Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan

  • jin
  • 09:05 15 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."

2 sal di ser mirina Jîna Emînî ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê pasdarên Îrşad ên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Piştî mirina Jînayê bi hezaran kes li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” daketin qadan û pêkanînên rejîma Îranê şermezar kirin. Di serhildana bi mehan de bi hezaran kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Serhildana ku li cîhanê belav bû ji bo jinan veguherî serhildanê. Bi  wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, jin dê bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" li qadan û kolanan bin. Jin li 4 parçeyên Kurdistanê amadekariyan dikin ku bi çalakiyên cur bi cur dakevin qadan. Jinên li 4 parçeyên Kurdistanê bi boneya salvegera serhildana 'Jin Jiyan Azadî' bang li jinan kirin.
 
'BANDOREKE MEZIN LI SER TEKOŞÎNA JIN KIR'
 
 
Ji Rojavayê Kurdistanê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Muhammedê (TEV DEM) anî ziman ku li seranserî cîhanê jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî civiyan û li dijî mêr û dewleta desthilatdar tedikoşe û wiha axivî: "Em di serî de serhildana 'Jin jiyan azadî' ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin û tevahiya cîhanê belav bû slav dikin. Ciheke ku herî zêde jin hatiye perçiqandin û qetilkirin û tundiyeke berfireh li ser jinan hatiye meşandin bi vê serhildanê hat diyarkirin ku tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê pêkhateyeke bindeste û her tim desthilatdarî li ser hatiye meşandin. Bi vê serhildanê bi taybetî qetilkirina Jîna Emînî ku bi destê desthilatdaran hat qetilkirin ku jineke ji bo azadiya xwe tedikoşiya careke din rastî tundî û qetilkirinê hat. Bi vê li hemberî zilm û dagirkeriyê, qetilkirinê û tundiya ku ser jinan hatiye meşandin êdî ew îrade nema bêdeng dimîne û pêwîste ku dengê xwe bilind bike. Ji ber wê jî me dît ku serhildana Jin Jiyan Azadî çawa li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate belavkirin. Ne tenê jinan li hemberî tundiyê dengê xwe bilind kir, tevahiya civaka Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û gelên bindest dengê xwe bilind kirin. Ji ber wê serhildana Jin Jiyan Azadî tesîra xwe li ser tevahiya civakê û cîhanê kir. Ji her jinekî, her dewletekî û her pêkhateyekî piştgirî da vê serhildanê. Jin di zindanan de tên darvekirin, tên qetilkirin cîhan nema li hemberî vê bêdeng dibe. Bi rastî jî zilmeke bi taybet li ser jinên kurd tê meşandin. Ji ber wê jî vê serhildanê bandoreke pir mezin li ser tevahiya cîhanê kir."
 
'DI 16'Ê ÎLONÊ DE LI QADAN BIN'
 
Muhammedê diberdewama axaftina xwe de bal kişand li ser derketina felsefeya Jin Jiyan Azadî û got: "Ev serhildan ne cara yekem bû ku li Rojhilatê Kurdistanê deng vedide ev serhildan bi taybetî di 19'ê tirmehê de li Rojavayê Kurdistanê bandoreke xwe yê mezin tevahî li ser rojava û bakurê Suriyê kir.Dema ku di 19'ê tirmehê de li Rojava şoreş destpêkir vê pêşengtî ji tekoşîna jin re kir. Bi vê çirûska ku bi felsefeya Rêber Apo, bi felsefeya jin bandora serhildana Jin Jiyan Azadî ku çîrûska xwe ji 19'ê tirmehê girtî li Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Erkê ku dikeve ser milê me ku em bikaribin vê şoreşê berdewam bikin û binîn asta serkeftinê erka jina pir e. Yek ji vê jî parastina vê şoreşê û serhildanê ye. Em ê çiqas bikaribin biparêzîn. Yek ji vê jî rêxistinbûyina jin a xwesere. Tişta ku sereke bilindkirina vê serhildanê û parastina wê ye. Ji ber wê banga me ji tevahiya jinan re heye ku 16'ê îlonê li qadan bin." 
 
'EM QADAN VEGÛHERÎNÎN JIN JIYAN AZADÎ' 
 
Ji Bakurê Kurdistanê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdanê bi lêv kir ku ew ê 16'ê îlonê li kolanan bû û bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku xwedî li serhildana Jin Jiyan Azadî derbikevin û got: "Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" taybet li Kurdistanê û bi giştî li seranserî cîhanê pêşengiya tekoşîna jin kir. Tekoşîna jinê mezin kir û tekoşîna gelên bindest bi xwe re mezin dike. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî felsefeya jina kurd ku dabû pêşiya xwe xurtir û mezintir kir. Ê ku pergala desthilatdariyê hilweşîne tekoşîna jinê ye. Ji ber wê jî jin û tekoşîna wê ji xwe re weke xetere dibine. Ji bo wê jî li her deveran jin hedef tên girtin. 16'ê îlonê Jina Aminî porê wê hicet hat nişandin û hat qetilkirin. Di şexsê Jîna de tevahiya tevgera jin hedef hat girtin. Desthilatdar dixwazin ku li ser jinan xwedî gotin bin û serê wan bitewînin. Lêbelê jinên ku vê qebûl nake û li dijî vê serê xwe radike û ji bo gelên bindest azadiyê dixwaze her tim di hedefa wan de ye. Jina Aminî jî yek ji van bû. Jina bi xwe re dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gihişte asta herî bilind û tekoşîn mezintir bi xwe re anî. Kolan û kuçeyên her çar perçeyên Kurdistanê bûn cihên berxwedan û tekoşîna jinê. Di 16'ê mehê em ê li Şirnexê meşekî li dar bixin. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê li kolanan bin. Em ê vê tekoşînê mezintir bin. Pêwîste ku di 16'ê mehê de jin ji 7 salî heta 70'ê salî li kolanan bin û di nava çalakiyan de bin. Bi deng û dirûşmeyan em ê li kolanan bin. Em jin bi hevre dê 16'ê îlonê qadan bikin Jin Jiyan Azadî."
 
'EM Ê BI YEK DENGÎ LI KOLANAN BÎN'
 
Ji Başûrê Kurdistanê ji Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Ronak Mecîd jî destnîşanî serhildana Jin Jiyan Azadî kir û got ku di tekoşîna jina azad de bûye modelê jiyana azad a nû û ev tişt got: "Di 16'ê îlonê de salvegera şehadeta Jîna Eminî ye. Ew roj bû roja serhildanê. Di wê rojê de kurd, ereb, tirkmen, çerkez û fars bi hevre dora Jin Jiyan Azadî kom bûn û li dijî hişmendiya serdest tekoşiyan. Di tevahiya cîhanê de jinan piştgirî da şoreşa Jin Jiyan Azadî.Jinan bi vê felsefeyê xwestin ku ev pergala ku sedsalane ye li ser me tê meşandin bi dawî bikin û dawî li vî aqlî bînîn. Şehadeta Jina Eminî bû serhildana Rojhilatê Kurdistan û cîhanê. Tevahiya cîhanê piştgirî da vê serhildanê. Vî aqlê sermayê yê mêr em jin dê bi hevre biguherînin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îro li tevahiya kolanên dinyayê belav bûye. Ev felsefeye ji her jinekîre bûye mînak. Jin ji vê felsefeyê hêz digirin. Îro tevahiya jinên cîhanê bi daxwaza azadiyê mil bi mil tedikoşin. Em bang li tevahiya jinên Kurdistanê û cîhanê dikin, bi yek deng, bi yek helwest li dijî aqlê baviksalarî, aqlê oldar derbikevin. Ev aqilji bo kolekirina jinan heye. Dixwazin di kesayeta jinan de rastiya azadiyê ji holê rabikin. Ji ber wê em jî dibêjin divê ku jin li dijî koletiyê derbikevin û daxwaziya azadiyê bikin. Li her qadên cîhanê de, di 16'ê îlonê de li qadan bin û xwedî li serhildana Jin Jiyan Azadî derbikevin." 
 
'VÊ FELSEFEYÊ HEMBÊZ BIKIN'
 
Ji Rojhilat Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Meryem Fethî jî bang li hemû jinan kir ku di 16'ê Îlonê de dakevin qadan û got: "Di 16'ê Îlonê de divê hemû jin bi ruhê Jin Jiyan Azadî li qadan bin. Lewma banga me li hemû jinan heye ku vê felsefe û serhildanê hembêz bikin. Erka bingehîn a her yek ji me ye ku em bedelên giran ê ku di oxira azadiyê de  hatine dayîn hembêz bikin. Em Jin Jiyan Azadî mil bi mil hembêz bikin û li kolanan bin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

18/09/2024
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir