STENBOL - Parêzer Rêzan Sarica, diyar kir ku helwesta Komîteya Wezîran a KE’yê ya di çarçoveya biryara DMME’yê de hişyarî da Tirkiyeyê ku dê di îlona 2025’an biryareke navber were amadekirin, nîşaneya derbasbûna qonaxeke nû ye û wiha got: “Erênî ye lê li dijî rastiya Îmraliyê têrker nîne.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bişert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. DMME’yê piştre jî ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heman biryar da.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku biryarên DMME’yê kontrol dike ka hatine bicihanîn an na cara ewil di sala 2015’an de biryara “binpêkirinê” xist rojeva xwe û têkildarî Tirkiyeyê ji bo ku qanûnên “mafê hêviyê” pêk bîne çêbike pêvajoya kontrolkirinê da destpêkirin. Lê tevî ku pêvajoya kontrolkirinê hate destpêkirin jî biryar nehatin rojeva Komîteya Wezîran. Di pêvajoya berdewama wê de parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din û saziyên sivîl ên civakî di dîrokên cuda de bi daxwaza ku Komîte bi rojeva “lezgîn” bigire rojeva xwe serlêdan kirin. Di encama van serlêdanan de hin serdeman biryara binpêkirinê ketibe rojeva komîteyê jî ji ber xemsariya Tirkiyeyê li di van pêvajoyan de tu pêşketin çênebû.
HIŞYARIYA BIRYARA NAVBERÊ
Tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê di mijara biryara “binpêkirinê” de tu gav neavêtiye, lê belê piştî teblîxata rêxistinên civakî yên sivîl a di 31’ê tîrmeha 2024’an de ji Komîteyê re hat dayîn, biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de careke din ket rojeva komîteyê. Komîteya ku di vê çarçoveyê de di navbera 17-19’ê îlonê de di civîna lidarxistî de biryara “binpêkirinê” da biryara xwe aşkere kir. Di biryara ku bi navê “Koma Gurban/Tirkiyeyê” de hate xwestin ku bêyî dereng bikeve Tirkiye bergiriyên pêwîst bigire. Komîteyê hişyarî da ku heke gav neyê avêtin dê di civîna îlona 2025’an de biryareke navberê bê amadekirin.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, biryara Komîteya Ewropayê ya duh aşkere kirî nirxand.
‘EM DIBÎNIN KU KOMÎTE DERBASÎ QONAXEKE NÛ YE’
Sarica, destnîşan kir ku Komîte di çarçoveya biryara aşkere kiriye de derbasî qonaxeke nû bûye. Sarica ev pêvajoya qonaxa nû ya Komîteyê wiha aşkere kir: “Em dibînin ku Komîteya Wezîran ji bilî pêvajoyên beriya niha derbasî qonaxeke nû bûye. Ew jî têkildarî tespîtên ku bi biryara navber a bi hejmara 6’an e. Li vir di xisûs hene. Ya ewilî biryar hate dayîn ku ‘Koma Gurban’ di civîna pişt re de an ku di îlona 2025’an de bibe yek ji rojevên civînê. Beriya niha biryareke wan a wiha nebû û her tim ji pêvajoyeke bêdem re dihate hiştin. Lê ji niha ve biryar dane ku dê bibe rojeva civîna ku piştî salekê were kirin. Li aliyê din, tê destnîşankirin ku ev pirsgirêk demeke dirêj e dewam dike û pişt re ti pêşketin çê nebûye, tê destnîşankirin ku pêşketin bi temamî kêm e û divê heta Îlona 2025'an pêşketineke şênber bê kirin. Û tê dîtin ku heke heta vê dîrokê gav neyê avêtin, xuya ye ji sekreteryayê re talîmata amadekirina pêşnûmebiryara navberê hatiye dayîn. Di warê pêvajoya şopandinê de em dikarin bi teknîkî bêjin ku Desteya Wezîran derbasî qonaxeke nû bûye.”
‘NEPÊKANE KU MIROV TÊRKER BIBÎNE’
Sarica, anî ziman ku ev gava Komîteyê erênî ye lê bi giştî têre nake û destnîşan kir ku Komîte pêvajoyeke hêdî dimeşîne. Sarıca, bal kişand ku Komîteya Wezîran rêbazeke xebatê ya ku ji demê re belavkiriye şopandiye û ji ber vê yekê jî bûye sedema dewamkirina tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku di vî warî de li ser xebitandina komîteyê hin rexneyên wî hene. Sarica, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne meseleyeke ku li demê bê belavkirine ye ji ber ku em dibînin ku li dijî biryara DMME’yê ye. Di biryara DMME de hat dîtin ku îşkence heye û ji sala 2002 'an û pê ve jî îşkence derket holê. Tê wê wateyê ku bi her roja derbas dibe re, bi her dema derbas dibe û bi her sal derbas dibe re wê giraniya îşkenceyê zêde bibe. Bi gotineke din, çalakiya Komîteya Wezîran li gorî esasa DMME’yê tê wê wateyê ku ew pêvajoyeke şopandinê ya bileztir û çalaktir bişopîne. Lê ji ber ku em dibînin ku pêvajoyeke wiha nîne divê em teqez bikin ku Desteya Wezîran li dijî biryara DMME’yê ye. Bi vî rengî em dibînin ku pêvajoyeke şopandinê ya demdirêj Tirkiyeyê jî rehet dike. Vaye çar sal in em ji birêz Ocalan, ji Îmraliyê agahiyan nagirin. Ev yek bi xwe şert û mercên ku rê li ber afirandina şert û mercên nebaş ên şaş û îşkence û binpêkirinên din vedike.”
‘LI DIJÎ RASTIYA ÎMRALIYÊ NE TÊRKER E’
Sarica, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku belavkirina bi demê re ya Komîteya Wezîran hin tiştên cuda jî bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê bandorê li şertên ragirtina li Îmraliyê jî dike. Li dijî esasa biryara DMME’yê ye. Ji ber vê yekê divê DMME pêvajoya şopandinê ya Komîteya Wezîran baştir û her tim bişopîne. Bi gotineke din, her çend di warê zelalkirina rojeva civînê de berdewamî hebe jî, rastiya ku ev yek di navberên dirêj de diqewime nîşan dide ku pêvajo bi bandor nayê meşandin. An ku biryara bi hejmara 6’an ji aliyê pêvajoya şopandina Koma Gurban ve qonaxeke nû ye lê li dijî rastiya Îmraliyê ne qonaxeke têrker e.”
MA / Îbrahîm Irmak