Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin

  • rojane
  • 10:49 11 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ê ev biryar nirxand, destnîşan kir ku divê Tirkiye di hiqûqa navîn de sererastkirinan bike. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 17’ê îlonê de careke din bicive. Komîte dê kontrol bike ka gelo biryarên binpêkirinê yên DMME’yê dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), beriya civîna komîteyê, di 31’ê tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga "guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin" hat kirin.
 
Hevserokê OHD’ê yê Giştî Serhat Çakmak têkildarî “mafê hêviyê” yê ku dê li Komîteya Wezîran de bê nîqaşkirin axivî.  
 
10 SAL IN GAV NAYÊN AVÊTIN 
 
Çakmak, bal kişand ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser serlêdana rêxistinên sivîl ên civakî biryara “binpêkirinê” xistiye rojeva xwe û wiha got: “Sedemê vê polîtîkbûne. Têkiliyên Tirkiyeyê, pirsgirêka penaberan û hevsengiya konjonktora navnetewî… di mijara pêkneanîna biryaran de hevsengiyek li ber çavan tê ragirtin.”
 
Çakmak, destnîşan kir ku bi awayekî hiqûqî nikare cezayê heta hetayê li kesekî/ê bê birîn û wiha berdewam kir: “Biryarên ku DMME têkildarî mîlîtanên ETA û IRA’yê de dane hene. DMME dinirxîne ku divê hêviyeke mirovekî/ê ya ku dê rojekê azad bibe hebe. Di serlêdanên ku di vê çarçoveyê de hatin kirin de di sala 2014’an de biryarek hate dayîn. Hate diyarkirin ku divê Tirkiye di hiqûqa navxweyî de hin guhertinan bike. Me jî ji wan re ragihand ku ‘mafê hêviyê’ nayê pêkanîn.”
 
BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’ DIVÊ ÇIMA BÊ PÊKANÎN? 
 
Çakmak, bi lêv kir ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û biryarên PMME’yê derbasdar in. Çakmak, destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêkneanîna biryara “binpêkirinê” bêhiqûqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de rêziknameyek heye ku tê de tê gotin ‘Sepandina peymanên navneteweyî di hiqûqa navxweyî de di ser qanûnan re ye’. Ji bo ku biryara ‘binpêkirinê’ ya li vir hatiye dayîn were pêkanîn divê di hiqûqa navîn de guhertin bên kirin. Pişt re ji bo pirsgirêkên derkevin holê jî divê bi biryara Meclisê guhertin bên kirin.”
 
MÎNAKA AZERBAYCANÊ  
 
Çakmak, qala hêza mueyîdeyê ya komîteyê kir û ev tişt got: “Beriya niha têkildarî Azerbaycanê jî heman pêvajo pêk hat. Ji Azerbaycan a biryar pêkneanî re hişyariya ku ji Konseya Ewropayê bê avêtin hate kirin û Azerbaycan neçar ma ku biryarê pêk bîne. Dema em di vî warî de lê dinêrin, hêza mueyîdeyê ya komîteyê gelek zêde ye. Lê mixabin ji ber hevsengiyên siyasal, komite li Tirkiyeyê vê pêvajoyê nameşîne.  Îro biryarên Fîgen Yuksekdag, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş jî di nav vê de ne. Ji aliyê teknîkî ve mekanîzmayeke dikare heta derxistina ji meclîsê bê xebitandin, heye. Lê belê di mijara bicihanîna vê de em bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû ne.”
 
‘HETA KU BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTIN NEYÊ KIRIN DEMOKRASÎ PÊK NAYÊ’ 
 
Çakmak, diyar kir ku komîteyê di civînên ku demên borî hatin kirin de çima biryarên komîteyê nehatin sepandin pirs kir û Tirkiyeyê ev bersiv daye “Darbe hebû. Bila ev derbas bibe pişt re em ê vê pêvajoyê bidin destpêkirin. Pirsgirêkên me hene. Bi terorê re têdikoşin”.  Çakmak, wiha domand: “Heta ku li welat demokrasî, maf û azadî neyên berfirehkirin ev daxwaz dê her tim hebin. Dê ev pirsgirêkên ku em tasvip nakin dê berdewam bikin. Îro li erdnîgariyeke ku reng û çandên cuda lê hene pergaleke yekperest hebe pirsgirêk e. Yekane çareseriya van pirsgirêkan jî demokrasî ye. Em difikirin ku mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye. Em hemû baş dizanin ku bêyî hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re, ku îro li Îmraliyê ye û bi salan e di nava tecrîdê de tê hiştin, demokrasî pêk nayê.”
 
Çakmak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajoyeke. Em jî dê weke hiqûqnasan şopdarên vê pêvajoyê bibin. Her wiha ji bo bi hin periyodan biryar bên pêkanîn û di hiqûqa navxweyî de guhertin bên kirin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

15/09/2024
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye