Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin

  • cîhan
  • 10:18 26 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Navneteweyî ya Partiya Komunist a Efrîqeya Başûr (SACP) Molly Dhalamînî diyar kir ku ew li gel têkoşîna gelê kurd in û hewceye hîn bêhtir daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin. 
 
Endama Komîteya Navendî û Sekretera Navneteweyî ya Kongreya 15’emîn a Partiya Komunist a Başûrê Efrîqayê (SACP) Molly Dhlamini tev li 32’yemîn Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya li Frankfurtê bû. Dhalamînî di mihrîcanê ji ANF’ê re axivî û got ku ew li gel doza gelê kurd in û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaz dikin. 
 
Dhlamini diyar kir ku ji bo piştgiriyê beşdarî mihrîcanê bûye û wiha got: “Bi ya min hatina me ya li vir gelek girîng e. Ji ber ku em û gelê kurd ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Em piştgiriyê didin gelê kurd ê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çand û zimanê xwe têdikoşe.”
 
‘EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Dhlamini bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye. Tecrîda 25 salan demek dirêj e. Weke tê zanîn, Nelson Mandela jî ewqas sal di girtîgehê de hat girtin. Lê ne weke Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de bû. Bi kêmanî hin kes bi wî re hebûn. Abdullah Ocalan li girtîgeheke grevê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev binpêkirina mafê mirovan e. Gelê Efrîqaya Başûr bi xurtî piştgiriyê dide mafên mirovan. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û ev doz were çareserkirin.”
 
‘EM BI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD RE NE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Dhlamînî bal kişand bi ser têkoşîna ziman û çandê ya gelê Efrîqaya Başûr û gelê kurd û wiha pê de çû: “Li gorî min mafê her welatek an jî her gelekê heye ku li gorî çand û zimanê xwe bijî. Înkarkirina çand û ziman binpêkirina mafên mirovan e. Li Efrîqayê em ji bo çand û zimanê xwe têkoşiyan. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd, em piştgiriyê didin mihrîcanên wiha yên ku dixwazin çand û kevneşopiya xwe zindî bihêlin û çanda xwe jî bînin bîra ciwanên kurd. Em bang li hemû aştîxwazan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriya doza kurdan bikin da ku karibin çanda xwe, ola xwe, kevneşopiyên xwe, zimanê xwe, cil û bergên xwe bi azad bijîn.”
 
‘EM LI DIJÎ QEDEXEYA ZIMAN TÊKOŞIYAN’ 
 
Dhlamini bi bîr xist ku di meha îlonê de li Efrîqaya Başûr meha mîrasê ye û destnîşan kir ku ew girîngiya mîras, çand, ziman fêm dikin û axaftina xwe weiha qedand: “Em 30 sal in azadiyê û demokrasiyê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de em zext û zordariya li ser çand û zimanê xwe jî bi bîr tînin. Li Efrîqaya Başûr dema ku zimanê me li dibistanê hatibû qedexekirin, em li dijî wê têkoşiyan. Divê mirov zimanê xwe biparêz e. Ji ber ku ziman nasnameya mirovan e. Peyama min ji gelê kurd re ew e ku hêviya xwe winda nekin. Dema ku me li Efrîqaya Başûr li dijî cudakariyê û mêtîngeriyê şer dikir, me hêviya xwe winda nekir. Digotin qey bi encam nabe lê dawiyê bi encam bû. Ji ber vê yekê em bang li gelê kurd dikin ku hêviya xwe winda nekin, ji bo mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hîn xurtir bikin.”

Sernavên din

26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin