Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li gorî erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, danezana encama konferansa partiyê ku 4 rojan domiya bû, li navenda giştî eşkere kir. 
 
'FELFESE PÊL BI PÊL BELAV BÛ’
 
Dogan, Jîna Emînî ku 2 sal berê ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Porê Jînayê bû sembolê berxwedan û têkoşîna jinên cîhanê. Dirûşm û felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêl bi pêl belav bû. Di hemû zimanan de veguherî dirûşma biryardariya di têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de. Weke DEM Partiyê em jî dibêjin ku dê dest ji têkoşîna Jîna Emîniyê bernedin.” 
 
‘EM DERBASÎ MODÊLEKE NÛ YÊ RÊXISTINBÛNÊ DIBIN’ 
 
Dogan, got ku ew Konferansa Navendî û Rêxistiniya Jinê diyarî hemû zarokên li Kurdistan, Tirkiye û Filistînê hatine qetilkirin dikin û wiha pê de çû: “Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin. Modêleke ku li ser erdnîgariyê xwe jinûve birêxistin dike ye. Me ji rêveberiyên herêmî dest pê kir û di serî de mekanîzmayên rêxistiniyê yên DEM Partiyê di çarçoveya sernav û stratejiyê de nirxand. Ji ber ku me fêm kir bê ka rêxistiniya ji herêmê ber bi navendê ve çiqasî girîng e. Me ev konferans ji herêmê ve gav bi gav birêxistin kir. Me bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re bi dehan civîn li dar xist.”
 
RÊXISTINIYA LI GORÎ HERIKBARIYÊ
 
Dogan, diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin; dibînin ku ji qonaxeke girîng re derbas dibin. Gelek girîng e ku di vê qonaxê de mirov bi rêxistiniyeke li gorî vê serdemê guncav re tevbigere. Pergala kapîtal a cîhanê jinûve tê dîzaynkirin. Li ser xetên enerjî û bazirganiyê şerên hegemonyayê tên kirin. Di asta kûrewî û herêmî de geşedanên krîtîk diqewimin. Weke ku hûn jî dizanin li Rojhilata Navîn trajediya qirkirinê êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didomin. Îktîdar dev ji polîtîkayên şer û neçareseriyê bernade. Li ku derê dibe bila bibe êrişî destkeftiyên kurdan dike. Li aliyekî êrişên giran dibe ser Herêma Kurdistanê, li hêla din gefan li Rojava dixwe. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê jî veguheriye rewşa agahînegirtina mutleq û di qonaxeke dîrokî de ev yekt ê kirin.” 
 
'REJÎMA TECRÎDÊ DIKARE WERE GUHERANDIN’
 
Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Ev pergal dikare rejîma tecrîdê ya veguherî rewşa agahînegirtina mutleq biguherîne. Yek ji mijarên sereke ya konferansa me jî ev mijar bû. Li dijî şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin, birêz Ocalan xwedî pêşniyarên çareseriyê ye û dikare bi rola xwe ya sereke rê li ber vê bigire. Lewma jî muxatabgirtina birêz Ocalan pir jiyanî ye. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊ MEZINKIRIN
 
Ji ber tecrîdê, Tirkiye ketiye nava krîzeke siyasî, aborî û civakî. Heke di pirsgirêka kurd de rêyên çareseriya demokratîk bên bijartin û li gorî vê gav bên avêtin; ev yek ji bo xelasiya ji krîzên heyî bandoreke erênî bike. Lewma jî di konferansê de hate gotin ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û başkirina mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad, dê têkoşîn were mezinkirin. Di vê qonaxa dîrokî de hewcehî bi rêxistiniyeke xurtir heye. Hat gotin ku tenê bi civakeke rêxistinkirî ev krîz dikare were derbaskirin.”
 
'RÊXISTINIYA LI GORÎ ESASÊN ERDNÎGARIYÊ’
 
Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo DEM Partî îdiayên xwe pêk bîne, her tim nexşerêyeke nû nîqaş dike. Di vê çarçoveyê de sererastkirineke nû derket holê. Modêla rêxistiniya me ya nû dê li gorî esasên erdnîgariyê be. Dê di serdema pêş de li gorî vê xwe birêxistin bike. Dê qada civakî birêxistin bike, dê torên piştevaniyê yên xurt ava bike û vê berfirehtir bike, têkoşînê bike yek û parastina civakê hedef bigire. DEM Partî bi mebesta avakirina mekanîzmayên demokratîk, konfederal, herêmî, xwesre û azadîxwaz, li gorî esasên erdnîgariyê û di taybetiya 12 herêman de biryar da ku xwe li gorî modêla Koordînasyona Herêmê ya Endamên Meclisa Partiyê birêxistin bike. Komîsyona Rêxistiniya Navendî têkildarî vê koordînasyonê amadekariyan dike. Dema amadekarî temam bûn dê pêşkeşî PM’ê bê kirin. Weke mînak; Herêma Marmarayê dê weke 2 herêm were destgirtin. Ege, 2, Behra Reş 1 û Anatoliyaya Navîn jî weke 1 herêm bê destgirtin. Meclisa Partiyê dê bi vî awayî bixebite. Dê li gorî esasê 12 herêman be. Biryar hate dayin ku kongreyên bajarok, navçe û bajaran û pêvajoyên amadekariyên kongreya mezin li gorî rêgeza nûnertiya wekhev bê meşandin û dê komîsyonên kongreyê û komîsyonên mutebeqetê li gorî rêgezên radîkal-demokratîk bixebitin.” 
 
SERENAVÊ BINGEHÎN RÊYA 3’YEMÎN E
 
Dogan, bi lêv kir ku siyaseta rêya sêyemîn yek ji serenavên bingehîn ên konferansê bû û ev tişt gotin: “Stratejiya berfirehkirinê ya qada têkoşînê û hatina bahev a DEM Partiyê ya bi beşên cuda re hedef tê girtin. Çima? Bingeha xwe dispêre bingeheke ku hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike, berxwedan û îtirazên wan hembêz dike û kombûna tevgera siyasî ya Kurd bi mîrateya hêzên demokratîk şoreşger sosyalîst re dike yek. Bi rastî jî ev bingeh tê xwestin hedef were girtin. Em niha li pêşberî we diyar dikin ku em ê dest ji vê zemîn û biryardariya xwe bernedin.”
 
‘EM PARASTINA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKA KURD DIPARÊZIN’ 
 
Dogan, îşaret bi êrişên li ser partiyê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dizanin ku êrîşên îdeolojîk û siyasî yên li dijî têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo anîna daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê, ji ber tirsa ji vê cewherê tên kirin. DEM Partî di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk diparêze, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina civakeke azad û wekhev têdikoşe. Stratejiya rêbaza sêyemîn a ku bi sazî û avahiyên demokratîk re têkiliyeke hevpar a wekhev e, bi têgihiştina demokrasiya radîkal, biryardariya tifaqa demokratîk û pêwistiya sekinandina li cem têkoşîna demokrasiyê diparêze. Di konferansa me de hate tespîtkirin ku bicihneanîna stratejiya rêya sêyemîn kêmasiyeke bingehîn e û li gorî vê modela rêxistinbûnê biryarên nû hatin wergirtin. Werin guh bidin vê banga me, em di vê pêngava rêxistinkirinê de mil bi mil bimeşin. Bila kes ji me tenê nemîne. Me bi tecrubeyên dîrokî ceriband ku hêzeke ku gelekî, civakeke birêxistinî têk bibe nîne. Ji ber wê yekê divê em bi hev re bimeşin û bikarin serbikevin. Em ê teqez serbikevin.”
 

Sernavên din

18/09/2024
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir