Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin

WAN - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di sempozyûma çandiniyê ya li Wanê de axivî û destnîşan kir ku di qada çandiniyê de li Kurdistanê polîtîkayên taybet hatin bikaranîn û ew dikarin li dijî polîtîkayên şaş bi polîtîka alternatîf, modelên rêxistinkirinê û têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin. 

 "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de li dar dixe dest pê kir. Sempozyûm li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê tê lidarxistin. Di sempozyuma ku du rojan dê berdewam bike de serenavên “Polîtîkaya aboriyê ya çandiniyê, di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê” , “Divê li dijî van polîtîkayan çi bikin, çawa bikin” , “Di çandinî û xurekê de pêşerojeke çawa, teşedayîna pêşeroja çandiniyê, avantaj û dezavantaj” dê bên nîqaşkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt axaftina destpêkê kir û spasiya hemû mêvanan kir. Bi dû re Hevberdevkê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Ridvan Turan axivî û destnîşan kir ku AKP'ê bi polîtîkayek zanebûn xwest ku çandiniyê ji Kurdistanê rake û wê ji hilberînê qut bike. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari xîtabî beşdaran kir û diyar kir ku AKP bi polîtîkayên neolîberal ve Tirkiyeyê bi rêve dibe û ji ber van polîtîkayên xwe çandiniyê aniye asta qedandinê. Hatîmogûllari da zanîn ku AKP'ê bi êrişên polîtîkayên xwe neolîberal re arîzekirinê û bêmilkiyetê zêdetir kiriye. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN TAYBET LI SER KURDISTANÊ HATIN MEŞANDIN' 
 
Hatîmogullari anî ziman ku AKP ji bo bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayên taybet dimeşîne û wiha got: “Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ne tenê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ye, di heman demê de polîtîkaya ku bi taybetî li herêmê weke partiyeke ku dimeşîne ye. Nêzîkatiya dewletê ya kevneşopî ya ji bo pirsgirêka Kurd berdewam kir. Şewitandina gundan û koçkirina ji gundan ew qas giran bû ku çandinî li Kurdistanê bi gelek rêbazên mîna qedexekirina zozanan bi tunebûnê re rû bi rû ma. Dema ku Tirkiye welatekî ku berhemên çandiniyê hinarde dikir bû, niha bûye welatekî îthalatê. Türkiye bihuşta genim, dexl û pembû ye. Di dema ku di van waran de welatekî cidî hinardekar bû, hinardekarê zebze û fêkiyên teze bû, lê mixabin niha bûye welatekî ku her tiştî îthal dike. Em weke DEM Partiyê gelekî bi biryar in ku çandiniya tê xwestin biqedînin li welat zindî bikin, dabînkirina ewlekariya xurekan ya ku nayê peydakirin û têkoşîna li dijî xizaniya ku bandor li ser welat dike, berdewam bikin." 
 
‘COTKARNA JI ÇANDINIYÊ QUT KIRIN' 
 
Hatimogûllari da zanîn ku bi polîtîkayên çandiniyê yên AKP'ê cotkaran ji berhemdariyê qut kiriye û got: "Di encama polîtîkayên AKP'ê de çandinî hat tasfiyekirin. Yên ku cotkariyê dikirin jî ji ber rewşa aborî dest jê berdan. Dema meriv behsa Kurdistanê dike jî mirov bi darê zorê koçî bajaran hatin kirin. Her tişt biha bûye cotkaran êdî nikarin çandiniyê bikin. Nikarin mazot, gubre, ceyranê, dermanên çandiniyê, makîneyên çandiniyê û tov bikirin. Bifikirin mazot ji 24 lîreyan derketiye 44 lîreyan." 
 
‘DEDAŞ WEK RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ TÊ BIKARANÎN' 
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku feraseta dewletê ya wek kevneşopiyê li ser Kurdistanê berdewam dike û ji ber vê yekê jî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û wiha domand: "Heta îro nêzî 4 hezar gund hatin şewitandin û îşkence li welatiyan hat kirin. Gund bi van rêbazan hatin valakirin. Yên ku li herêmê çandiniyê û sewalkariyê dikin helbet para xwe ji vê yekê girtin. Lê îro di şexsê vê herêmê de cotkar bi polşîtîkayên taybet tên feqîrkirin û keda wan tê xwarin. Mesela herî dawî li Mêrdîn û Amedê li gundan şewat derket û 15 gundiyan jiyana xwe ji dest da. Sedema vê şewatê DEDAŞ e. Li Kurdistanê êdî DEDAŞ wek rêbaza îşkenceyê tê bikaranîn. Divê DEDAŞ tavilê xwe biguherîne û dawî li zilma li ser xelkê bîne." 
 
‘PIŞTGIRIYA JI BO COTKARAN ŞERT E' 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku hewcedarî bi polîtîkayek çandiniyê û xurekan ku ekolojiyê, demokratîkbûnê, xweza û civakê diparêze, mafên kedkaran diparêze, mafên karkerên jin diparêze û pirsgirêka xurekan a welatiyan çareser dike heye û got ku divê di her warî de piştevanî ji bo cotkaran hebe û ev yek ferziyê dixwaze. 
 
‘DIVÊ XEBITANDINA ZAROKAN WERE QEDEXEKIRIN' 
 
Hatîmogûllari anî ziman ku di çandiniyê de herî zêde jin kedê didin lê keda wan tê xwarin û got ku yek ji pirsgirêka bingehîn jî xebitandina zarokan e û divê xebitandina zarokan were qedexekirin. 
 
‘DIVÊ WELAT JI VÊ PERÎŞANIYÊ DERKEVE' 
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe hewl bidin ku welat ji nava van polîtîkayên kedxwarinê û vê rewşa perîşaniyê derxin û rizgar bikin û got ku ew dikarin li dijî polîtîkayên şaş bi polîtîka alternatîf, modelên rêxistinkirinê û têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin û ev yek ji bo wan pêkan e. 
 
Piştî axaftinan rûniştina ewilî a sempozyûmê dest pê kir. 
 
 

Sernavên din

17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Efrîn dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin