê çalakiyên xwe bi boykotkirinê domandin. Helbet ev yek, pêwendiya me ya bi derve re bi temamî qut kir. Lê ji ber ku me bi îradeya xwe kir, pirsgirêkeke cidî rû neda. Armanca me ew bû ku em di serî de malbatên xwe bi giştî jî tevahiya raya giştî hişyar bikin ku di warê tecrîdê de hesas bin." 
 
'WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'
 
Yalçin destnîşan kir ku heya tecrîd hebe wê çalakiyên wan jî bidomin û wiha pê de çû: "Têkoşîna li derve ji bo me çavkaniya moralê ya herî mezin e. Lê heya tecrîd neyê şikandin em dikarin bejin çalakiyên me jî kêm dimînin. Lewma divê em bi rê û rêbazên cüda çalakiyên xwe yên demokratik bidomînin. Divê rê û rêbazên me wisa bikin ku tecrîd bê rakirin. Mixabin çalakiyên wekî daxuyaniyan ên di avahiyan de encamê nagirin. Her wiha derdorekê jî çênakin. Lewma divê em derî bi derî bigerin û tecrîdê û meseleya kurd gengeşe bikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Yalçin ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî bang li raya giştî kir ku hestyar bin û got: "Tecrîda mutleq a li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiye û yên li Kurdistanê belav bûye û ji sedî yekê mafên me jî nayên dayîn. Ser hewadariyê bi telan hatiye girtin. Ev rêbazeke wiha ye ku 'nêrîna li asîmanan qedexe ye.' Her wiha mafên me yên çandî û civaî jî hatine binpêkirin. Em serî li ku bidin jî bersiv tüne ye. Lewma divê her kes di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de hesas tevbigere." 
 
MA / Ferhat Sezgîn
 

Sernavên din

06/09/2024
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'