Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min

img
NAVENDA NÛÇEYAN - N.B. ê di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de hatiye binçavkirin diyar kir ku wî û apê Narînê cenaze bi hev re xistine kîs û biriye devê çem daniye, veşartiye. 
 
Cenazeyê Narîn Guran di 8’ê îlonê de li Çemê Selmiyê yê du kîlometre dûrî gund hat dîtin. Piştî dîtina cenaze, dayik û bav û du bira û sê apên Narînê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. 
 
N.B. ê di binçavan de li xwe mikûr hat  û got ku wî Narînê biriye li Çemê Selmiyê veşartiye. 
 
Li gorî nûçeya DW’yê N.B. di mikûrhatina li xwe de wiha dibêje: "Apê Narînê Salîm Guran (keyayê gund, di 2’yê îlonê de hat girtin) cenazeyê wê di wesayîtê de anî. Di nav betaniyê de bû. Me bi hev re xist kîs. Mixtar ji cem min çûn. Min kîs xist wesayîta xwe û paşê jî min bir newalê, devê çem. 
 
ÎTÎRAFÊN N.B. 
 
Ava şebekeya gund birîbûn. Ez di 21’ê tebaxê de li mixtar Salîm Guran geriyam. Salîm Guran got ‘ez ji bo erzayê li rayedaran geriyam’. Em deqîqeyek axivîn. Di navbera mala min û mixtar de 80-100 metre mesafe heye. 
 
"Ez ji malê bi wesayîta xwe derketim. Paşê jî min dît wesayîta Salîm Guran li pey min tê. Li ser rêya gund bû. Salîm Guran ji min re li konrayê xist û selektor. Min jî got herhal wê têkildarî ava şebekeyê tiştek ji min re bêje û ez sekiînim. Salîm Guran bi destê xwe di qoltixê pêş ê texsiyê de tiştek di nava betaniyê de nîşanî min da. Ji min re got, ‘tu yê viya winda bikî’. Ez jî nêzî wî tiştê nîşanî min da bûm. Min lê mêze kir ku di nava betaniyê de kesek bêtevger heye. Min fam kir ku însanek e. Ez şaş û dudilî mam. 
 
Salîm Guran ji min re got, ‘baş bifikire, ez ê 200 hezar lîre pere bidim te’. Kesek li derdora me nebû. Salîm Guran kîsek ji min xwest. Min jî ji bagaja wesayîta xwe kîsek derxist û da wî. Me cenazeyê di nava betaniyê de rakir û bi hev re xist kîs. Tîşortek reş û şortek li ser wê hebûn. Çenteyek biçûk li ser wê hebû. Dema me zarokê xist kîs, min ferq kir ku li pişt guhê wê rastê û li derdora qirika wê sorbûyînek hebû. 
 
Beriya ku Salîm Guran ji cem min biçe, ji min re got bibe newalê û bi destê xwe îşaret kir. Piştî ji cem min veqetiya jî min mêze nekir ku Salîm Guran çi kiriye. 
 
EZ ÇÛM MALÊ Û MIN NIMÊJ KIR 
 
Paşê min cenaze bir devê newalê. Ez li benekî geriyam ku devê kîs girê bidim lê min nedît. Min bi benê çenteyê wê devê kîs girê da. Min kîs danî cihek pirr ne kûr. Min got belkî kîs ji aliyê hinekan ve bê dîtin, lewma min kevir danî serê. Kevir bi qasî 15-20 mezin û giran bû. Min şax û guliyên daran daneniye serê. Çimkî ser kîs hatibû girtin. Piştre ez li wesayîta xwe siwar bûm û ez çûm mala baldûza xwe. Piştî çûm malê min nimêja xwe jî kir. Ez tev li lêgerînê jî bûm. 
 
Bi qasî nîv saetî ez bi veşartina kîs re mam. Wextê min devê kîs girê da, min ferq kir ku ya di hundirê kîs de ye Narîn Guran e. Leşkeran li wê derdorê lêgerîn kirin, Salîm Guran jî tev li lêgerînê kirin lê belê lêgerînek ne bi rastî bû.”  
 
 

Sernavên din

12/09/2024
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
15:39 Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
15:23 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
14:19 Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
14:12 Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye
13:37 Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin
13:36 Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
12:45 Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe