Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e

AMED - Welatiyên ku têkoşîna xwe ya li dijî kana madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandînê bê çêkirin didomînin, gotin: "Şîrket hêzê ji dewletê digirin, dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin." 

Bertek û têkoşîna li dijî projeya madenê ya tê plankirin ku li Deşta Hasandîn a navçeya Pasûr a Amedê bê çêkirin didomine. Şêniyên herêmê ku bi Komîsyona Bajarvanî û Hawirdorê ya Baroya Amedê re serî li darazê dan, bibiryar in ku pêşî li pêkanîna projeya madenê bigirin. 
 
ARMANC RANT E
 
 
Cengîz Yildirimê ku salê 3 mehan li Deşta Hasandînê sewalkariyê dike, diyar kir ku 100 heywanên wî hene û debara xwe bi Hasandînê dike. Yildirim got: “Ne tenê Hasandîn, hemû Pasûr jî wê ji kana ku hatiye plankirin zirarê bibîne. Niştecîh dê neçar bimînin ku koç bikin. Heta niha me berpirsyarî girtibû ser milê xwe, ji niha û pê de divê ji bo Hasanandin çi ji destê me bê divê em bikin. Ji ber ku Pasûr debara xwe bi Hasandînê dike. Yê ku axa xwe neparêze ne ji me ye. Divê ew destên xwe yên qirêj ji ser me rakin."
 
Yildirim diyar kir ku armanca vê projeyê rant e û wiha got: “Di heman demê de têkbirina erdnîgariya kurdan e. Dema ez diçim metropolan diqewirînin û dibêjin 'Li vir cihê we tune ye.' Gava em tên gundê xwe vê carê jî çav berdidin gundên me. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin." 
 
 
Mehmet Nevzat Can diyar kir ku dewlet piştgiriyê dide zengînan û zilmê li xizanan dike û wiha got: “Ev 4-5 sal in ji bo çêkirina vê kanê bi me re mijûl dibin. Lê em ê nehêlin ev kan bê çêkirin. Hasanandin cihê ku em heywanên xwe lê diçêrînin û deşta ku em debara xwe lê diki. Em amade ne ku çi ji destê me bê em bikin. Bi madenê re qê li Pasûrê jî koçberî dest pê bike."
 
‘EM Ê NEHÊLIN HASANDÎN TUNE BIBE'
 
 
Hikmet Yildirim bal kişand ser zirara ku wê kan bide ekosîstemê û got ku cihêrengiya nebatên li herêmê wê ji holê rabe. Yildirim diyar kir ku projeya Santrala Hîdroelektrîkê (HES) dawî li cureyên avî aniye û got: “Eger maden bê çêkirin, ji sîyanûr û kîmyayê pêvtir wê tiştekî din nemîne. Ji ber ku em ji HES'ê dizanin. Berê em diçûn masiyan, lê piştî wê projeyê masiyek jî nemaye. Wê demê em nezanin bûn, me nizanibû. Lê êdî em dizanin û em ê rê nedin madenê."
 
 
Muhammed Can Yakût jî anî ziman ku bi pêkanîna projeyê re jiyana li Hasandînê ji holê radibe û wiha berdewam kir: “Em li Hasandînê bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin. Em ê wê pêşkêşî tu kesî nekin. Dahata me 6 mehan ji vir tê. Ji bo karibin madenê derxin divê me bikujin. Em dizanin ku wê bi madenê re av, xweza û çiyayên me tune bibin. Wê li vir jiyan nemîne. Şîrket, hêzê ji dewletê digirin û xebatên xwe dikin. Dewlet jî ji bo berjewendiya xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin.”
 

Sernavên din

18/09/2024
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir