Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan

img
ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin, tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û nayên tehliyekirin.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak/Samsunê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê” eşkere kir. Rapor li avahiya şaxê hate xwendin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin. Çevîrmen, wiha domand: “Hat zanîn ku tu girtiyên li vê girtîgehê yên bangî mulakatê kirin dernexistina pêşberî lijneyê. Tehliyeya hemû girtiyan hatiye dirêjkirin û temamiya biryarên lijneyê ji serî heta binî tevek wekî hev e.” 
 
'LÊGERÎNA NAVA DEV TÊ FERZKIRIN’
 
Çevîrmen, da zanîn ku zêdetirî saleke girtî nikarin çalakiyên civakî li dar bixin, salê carekê yan jî du caran ji bo sihbetê tên derxistin, beriya pandemiyê derxistibûn sporê lê belê niha li her odeyê tê ferzkirin ku cuda cuda derkevin sporê lewma girtî dernakevin sporê. Çevîrmen, diyar kir ku ev 3 sal in lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin lewma girtî naçin nexweşxaneyê û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. 
 
Çevîrmen, binpêkirinên li girtîgehên behsa xeberê wiha rêz kir: 
 
GIRTÎGEHA BAFRAYÊ
 
“*Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên vehêlandin û li gel vê, tenê mehê carekê girtiyan derdixînin revîrê. 
 
*Di serî de rojnameya Yenî Yaşamê, weşanên demkî hatine qedexekirin. Li ser televîzyonê jî tenê qenalên ku rêveberî destûrê dide tên temaşekirin. Destûr nayê dayin ku qenalên muxalîf bên temaşekirin û Halk TV jî hatiye qedexekirin. 
 
*Bihayê postayê gelek zêde ye, ji ber ku girtî nizanin bê ka nameyên wan ên asayî digihijin cihê xwe yan na, ji neçarî nameyên îadeyî yên bi taahhûd dişînin û ev yek jî ji hêla madî ve girtiyan dide zorê. 
 
*Li kantînê tiştên cuda nînin û gelek bêqelîte ne. Markayên beriya niha qet nehatine bihîstin tên firotin û lêçûnên her girtiyekê yên mehane derdora 4-5 hezar lîreyan e. 
 
*Daxwazên sewqkirinê yên girtiyên malbatên wan dûr in, bi hinceta ‘Kapasîteya wê tije ye’ nayên qebûlkirin. Qawîş wisa hatine çêkirin ku girtî nikarin bi hev re peywendiyan deynin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA S A SAMSUN/KAVAKÊ 
 
*Tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve hate astengkirin. 
 
*Di 4’ê Adara 2024’an de ketin odeyên girtiyan, bi rêya îşkenceyê ji odeyan hatin derxistin û piştre li hucreyên yekkesî hatin bicihkirin. Piştre jî nehiştin biçin sporê. Beriya vê bûyerê jî girtî birine atolyeya resman lê belê piştre hemû fealiyetên din hatine qedexekirin. 
 
*Ji girtiyan hatiye xwestin ku qerta nasnameyê bigirin û ji girtiyan re hatiye gotin ku girtiyên qerta nasnameyê negirtin û yên nîşan nedayîn dê nekarin tev li fealiyetan bibin. 
 
*Qerta nasnameyê tenê bi têr nake, divê nasname pê re be, bibin yek rêz, li gorî meşa leşkerî bimeşin. Li girtiyan hatiye ferzkirin ku dema diçin nexweşxane û revîrê jî divê bikevin rêzê û li gorî meşa leşkeran bimeşin. Di dema sewqên nexweşxaneyê de ji girtiyên edlî re fermanên weke ‘Li rastê bizivire! Li çepê bizivire! Li rex dîwarî bimeşe! Devê xwe veke! Benên sola xwe jê ke!’ tên dayin. 
 
*Tedawiya girtiyên nexweşiya wan a dil heye û rewşa wan xetereye hatiye vehêlandin. Her wiha 3 stent xistine heman girtiyê nexweş, piştî xistina stentan dema bi şev dibirin servîsa kardiyolojiyê lê hatiye ferzkirin ku benên sola xwe derxîne, ji ber ku girtî qebûl nekiriye bi darê zorê jê hatine derxistin, li odeya lênihêrîna nexweş gardiyanan bi darê zorê sola wî jê kiriye û ben jê derxistiye, bi hinceta li dijî fermana memûrî derketiye lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û piştre jî ceza hatiye dayin. 
 
*Di dema lêgerînê de ji ber lênûskên hatine desteserkirin cezayê hucreyê li girtiyekî hate birîn, ji ber peyva Kurdistanê ya di nava helbestan de cih digire 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn, her wiha di dema lêgerînan de name û lênûskên girtiyan hatine desteserkirin. 
 
*Ji 6’ê Sibatê roja erdhejê heta niha odeyên girtiyan qet nehatine guherandin û daxwaza guherandina odeyê ya girtiyan nehatiye qebûlkirin. 
 
*Mafê jiyana taybet a girtiyan tê binpêkirin, kamerayên bi qasî metreyek û nîv ji banê girtîgehê bilind hatine bicihkirin û ev kamera daşirên girtiyan jî dibînin. 
 
*Hewşa ji bo ziwakirina cil û bergên girtiyan 7 metre ye lê ji bo hilayistina cil û bergan tenê benekê bi qasî metreyekê tê dayin. Girtî neçar dimînin ku cilên xwe li odeyên xwe û li ser kalorîferan raxînin.
 
'ÎŞKENCE GIHÎŞTIYE ASTA TUNDIYA ZAYENDÎ’
 
Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci axivî, der barê binpêkirinan de encamname û pêşniyarên xwe parve kir. Yazmaci diyar kir ku ev pêkanîn li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ne û destnîşan kir ku li girtîgehan bi awayekî li dijî rûmeta mirovahiyê muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Yazici got: "Hat ragihandin ku li girtiyan lêgerîna tazî, jimartina li ser pêya, tundî, heqaret û muameleya xerab hatiye kirin û binpêkirina mafan qewimîne, tedawiya nexweşan hatiye astengkirin, mafê wan ê ragihandinê û agahdarkirinê hatiye astengkirin. Û gelek binpêkirinên mafan ên din qewimîne.” 
 
Yazmaci axaftina xwe wiha domand: "Divê dawî li bûyerên îşkence û lêdanê bê anîn. Divê der barê kesên berpirsiyar de lêpirsîn bên destpêkirin û werin cezakirin. Lêgerîna tazî û tazîkirina bi darê zorê mafê kes ê mahremiyetê tê binpêkirin. Nirxê moralê yê girtiyan tê xerakirin. Nasnameya sosyal hedef tê girtin. Zirarê dide tevpariya ruhî. Heta meriv dikare bêje ku pêkanîna îşkenceyan gihîştine asta tundiya zayendî.” 
 
Yazmaci diyar kir ku yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin jî kamerayên li qadên jiyanê yên girtiyan ku hatine bicihkirinê ne û bi bîr xist ku rêzgirtina ji jiyana taybet re bi peymanên navneteweyî hatiye mîsogerkirin. 
 
PÊŞNIYAR HATIN RÊZKIRIN 
 
Yazmaci ji bo ji bo dawî li binpêkirinên mafan bê anîn, ev pêşniyar kirin: 
 
"* Divê nexweşan derxin revîrê, sewqên wan ji bo nexweşxaneyan bil ez bikin. Divê bijîşkên pispor teşhîs, tedavi û kontrolan bikin. Divê tavilê dest ji lêgerîna nava dev û muayenekirina bi kelemçekirî berdin. 
 
* Xwarina têrkirî û bi tenduristî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Girtiyên nexweş divê li gorî pêşniyarên bijîşkan dikaribin bixwin û vexwin. Divê rêveberiya girtîgehê xwarinên li gorî nexweşiya diyetê ji bo girtiyan temîn bike. 
 
* Divê astengiyên li pêşiya rojnameyên ku diçin girtîgehê bên rakirin û rojane rojname bidin girtiyan. 
 
* Pêwîste girtî mafên xwe yên civakî bêkêmasî pêk bînin û dawî li astengiya li ser mafên civakî bê anîn. Lazim e destûra saziyên tenduristiyê yên serbixwe bê dayîn ku biçin girtîgehan lêkolîn û kontrole bikin. Divê ji bo kontrolkirina girtîgehan sererastkirinên qanûnî ji bo serdanên saziyên mafan mirovan bên pêkanîn. 
 

Sernavên din

21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Efrîn dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin