DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike

  • rojane
  • 10:11 13 Îlon 2024
  • |

AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku hewldan heye ku lêpirsîna Narîn Guran veguherînin bûyereke magazînel û wiha got: “Em ê derheqê kesên nepeniya lêpirsînê binpêkirin de serlêdana sûc bikin.” 

Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Guranê de 10 kes hatin girtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan ku pêvajoya lêpirsînê li Edliyeya Amedê dişopîne, çavdêriyên xwe yên têkildarî pêvajoyê vegot. 
 
Tanhan, diyar kir ku piştî windabûna Narîn Guranê dezenformasyoneke pir zêde tê kirin û got ku ji ber vê sedemê lêpirsîneke bitendurist nayê kirin. Tanhan, anî ziman ku di mijara komkirina delîlan de yekîneyên edlî tên astengkirin û wiha pê de çû: “Mînaka vê ya herî şênber ew e ku cenazeyê Narînê 19 roj piştre di rûbarê 2 km’an dûr de hate dîtin. Îro di raporan de jî derket holê ku tu hêmanên biyolojîk nehatin peyda kirin. Heke dezenformasyon tune bûya, dê zûtir bihata dîtin û îxtîmala peydakirina delîlan zêde bû.” 
 
'LI GORÎ DADGEHA BILIND BINPÊKIRINA NEPENIYÊ SÛC E’ 
 
Bi domdarî Tanhan diyar kir ku tevî biryara nepeniyê jî medyaya navendî îfadeyên binçavkiriyan bi zindî diweşînin û wiha got: “Parvekirina van, li gorî qanûna cezayê sûc e. Kesên binçavkirî yan jî faîl li gorî vê pozîsyona xwe diguherînin. Mafê agahîgirtinê yê gel heye lê di lêpirsînên bi vî rengî de parvekirina îfadeyan, sûc e. Di îçtîhadên Dadgeha Bilind de parastina nepeniyê tê ferzkirin. Weke Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê em ê derheqê kesên ne li gorî biryara nepeniyê tevgeriyayîn serlêdana sûc bikin.” 
 
'GELO BELGEYÊN NEPEN JI HÊLA KÊ VE HATIN ŞANDIN?’ 
 
Tanhan, daxuyand ku dozger û parêzeran ev îfadeyên behsa xeberê nedane û ev tişt anî ziman: “Divê were lêkolînkirin bê ka kê ev îfadeye servîs kirine. Îdia hene ku personelên wezaretê yan jî kesên siyasî ev îfadeye parve kiribin. Dema me bi wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê re hevdîtin kirî, got ku hêj karûbarên sewqkirinê temam nebûne. Lê bi ser re 10 deqe derbas nebûbûn ku medyaya alîgir ragihand ku 9 kes bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin. Weke parêzeran em jî ji medyaya alîgir hîn bûn. Xuyaye ku nepeniya vê lêpirsînê tenê ji bo welatiyan û parêzeran e. Me dît ku ji bo medyaya alîgir tu qeydên nepeniyê nînin. Lewma jî ji destpêkê heta niha lêpirsîneke bibandor nehat meşandin.” 
 
Tanhan, got ku divê her agahî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal weke nûçe neyên parvekirin û wiha derbirî: “Ev yek rê li ber komkirina delîlan digire. Di rewşeke cuda de faîl li gorî wê pozîsyona xwe digirin. Bi taybet jî divê rojnameger di vê mijarê de hişyar bin. Hinek kes tenê ji hêla magazînê ve li vê wehşetê dinêre.”
 
'EM Ê MUDAXILÎ DOZÊ BIBIN’
 
Tanhan, axaftina xwe wiha qedand: “Cenaze 19 roj piştre û 2 km’an nêzî gund hate dîtin. Ev ne rewşekî asayî ye. Em ê pêvajoyê bişopînin. Weke Baroya Amedê, OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê em ê vê pêvajoyê bişopînin. Ev doz êdî dozeke civakî ye lewma ne tenê malbat, tevahiya civakê mexdûr e. Em jî dê bi navê civakê mudaxilî dozê bibin.” 
 

Sernavên din

18/09/2024
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir